"PDK divê li gorî girîngiya pêvajoyê tevbigere"

Endama Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gulistan Etî siyaseta PDK’ê rexne kir û anî ziman ku divê PDK siyaseta xwe ji bo berjewendiyên gelê xwe û demê bimeşîne.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê Partiya serwer û sereke ye, ji ber wê jî li hemberî êrîşan helwesta xwe diyarkirin herî zêde ji wê tê hêvîkirin. Di dema ku dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên leşkerî yên bejahî û hewayî kir û bi dehan baregehên xwe yên leşkerî li herêmên stratîjk ava kiriye, PDK bê helwest dimîne û nerazîbûna xwe nîşan nade. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên a Sûriyeyê (PDKS) a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Etî, siyaseta PDK`ê û rewşa Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. 
"Divê helwesta Partiyên li Başûr diyar be"
Gulistan Etî di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên dewleta tirk yên li ser xakên Başûrê Kurdistanê û got: "Êrîşên dewleta tirk ên li ser xakên Başûrê Kurdistanê cihekî girîng di rojevê de girtin, ew êrîş jî bi tu şêwazî nayên pejirandin. Ji ber vê divê hemû partiyên siyasî yên Kurd helwesta xwe li hemberî van êrîşan nîşan bidin. Bi taybetî jî Partiyên li Başûrê Kurdistanê û di nav de PDK. Divê ji her kesî zêdetir Partiyên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe li hemberî wan êrîşan ragihandana. Gere ew partî berjewendiyên gelê xwe bingeh bigirin û li gorî vê yekê kar û xebatên xwe bidin meşandin. Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi hemû rengên êrîş û ziyanê re rû bi rû man. Ji lewre divê Partiyên li Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser xakên xwe qebûl nekin û red bikin."
"Dem dema pêkanîna yekitiya Kurdan e"
Gulistan ê di domandina gotina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan û wiha pê de çû: "Em dibînin ku PDK bi nêzikatiyên xwe yên teng li gorî berjewendiyên xwe yên partiyê tev digere. Di heman çarçoveyê de hikûmeta Iraqê jî heman nêzikatiyan nîşan dide divê ew jî xwedî bertek bin. Pêwîst e hikûmet parastina ax û gelê xwe bike û rê li ber êrîşên li ser xakên xwe bigre. Em niha di pêvajoya diyalogên Kurdan ên bi hev re de ne êdî dem dema pêkanîna yekrêziya Kurdan e. Divê em wekî partiyên siyasî yên li Kurdistanê hêvî û daxwazên gelê xwe pêk bînin. Ancax em bikaribin bi vî rengî komployên li ser xwe vala derbixin, parastina destkeftiyên Kurdan bikin û xwedî li xwîna pakrewanan derkevin. Ji ber vê divê em doza Kurdî bikin armanca xwe ya sereke û berjewendiyên xwe yên kesayetî bidin aliyekî."
"Pêwîst e PDK helwesta xwe diyar bike"
Gulistan Etî bang li PDK`ê kir ku siyaseta xwe sererast bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "PDK siyaseteke çewt û şaş dimeşîne. Li hemberî van êrîşan bê helwest dimîne û gelek caran xwe wekî ji rewşê bê agahî be nîşan dide. Dewleta tirk dijminê gelê Kurd e, ji destpêka dîrokê ve heta niha ev wiha ye, ji ber vê heger di roja îro de jî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hebin, ev yek riya ber bi qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê ve nîşan dide. Ji ber vê divê PDK siyaseta xwe sererast bike û li gorî pêvajoyê tevger bike. Baweriya me heye ku wê serkeftin a me be, çawa ku me DAIŞ`ê tune kir em ê bikaribin êrîşên dewleta tirk jî têk bibin."