Pervîn Bûldan: Çareserî em in, çareserî gelê me ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreya xwe ya mezin a asayî ya 5'emîn lidar dixe.

Navenda Nûçeyan - 5’emîn Kongreya Mezin a HDP'ê ku bi dirûşma "Çareserî em in" pêk tê, tevlîbûna ji Colemêrgê heta bi Edîrneyê, ji Trabzonê heta bi Îzmîrê û ji Amedê heta bi Stenbolê ji gelek bajarên Tirkiye û Herêmê bi deh hezaran kesan, bi coş destpê kir.

5'emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Sporê ya Arena ya Enqerê tê lidar  xistin. Ji serê sibehê saet derdora 8.30’an ve bi hezaran kes ji hêla Parka Ciwanan bi dirûşm û alayên HDP’ê ketin eywana kongreyê. Di dema ketina eywanê de dirûşmên “Bê Rêber jiyan nabe” û “HDP gel e û gel li vê derê ye” berz kirin. Jinên bi şaxên zeytûnan ku sembola aştiyê ne ketin eywanê, li dijî zextan peyama têkoşînê dan.  Beşdaran li eywanê peyamên “HDP gel e û gel li vê derê ye” û “HDP hêvî ye û hêvî li ser pêya ne” dan. Her wiha bi daxwaza azadiya girtiyan û yên înfaza wan hatine şewitandin jî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Beşdarên ku bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, dirûşmên “Bijî Rêber Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 

Di encama kongreyê de wê Hevserokên HDP'ê werin hilbijartin

Di kongreyê de 1050 delege wê dengê xwe bidin. Di encama kongreyê de wê ji bo Meclîsa Partiyê 100 kesên esîl, 50 kesên cîgir û 30 kesên fexrî bêne hilbijartin. Her wiha wê Hevserokên HDP'ê di encama kongreyê de werin hilbijartin.

Li kongreyê ruhê hevpar

Tevî siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, parlamenterên berê yên HDP'ê Abdullah Zeydan, Adem Geverî, Behçet Yildirim, Sirri Sureyya Onder gelek siyasetmedar tevlî kongreyê bûn.

Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên jinan û komeleyên ji gelên cuda beşdarî kongreyê bûn.

Xizmên girtiyan, malbatên hilbijartiyên girtî, malbata Şenyaşar û malbatên gelek kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin cihê xwe li kongreyê girtin.

Di kongreyê de HDK, KCD, DBP, ESP, EMEP, DHP, TÎP, TOP, BDSP, TSÎP, DSÎP, SODAP Û SYKP hatin temsîlkirin. Nûnerên partiyên Kurdistanî ku bi HDP'ê re tifaq kirine, beşdarî kongreyê bûn. Nûnerên KDP-T, KKP, PAK, Tevgera Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger, PSK, HAK-PAR û Partiay Azadî li kongreyê amade ne.

Ji partiyên li meclîsê jî Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP), Sekreterê Giştî yê Partiya Paşerojê (Gelecek Partî) Kanî Torûn, Alîkarê Serokê Giştî yê heman Partiyê Mûstafa Bîlîcî, endama Desteya Rêveber Nûray Sagiroglû, Seroka Polîtîkayên Jinê ya Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) Elîf Esen û Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Alîkarê Serokê Giştî Yê Partiya Saadetê Fatîh Aydin û endamê wê yê Desteya Îdarî ya Giştî Suleyman Tekbaş, Serokê Yekîneya Koordînasyona Astengdaran a Yenîden Refah Partîsî Davût Konakçi û Wekîlê Serokê Giştî yê Tek Partî Suleyman Yagcioglû li gel heyeta pê re beşdarî kongreyê bûn.

Di serî de Ewropa ji gelek deverên cîhanê jî tevlîbûneke xurt li kongreyê heye. Hin ji wan wiha ne:

Nûnerên Partiya Komunîst a Katalan, Partiya Çep a Ewropayê, Tifaqa Azadî ya Ewropayê (EFA), Antî Kapîtalîst a Nû ya Franayê, Partiya Çep a Swêdê, Partiya Kesk a Norwêcê, SolKurd a Norwêcê, Partiya Sosyalîst a Holandayê, Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarkayê, Tifaqa Çep a Fînlandiyayê, Bask Bîldû, endamên Parlamenta Katalan, CUP, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Demokratîk a Îtalyayê, SYRÎZA, Çep a Parlamenta Ewropayê, Sendîkaya Unîte ya Brîtanyayê, Koma Çep a Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Rosa Lusembûrg Stîftûng, Partiay Karker a Brîtanyayê.

Partiya Karker a Cezayîrê, Partiya Rêya Demokratîk a Fasê, Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Fasê, Partiya Pêngava Gelê min a Tûnisê, Tevgera Hewldana Neteweyî ya Fîlîstînê, Partiya Komunîst a Lubnanê, Koalîsyona Gel a Sosyalîst a Misrê, Jinên Ereb ên Urdunê, Rêxistina Mafên Mİrovan a Fasê, Berdevka Bakurê Efrîkayê ya Rojhilata Navîn a DKY, Komîteyên Jinê yên Fîlîstînê, Partiya Demokratîk a Gel a Urdunê, Saziya Çavdêriya Jinê ya Cezayîrê ku endamê Koma Herêmî ya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî ye, Komeleya Edaletê û Efîra Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Berê, Partiya Yekîtiya Gel a Urdunê, Tevgera Pêşverû ya Qûweytê.

Ji Başûrê Kurdistanê Hizbî Zehmetkêşan, Hizbî Şûî ya Kurdistanê, Bizûtneweyê Rizgari Demokratî Kurdistan, Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê, Yekitiya Neteweyî Demokrat a Kurdistanê.

Beriya destpêkirina kongre berxwedaniya li girtîgehan hat silavkirin, banga têkoşîna hevpar hat kirin.

Kongre bi çoş destpêkir

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi çepik û tilîliyan ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Ji bo Dîwana Kongreyê Cîgirê Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dersim Dag, Serpîl Kemalbay û Necdet Îpekyuz hatin hilbijartin.

Kongre piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan destpê kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di destpêka axaftina xwe de kongre hemû beşdarên pîroz kir û wiha axivî: “Me li ber kesî çok venedan. Em sozê didin ku me heta niha serê xwe li ber kesî netewandiye û ji vir pê ve jî natewînin. Em ê bi hev re welatekî dewlemend û civakî demokratîk û dadmendiyê ava bikin, ku her kes bi awayekî adil parve bike, keda wan tê de were xelatkirin, hilberîner û kedkar li wir xwedî gotin û biryar bin û feqîriya jinê tê de bi dawî bibe.

“Em ê edaletê pêk bînin”

Ji bo Emîne Şenyaşar a berxwe dide, ji bo dayikên Şemiyê, ji bo malbatên Gezî, Çorlu, Soma û Roboskî, ji bo dayikên di nobeta edaletê ya girtiyan de ne, ji bo hemû jinên ku ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin û rastî şîdeta mêr tên, ne lêgerin edaletê kirin, em ê edaletê binin rewşa jiyan kirine.

Gelên Tirkiyeyê ne mehkûmê îktîdara krîzê û ne jî bi polîtîkaya restorasyonê ne. Siyaseta ku ne îdiaya guhertina sîstemê ye, bi armanca destxistina desthilatdariyê nikare pêşerojeke nû pêşkêş bike. Cihê kesên ku dixwazin xwe di pêşerojeke nû de bibînin HDP’ê ye.

"Çareserî em in"

Hûn nikarin bi polîtîkayên şer û îmhayê rastiya pirsgirêka Kurd û destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Îradeya gelê Kurd a di siyaseta demokratîk de û têkoşîna mezin a demokrasiyê ya bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re mil bi mil tê meşandin, dê di pêşeroja vî welatî de jî bibe diyarker. Dîrok û ba li gel me ye. Pêngavên çareseriyê hemwelatîbûna wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê, demokrasiya xurt û ji holê rakirina zirarên darazê avadike ye. Cihê çareserî parlamento ye. Çareserî em in, çareserî gelê me ye.”

“Em ê nehêlin ku bêçaretî vî welatî sed salêk din jî dîl bigre”

Piştî pervin Buldan Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî xêrhatina hemû beşdarên kongretê kir û wiha axivî: “Divê hemû mehkûmî û dozên siyasî bi encamên xwe re ji holê were rakirin û dawî li rejîma qeyûm bê anîn. Cihê ku dê ev bên nîqaşkirin û pêkanîn divê parlamento be. Ji bo ku bibin aîdê civakê divê îradeyeke xurt a aştî û çareseriyê bikeve pratîkê. Soza me ji gel re heye. Em ê nehêlin ku bêçaretî vî welatî sed salêk din jî dîl bigre. Helwesta me ya di hilbijartina serokomariyê de diyar e.”