Pervîn Buldan: Em bi biryar in bi siyaseta xwe ya ‘riya sêyemîn’ bi ser bikevin

Pervîn Buldan a di 4’emîn Konferansa Asayî ya Jinan a ku ji aliyê Meclisa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê ve hat organîzekirin de axivî, wiha got: “Em bi biryar in ku weke jin pêşengiya tifaqa demokrasiyê bikin û bi siyaseta xwe ya riya sêyemîn bi ser bikevin.”

Enqere- 4’emîn Konferansa Asayî ya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku dê du rojan bidome, bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in" li Salona Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) a Enqereyê dest pê kir. Tevî 300 delegeyên, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter, hevserokên bajaran, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevka Partiya Yeşîl Sol Ayşe Erdem, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûvevakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê tevli konferansê bûn. 

Jinan bi govend û tilîliyan dest bi konferansê kirin

Wêneyên siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk li salona konferansê hat daliqandin. Pankartên wekî "Em di azadiyê de bi israr in", "Hevserokatî xeta me ya mor e", "Ji xizaniya jinan re na" û "Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin" hatin daliqandin. Her wiha bi 18 zimanan pankarta “Jin jiyan Azadî” li salonê hat daliqandin. Konferansê bi govend gerandinê û piştî avakirina dîwanê, bi rêzgirtin û nîşandana sînevîzyonê dest pê kir.

Silav ji jinên li zindan û li sirgûnê re

Axaftina vekirinê ya konferansê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan kir. Pervîn Buldan diyar kir ku siyaset û têkoşîna jinan bi fikra HDP'ê meşa xwe ya dîrokî ya mezin didomîne û wiha da zanîn:

"Ez ji vir hezkirin û hurmeta xwe ya herî xurt ji hemû rêhevalên me yên jin ên li zindan û sirgûnê re dişînim ku gavên destpêkê yên vê meşê avêtin û têkoşîna jinan xurtir kirin û gihîştand îro û ez wan hembêz dikim. Ez hemû jinên ku di vê têkoşînê de bêhnek nû didin jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez careke din hezkiriya xwe Aysel Dogan a têkoşer a ku hefteya borî xatir ji me xwest, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim.”

“Aysel Dogan li hemberî zilmê serî netewand”

Pervîn Buldan, anî ziman ku Aysel Dogan di bin tu şert û mercan de serî li ber zilmê netewandiye û bîat nekiriye û wiha domand: “Jiyana wê her tim berxwedan û têkoşîn bû. Wê ji me jinan re mîraseke xurt a têkoşîneke xurt hişt. Wê nedît lê ez careke din soz didim Aysel Dogan a ku jiyana xwe feda kir, teqez em ê wê aştiya mezin û bi rûmet pêk bînin.”

Pervîn Buldan axaftina xwe wiha domand:

“Feqîrî û birçîbûn her ku diçe kûrtir dibe. Pergala mêr, bi pergala mafya, gendelî, talan û talankirinê û rejîmên zilm, zordestî û dîktatorî yên ku hiqûq û demokrasiyê bi tevahî ji holê rakirine, qeyranên wan her ku diçe kûrtir dibin. Welatek heye ku dema li desthilatdariyê dimînin her roj, her saet jî xizantir dibe. Lê desthilatdarî hê jî behsa mezinbûna xwe ya aboriyê dike.

“Ji her du jinan yek bêkar e”

Her diçe butçe qels dibe, deyn zede dibin û enflasyon ji sedî 157e bilind bûye. Li gorî vê yekê, tevî zêdebûna dewlemendiya piştgirekî teng, xizanî û birçîbûna gel roj bi roj berfireh û kûr bûye. Sermaye û hevpariya zilamên AKP-MHP'ê jin û civakê weke qada îstîsmarê dibîne. Di aboriyê de û her wiha di her qadê de newekheviya zayendî kûr kirin. Ji îro pê ve ji her du jinan yek bêkar e. Li aliyê din jinên kedkar weke keda erzan û keda bê ewle di nava aboriyê de cih digirin. Di aliyê aborî de xizaniya mutleq li ser jinan tê ferzkirin.

"Di xistina pereyê Tirkiyeyê de sînoran nas nake" 

Lê em jin jî li dijî vê îstîsmara mêran a pir polîtîk dibêjin; em ê tu carî destûrê nedin ku hûn keda me îstismar bikin an jî jiyan û pêşeroja me bi dest bixin. Weke xwediyên eslî yên vî welatî em ê têbikoşin heta ku em mafê xwe bi dest bixin. Her roj buhayan tiştan zêde dibin, dolar zêde dibe û TL kêm dibe, dema ku tiştek ji firotinê namîne de mal û milk û welatîbûnê difiroşin biyaniyan. Ev rastiyeke ku hikûmeteke ku bi dahata ji vir ve girêdayî ye, dibêje ku em di warê aborî de mezin dibin, nîşaneya eşkere ye ku ji derewan pê ve tiştek nemaye. Lê ev derew dê tenê bi gotina wan re bimîne. Lê kes guh nade van derewan.

“Her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin”

Dîsa em dizanin û dibînin ku hewl didin mirov vê tabloya tarî ji bîr bikin ku tê de her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin û mirina jinan a bi guman di tundiya li ser jinan de zêde dibe. Her roj şîdeta mêr a li ser jinan zêde dibe, polîtîkayên bêcezakirinê û êrîşên vê hêza mêr a yekparêz a li dijî jinan, hewl dide tabloya heyî biparêze. Heta sûcên li dijî jinan tên teşwîqkirin. Hikûmet dudilî nake ku weke kiryarê van sûcan tevbigere. Bi vê armancê Peymana Stenbolê hat betalkirin.

“Di şexsê HDP’ê de têkoşîna jinan tê hedefgirtin”

Mafên qanûnî yên ku jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistine bi vê armancê ji aliyê hikûmetê ve hatin nîqaşkirin. Prensîba me ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev tê xwestin ku sûc bê dîtin. Ji ber vê sedemê şaredarîtiya me jinan hedef hat girtin, deriyên hemû saziyên me yên jinan hatin kilîtkirin. Di şexsê HDP'ê de hemû siyaset û têkoşîna jinê bi awayekî eşkere hedef tê girtin. Di dema ku kiryarên mêr bi polîtîkaya bêcezakirinê tên parastin, êrîşên organîze yên li dijî jinên Kurd berdewam dikin. Her roj yekî nû derdikeve holê.

"Sûcên tên kirin ne tesaduf in"

Tenê di hefteya derbasbûyî de 2 sûcên din jî li sûcên ku bi taybetî li dijî jinên Kurd hatine kirin zêde bûn. Li Xarpêtê cerdevanekî jineke ku bi salan îstîsmar kiribû qetil kir, Serokê Komeleyên Tevgerên taybet ên Şirnexê jî li Silopiyayê jî bi awayekî hovane jina ku bi salan îstîsmar kiriye qetil kir. Helbet em dizanin ku ev sûc û sûcên ku bi heman destan li dijî jinên Kurd tên kirin ne tesadufî ne, belkî siyaseteke rêxistinkirî û hişmendî ye. Em vê siyaseta qirêj red dikin. Em ê her sûcê ku li dijî jinan tê kirin li ber hiqûqê bişopînin û tu carî bêceza nemînin.

Em ê heta dawiyê hemû mafên jinan hembêz bikin”

Em ê çavên xwe li gefa kuştinê ya vekirî ya ku polîs li Berdevka Meclisa Jinan a me Ayşe Acar Başaran xwar, negirin. Li hemberî zextên li ser Aynur Dogan a ku konsera wê ji ber bi Kurdî stranan dibêje hat qedexekirin û li dijî hunera Kurdî, em ê tu carî bêdeng nemînin. Em ê rê nedin zext û hewldanên girtinê yên li ser rêxistinên jinan. Em ê bibin deng û parêzvanên jinên ku li girtîgehan rastî her cure binpêkirinên mafan û îşkenceyê tên. Ger desthilatdariya yekkesî ya ku bi salan bi mantiqa 'Me kir û bû' tevdigere, wekî Peymana Stenbolê bibêje 'Min kir, qediya' em ê nehêlin. Em ê heta dawiyê hemû mafên jinan hembêz bikin û heta bigihîjin hemû mafên xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin.

“Em cezayê ji Canan Kaftancioglu re hatiye dayîn qebûl nakin

Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku me weke jin tu carî cezayê girtîgehê yê ji bo birêz Canan Kaftancioglu hatiye dayîn qebûl nekiriye û weke êrîşeke li dijî siyaseta jinan dibînin.  Lê ez dixwazim teqez bikim ku; ev bêhiqûqî yek ji hêlên dawî yên êrîşên li dijî siyaseta jinan e. Divê her kes baş bizane ku her sûc, her êrîşek, her bêhiqûqiya ku ji aliyê beşên mezin ên civakê ve tê bêdengkirin û dema bêdengî bidome dê sûcên ku tên kirin jî berdewam bike.

“Bajarên me di bin desteserkirina qeyûmên diz ne”

Bi awayekî neqanûnî pêk anîn; heke li hemberî darbeyên li hemberî siyasetmedarên jin û jinên Kurd, operasyonên bi hinceta KCK’ê, darbeya 4’ê Mijdarê û darbeya qeyûmê helwestek hevpar ji aliyê hemû muxalîf ve bihata girtin, îro nedihat vê qonaxê. Dema ku girtîgeh bi hevserok, wekîl û siyasetmedarên me yên hatin girtin û ji wezîfeyê hatin girtin, heke muxalefeteke zelal bi me re bihata, ev wêneyê bêhiqûqiyê îro dernediket holê. Ger îro li bajarên me qeyûmên ku ji aliyê AKP’ê ve hatine tayînkirin, ji aliyê gel ve nehatina hilbijartin, li şaredariyên bajarên me rûnên; ew ê bibe hêza emanetên dagirker, ne gel. Zîhniyeta ku ji vîna Kurdan re qeyûm tayîn dike û îradeya jinan jî wê ji bo îradeya welat qeyûm tayîn bike. Şaredariyên bajarên me niha ji hêla sermayedarên kadayifê, sermayedarên şatafatê û dizan ve hatine xespkirin. 

“Em ê bi berxwedana xwe têkoşîna xwe bidomînin”

Ji ber van sedeman ez bang li hemû pêkhateyên muxalefetê û hemû hêzên demokratîk dikim ku bi tecrube jî hatiye îsbatkirin ku helwesta demokratîk a wêrek berpirsyarî û erka hemû muxalefetê ye ku bê tirs û cesaret parastina pêdiviyên vê helwestê bike. Sedsala ku me li pey xwe hişt, bi yekperestî, zayendperestî û cudakariyê re derbas bû. Berdêlên sedsala borî yên bi polîtîkayên red û înkarê ji bo vî welatî gelekî giran bûye. Hilweşîna ku em niha tê de ne, encama sedsalek e ku bi xeletiyan derbas bûye. Mafê tu kesî nîne ku bi heman xeletiyan vî welatî û gelên me sedsaleke din bide windakirin. Em ê bi hev re bi ser bikevin an jî bi hev re winda bikin. Ji bo serkeftinê bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin.

“Divê em bi hev re bi ser bikevin û bi hev re qezenc bikin”

 

Em jin dibêjin; bila jin bi ser bikevin, bila gel bi ser bikevin, bila ev welat bi ser bikeve, ne zilamên diz. Weke jin ji hemû qadan tên cem hev, em bi girîngiya têkoşîna hevpar dizanin. Bi vê hişmendiyê, li gel cudahiyên me; ji bo wekhevî, ji bo edalet, ji bo demokrasiyê dem hatiye ku di nava têkoşîneke hevpar de em bicivin.

Weke jin em di têkoşîna kedê de, têkoşîna ekolojiyê, têkoşîna wekhevî û edaletê de bûne pêşeng. Di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê, Newrozê û 1’ê Gulanê de me bi coşeke herî mezin qadan tijî kir. Me vîna xwe, biryardariya xwe nîşan da. Ji niha û pê ve jî divê em hemû aliyên muxalefetê bi hev re û bi cesaret ji bo demokrasî, wekhevî û edaletê, di nava tifaqa demokrasiyê de bînin cem hev, divê em bi hev re bi ser bikevin divê em bi hev re qezenc bikin.

“Em astengiyan nas nakin”

Divê baş bizanibin ku bêyî jinan siyaseta demokratîk ne pêkan e. Ji bo siyaseta demokratîk, divê temsîliyeta wekhev, beşdariya wekhev û mafê gotina wekhev hebe. Ji bo siyaseteke adil û wekhev ev tişt hewce dike. Ji ber vê yekê Partiya Demokratîk a Gelan ji jinan re pêşengî kir. Di vî warî de em bi ser ketin û her wiha em bi biryar in ku ji bo armancên xwe yên pêşerojê jî bi ser bikevin. Gelek astengî li pêşiya me hene, haya me ji vê heye. Lê ev astengî ne astengiyên me ne û em wan astengiyan nas nakin. Em jin dê wan astengiyan ji holê rakin. 

Konferansên me gelek xurt û bi bandor derbas bûn”

Em qada siyaseta demokratîk berfireh dikin, bi armanca tevlibûna hemû beşan û heta kesên ku axaftina wan tê astengkirin, mafên wan tên desteserkirin, em bi sazûmana xwe ya rêxistinî derfetan ji bo vê yekê didin. Ji bo vê me armanc kir ku beriya kongreya xwe ya mezin a 3’yê tîrmehê li dar bixin, di konferansên rêxistinî yên ku me li 7 herêman li dar xistibûn, bi nîqaşên xwe yên hundirîn têkoşîna xwe xurtir bikin. Beriya her konferansê me konferansên xwe yên xweser ên jinan li dar xist. Tevî hemû astengiyên hevkariya AKP-MHP’ê jî konferansên me gelek xurt û bi bandor bûn. Konferansên me ji bo xeta me ya nû ya têkoşînê bûn rêber. Me nîqaşên xwe li ser rêbazên têkoşînê yên bi bandortir û bilindkirina têkoşîna xwe meşand.

“Em Tecrîdê qebûl nakin”

Li dijî êrîşên li hemberî jinan û destkeftiyên xwe em ê di nava têkoşîneke topyekûn de bin. Tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê dike heta li tevahiya welat belav bûye, em ê bi têkoşîneke bênavber bidin û tecrîdê bişkînin. Em ê li her derê diyar bikin ku em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin.

“Em bi biryar in ku bi siyaseta xwe ya riya sêyemîn bi ser bikevin” 

Em ê li dijî desthilatdariya yekkesî û mîlîtarîst, li dijî polîtîkayên şer, bi xizmên girtiyan ên çalakiya 'Nobeda Edaletê', bi jinên li maf û wekheviyê digerin, bi jinên kedkar re bi xurtî têbikoşin. Em ê li dijî şer û înkarê, bi taybetî jî hemû Kurdên ku hedef tên girtin têkoşîna xwe ya aştiyê xurt bikin. Em bi biryar in ku weke jin pêşengiya tifaqa demokrasiyê bikin û bi siyaseta xwe ya riya sêyemîn bi ser bixin.

“Dema mezinkirina li HDP’ê ye”

Pêdiviya vî welatî bi HDP'ê heye. Bi HDP’ê re pêwîstiya siyaseta jinan a demokratîk bi pêşengiya wê heye. Pêdiviya hemû beşên civakê yên bindest bi fikra HDP'ê ya ku tîne ziman û têkoşîna xwe dimeşîne heye. Pêwîstiya me bi HDP'ê heye ku li hemberî gelek qeyranan, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd, li dijî cudakarî û kaosê, îrade û hêza xwe ya çareseriyê nîşan dide heye. Ji ber vê yekê dem hatiye ku em HDP’ê, fikra ku li ser esasê bilindkirina têkoşîna jinan hatiye avakirin, mezin bikin. Ez dibêjim dema mezinkirina HDP'ê ye. Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in. Bi hurmet û hezkirina xwe ya herî kûr we hemûyan silav dikim. Jin, jiyan, azadî.”