‘PDK’ê bi Hevpeymana 9’ê Cotmehê gef li civaka Êzidî dixwe’

Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî da zanîn ku xeteriyên pir mezin li ser civakî Êzidî hene û PDK’ê bi Hevpeymana 9’ê Cotmehê gef li ser civaka Êzidî dixwe.

CÎHAN ZEMO

Şengal – Di demên dawî de li Şengalê zêdekirina hêzên artêşa Iraqê, biryara derheqê vegera koçberan a Wezareta Koç û Koçberan û ji bo bicîhanîna Hevpeymana 9’ê Cotmehê gefên ji aliyê PDK’ê ve tên kirin, di nava civaka Êzidî de dibin sedema fikar û nerazîbûnan.

Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî derbarê geşadanên dawî yên li herêm û li Şengalê diqewimin de ji ajansa me re axivî.

‘Planên êrîşkirinê ser Êzîdiyan hene’

Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de girîngiya pêvajoya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bibîr xist û wiha got: Bi giştî Rojhilata Navîn, cihan di qonaxek gelek dîrokî û girîng re derbas dibe. Bi taybetî jî li Kurdistanê nêzî salek e bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ev pêvajoya girîng û dîrokî herî zêde Şengalê eleqedar dike. Civaka Êzidî piştî fermanê bi sedhezaran ji cih û warê xwe koçber bûn. Heta îro jî gelek kes hê venegeriyane ango bi hezaran hê jî koçber in. Ji ber vê li ser civaka Êzidî û Şengalê planên qirêj, plana êrîşkirinê heye.”

Başûrê Kurdistanê bi tevahiya partiyên xwe di nav vê hevpeymanê de ne

Suham Şengalî diyar kir ku di demên dawî de ji aliyê hinek kesan ve li ser civaka Êzidî gef tê xwarin û wiha pê de çû: Herî dawî serokwezîrê dema borî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftinên xwe de pir aşkera gef li Şengalê xwar. Bi taybetî li ser mijara bicîhanîna Hevpeymana 9’ê Cotmehê ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hat îmzekirin de. Bi vê hevpeymanê Hikûmeta Iraqê xwest piştgiriya dewletên derve jî bigre. Dewletên ku fermana 74an weke jenosîd nas dikirin jî di nav de, gelek dewletan ji bo Şengalê weke çareserî Hevpeymana 9’ê Cotmehê pejirandin. Ruxmê ev hevpeyman ne bi îradeya civaka Êzidî bû. Ji roja ev hevpeyman hat îmzekirin ve heta roja me îro di serî de jin û ciwan, hemû civaka Êzidî li beramberî vê hevpeymanê derket. Ji ber xeteriyên vê hevpeymanê bi qasî xeteriyên Fermana Tebaxa 2014an mezin bûn, civaka Êzidî vê hevpeymanê weke fermanek qanûnî pênase kir.”

Hevpeymana 9’ê Cotmehê îradeya civaka Êzidî temsîl nake

Suham Şengalî destnîşan kir ku bi vê hevpeymanê dixwazin Şengalê veguherînin beriya fermanê û wiha got: Wek ku tiştek li vir neqewimî be, xiyanet li vê civakê nehatibe kirin, dixwazin careke din Şengal bikeve bin serweriya hêzên wek PDK’ê û Hikûmeta Iraqê. Bêguman civaka Êzidî vê yekê qebûl nake. Di vê pêvajoya ewqas girîng de ku carna nûnerên Herêma Kurdistanê daxuyaniyên piştgiriya vê pêvajoyê didin û banga yekitiya Kurdan dikin, ji aliyekê ve jî planên xeter li ser civaka Êzidî bi pêş dixin. Divê ne tenê civaka Êzidî hemû civakên Kurdistanê bizanibin ku heta planên wisa li ser civaka Êzidî, li ser Şengalê hebin tu kes nikare behsa nêzikatiyek dirust a vê pêvajoyê bike. Ev hevpeyman bi tu awayî îradeya civaka Êzidî nas nake. Êdî civaka Êzîdî hişyar bûye û wê bi bi planan neyên xupandin.”

PDK ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî naxwaze koçber vegerin

Suham Şengalî da zanîn ku di biryara Wezareta Koç û Koçberan de destê PDK’ê heye û wiha got: Li gorî biryara hatiye girtin eger heta dawiya salê koçber venegerin cih û warê xwe wê bibin niştecihên cihên ku lê koçber bûne. Bi tevahî di vê biryarê de destê PDK’ê heye. Ji ber ku di dema dawî de serokwezîrê dema borî yê Herêma Kurdistanê axivî û wiha got: “Ger biryarên hevpeymanê bi cih werin koçber dê vegerin” Tê xuyakirin PDK ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî naxwaze koçber vegerin.

Suham Şengalî din ava gotinên xwe de dest nîşan kir ku PDK’ê ji alîkariyên ku ji bo civaka Êzîdî dihatin şandin gelek sûd digre. Suham li gotinên xwe zêdekir ku ji ber vê PDK’ê naxwaze koçber vegerin cih û warên xwe û wiha domand: “Civaka Êzidî pêwîst e van heqîqetan bizanibe. Wezareta Koç û Koçberan bi serê xwe ev biryar nedaye. Beriya niha wezaretê destnîşan kir, heta doz vekir PDK nahêlin koçber vegerin. Sedema mayîna ewqas koçberan li kampan PDK bi xwe ye, ji ber hatina wan ew bi xwe asteng dike. Biryara ku wezaretê girtiye li ser esasê berjewendiyên PDK’ê ye. Ev yek ji xwe diyar e.”

Pêwîst e civaka me ya Êzidî vegere ser cih û warê xwe

Suham Şengalî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku biryarên li ser Şengalê tên girtin biryarên siyasî ne û wiha got: Berê jî ji bo mijara hilbijartinan di navbera Haştî Şabî û PDK’ê hevpeyman çêbû. Em dizanin ev biryar jî biryarek siyasî ye û ne tenê bi serê xwe girtine. Ev hemû jî ji bo civaka Êzidî xeteriyên gelek mezin in. Pêwîst e bi taybetî civaka me hîn jî li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin vê heqîqetê bizanibin. Rojek nîne ku civaka me ya li wan kampan dimînin, rastî xiyanetê, heqeretê û hemû kiryarên nebaş neyên. Pêwîst e civaka me ya Êzidî van kiryaran fêm bike. Her carekê li ser medyaya mecazî li civaka Êzidî gef tê xwarin, heqaret li wan tê kirin û hwd. Li beramberî civaka Êzidî ewqas bi kîn in ku ev bi xwe xeteriyên herî mezin nîşan dide. Pêwist e civaka me ya Êzidî neyê van lîstokan û vegere ser cih û warê xwe. Hinek kesên li kampan dibêjin heta PDK venegere Şengalê em jî venagerin. Diyar e wan kesan xwe firotine û xiyanetê li civaka xwe dikin. Pêwist e civaka me vê xeteriyê bibînin û vegere cih û warê xwe. Em li kîjan serdemê binêrin dibînin ku civaka Êzidî her dem bi xwe îdareya xwe kiriye. Dema Sedam civaka Êzidî ji çiyayan daxist di komelgehan de bi cih kir, ma di komelgehan de ji wan re xanî çêkir? Na, wan bi derfetên xwe malên xwe ava kir. Divê civaka Êzidî bibe hêz, îrade û vegere cih û warê xwe. Bangawaziya me ji civaka me re ew e, bila li benda mineta tu kesê nemîne û vegere, bi xwe debara xwe bike, jiyana xwe ava bike.

Bi qasî artêşa Iraqê li Şengalê ye li cihekî wekî Parêzgeha Enbarê de nîne

Suham Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser zêdekirina artêşa Iraqê li Şengalê ya di demên dawî de û wiha got: Nêzîkatiyên Hikûmeta Iraqê yên li hemberî civaka Êzidî nêzîkatiyên dijminane ne. Di meha Adarê de 5 endamên YBŞ’ê hatin girtin, wan şervanan di fermanê de bi DAIŞ’ê re şer kiribûn, heta niha jî nehatine berdan. Di demên dawî de artêşa Iraqê her roj çekên giran derbasî Şengalê dike. Cihê ku herî zêde DAIŞ tê de heye parêzgeha Enbarê ye. Bi qasî artêşa Iraqê li Şengalê heye. Di erdnîgariya Iraqê de Enbar parêzgeha herî mezin e. Ji nava sûkan bigre heta serê her kolanê  leşkerên Iraqê bi çekên xwe di nav gel, jin û zarokan de digerin. Tê zanîn fermanê di civakê de travmayek gelek mezin ava kiriye û yên vê dikin bi zanebûn wisa dikin ku ev travma neyê derbaskirin. Em dizanin ev tişt hemû bi destên PDK’ê tên kirin. Jixwe herî dawî dema li Şengalê gef xwarin, bi xwe gotin bila Hikûmeta Iraqê bikeve tevgerê. Tê xwestin ku Hikumeta Iraqê li ser Şengalê êrîş bike ku rê pêşiya PDK’ê bê vekirin û PDK biryarên hevpeymanê bi cih bîne. Bi van nêzikatiyan Hikûmeta Iraqê wekî hemwelatiyên xwe nêzî vê civakê nabe.”

DAIŞ’iyên tên berdan li ku derê bi cih dibin?

Suham Şengalî di axaftina xwe de behsa serbestberdana DAIŞ’iyan kir û wiha got: Her roj bi sedan DAIŞ ji zindanan serbest berdidin. DAIŞ’iyên tên berdan jî di nav sazî û dezgehên dewletê de cîh digirin. Bi berpirsiyarên hikûmetê, îstîxbaratê û artêşê re rehet tevdigerin. Heta herî dawiyê de ji bo hilbijartinan hewldan ku bibin namzet. Bi vê efûya giştî ya Iraqê de 33 hezar mirov hatine berdan û ji van tê gotin 24-25 hezar ji wan DAIŞ’î ne. Ev rewşeke pir bi xeter e. Ev DAIŞ’iyên tên berdan li kuderê de bi cîh dibin?  Wisa bi komî tên berdan lê carekê de li ortê de wenda dibin. Ev rewş ji bo hemû Iraqê metirsiyek e. Heke carek din DAIŞ’î dest bi êrîşan bike gelo wê tenê êrîşî Şengalê bike? wê carek din êrîşî Mûsilê, Tilaferê, êrîşî Başûrê Kurdistanê û her deverê Iraqê bike. Ji ber vê jî pêwîste civaka Êzidî li beramberî van xeteriyan şiyar bin.”

Pewîst e civaka Êzidî parastin û rêxistinbûyina xwe xurt bike

Suham Şengalî bal kişand ser name û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji bo Şengalê şandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: Rêber Apo di nameyên xwe de ji bo civaka Êzidî her vê hişyariyê dike û dibêje pêwist e civaka Êzidî parastina xwe ya cewherî xurt bike, rêxistinbûyîna xwe xurt bike. Ev mijarên gelek girîng in. Divê em bikaribin bi perspektîfên Rêber Apo li hemberî van xeteriyan şiyar bin û rêxistinbûna xwe mezintir bikin. Pêwîst e helwesta civaka Êzidî û jina xurttir be. Em careke din bang li civaka xwe ya li kampan dikin ku vegerin ser axa xwe. Em bang li hemû civakên Kurdistanê jî dikin ku ger alîgirên vê pêvajoyê û aştiyê bin pêwîst e li hember polîtîkayên Başûrê Kurdistanê yên li ser civaka Êzidî bê helwest nemînin.”