Pervîn Buldan: AKP-MHP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, da zanîn ku AKP-MHP’ê starta kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin û wiha got: Ez bi vekirî ji desthilatdariyê re dibêjim ku ev lîstikên we dê bi ser nekevin.”

Enqere - Koma Jinan a Parlamentoyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, Civîna Komê li dar xist. Di civîna komê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî.

Li rêzên eywana civînê wêneyên Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ku li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin Nagihan Akarsel û Jîna Emînî ku ji hêla “polîsên exlaqê” ve hatibû qetilkirin û dovîzên "Ji şer re Na”, “Jin, jiyan, azadî” û “Li dijî tundî, şer û xizantiyê em serî hil didin” hatin danîn. 

Divê hemû kes zîhniyeta şer bibin e’

Pervîn Buldan a jinan bi kurdî silav kir û bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP’ê û wiha got: “Divê hemû kes vê zîhniyeta şer a AKP-MHP’ê ku bo desthilatdariya guh nadin jiyana mirovan bibînin. Tifaqa AKP-MHP’ê ku dîtin dê winda bikin, ji bo domandina temenê xwe yê siyasî, bi polîtîkaya şer dest bi kampanyaya hilbijartinê kirin. 

‘Ev lîstik dê bi ser nekeve’

Êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û teqîna tarî ya beriya wê li Taksîmê hatiye kirin, ji ber xwe ve nehatin kirin. Bêguman divê gelek pirsên di serê mirovan de çêbûyîn bên bersivandin. Li şûna ku vê tariyê ronî bikin, desthilatdariyê serî li siyaseta şer da. Lê ez bi vekirî dibêjim ku ev lîstika wan dê bi ser nekeve. Weke ku desthilatdariya AKP-MHP’ê îdia dikin, modêla rêveberiya demokratîk a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo Tirkiyeyê gefek nîne. Talûkeya esasî ya li ser pêşeroja gelan, polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê ne ku li gel tên ferzkirin. 

Tavilê dev ji vê xeletiya xwe berdin’

Ez li vir bi vekirî dibêjim; de ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî kurdan, jinan û ji vî şer û hilweşînê bo we desthilatdariyek dernekeve. Tavilê dev ji van polîtîkayên şer berdin. Rêya çareseriyê guftûgo û muzakere ne. Gavên aştiyane yên demokratîk in. Heta niha bi polîtîkayên şer tu pirsgirêk çareser nebûne. Tavilê dev ji vê xeletiya xwe berdin. Destê xwe li ser gelên Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikişînin. 

‘Na ji şer re’

Ez ji kesên li dijî van polîtîkayên şer xwe li bêdengiyê didanin re jî dibêjim ku divê vê lîstika mezin a beriya hilbijartinê bibînin. Nebin parçeyeke vê lîstikê û li dijî şer bisekinin. Weke HDP’ê em ê nehêlin ku vî welatî û gelên me têxin dorpêça şer, tundî û neçareseriyê. Banga min ji bo tevahiya raya giştî ya demokratîk, mirovên xwedî wijdan û aştîxwazan ew e ku bi hev re li dijî van polîtîkayên şer bisekinin û li cem çareseriya demokratîk cih bigirin. Werin em ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk a hevpar hêzên xwe bikin yek. Di vê mijarê de HDP amade ye ku berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Lewma jî ez li vir dîsa dibêjim; Na ji şer re. 

“Em dibêjin; ‘jin, jiyan, azadî’

Di hefteya 25’ê Mijdarê de ez dîsa hemû jinên rastî tundiyê hatin û jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînim. Bi vê wesîleyê ez hemû jinên ku dê di çalakiyên 25’ê Mijdarê de qadan tije bikin, hemû jinên ku her roja xwe bi ruhê berxwedanê ya 25’ê Mijdarê derbas dikin, hemû jinên di girtîgehan de, yên li sirgûnê û li qadan ji bo maf û azadiyan li ber xwe didin, jinên li Rojhilat û Rojava û hemû cîhanê silav dikim. Di şexsê Jîna Emînî û Nagihan Akarsel de ku ji hêla rejîmên mêr ve hatin qetilkirin, hemû jinan bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza me ya têkoşîna bo wan heye. Soza me edalet, wekhevî û serxistina têkoşîna jinan bo wan heye. Em ê têkoşîna wan a birûmet bidomînin û mezintir bikin. Em ê bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe, bi siysaet, pênûs, govend, reqs, tililî, laçikên xwe yên spî û mûyên pora xwe têbikoşin. Li her devera em lê dê bibêjin; ‘jin, jiyan, azadî.’ 

Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz: Destê xwe li ser jinan bikişînin

Di civînê de her wiha ji Dayikên Aştiyê Bedîa Gokyuz jî axivî û bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Gokyuz, wiha got: “We li wir DAIŞ a hov derxist û jin li pêşiya wan sekinîn. Ma hedê we ye ku wan jinên leheng ji wir derxînin? We hêjta hêza jinan nedîtiye. Jin dikarin xwe bi xwe birêve bibe. Gundên wan, navçeyên wan hene. Dikarin hem li malbat û hem jî li zarokên xwe binêrin. Êdî destê xwe li ser jinan bikişînin.”

Şukran Kaplan Yeşîl: Em ji bo xwedî derketina jiyanê xwe li qadan in

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kaplan Yeşîl jî di civînê de ev tişt anî ziman: “Dê têkoşîna me ya di her qadê de bidome. Em ê li her deverê ji tundiya li dijî jinan û şer re bibêjin na. Ji bo vê jî em ê li kolanan bin. Ew tiştên ku ev desthilatdariya faşîst ji me didize, ji bo şer, tank û topan xerc dike.”