"Partiyên ku jin tê de tune ne, partiyên kêm in"

Siyasetmedara ji Lîbyayê Fethiya Menfûr Elî El-Emîn destnîşan kir ku partiyên jin di nav de cih nagtin partiyên kêm in.

ÎBTÎSAM EXFÊR

Bînxazî - Jinên ku ji gelek qadên jiyanê hatine dûrxistin, ji siyasetê heta hunerê, ji aborî heta hiqûqê, ji dîrokê heta îro di gelek qadan de têkoşîna hebûnê didin. Piştî şoreşa Sibata 2011’an li Lîbyayê, partiyan çalak bûn û tevgerên wan ji nû ve derketin holê û pêvajoya amadekariya hilbijartinan ku dihat payîn di 24’ê Kanûna sala borî de bihata lidarxistin, di warê siyaseta welêt de di warê siyasî de lez û bez zêde kir. Seroka Daîreya Perwerde û Xizmetên Civakî ya Partiya El Karame ya ji Lîbyayê Fethiya Menfûr Elî El-Emîn jî têkildarî di qadên heyî de bi taybet di qada siyasî de hebûna jinan a li Lîbyayê ji ajansa me re nirxandin kir.

"Divê jin di avakirina partiyan de xwedî rolek sereke bin"

Rêvebira Beşa Perwerde û Xizmetên Civakî ya Partiya El-Kerame ya Lîbyayê Fethiya Menfûr Elî El-Emîn destnîşan kir ku rola jinan pir girîng e û wiha got: "Divê jin di avakirina partiyan de xwedî rolek sereke bin, nemaze dema ku ew ji wêneyê qalibê ku ji hêla civakê ve ji bo wan  hatî xêz kirin derbikevin û bibin rêveberiya weke Daîreya Perwerde û Xizmetên Civakî an jî Daîreya Çavkaniyên Mirovî ya ku bi perwerdekirin û rêvebirina endamên partiyê bi çanda partiyan re têkildar e, ku ev çalakiyek nû ya siyasî li Lîbyayê ye, bikin. Jin jî bi perwerdekirina kedkaran li ser mekanîzmekê û avakirina ekîbên xebatê di nava partiyê de dikarin çanda partiyan dewlemend bikin û di navbera wan de diyalogê çêkin. "

"Jin dikarin li her derê rola xwe bilîzin"

Fethiya Menfûr Elî El-Emîn anî ziman ku divê jin rola xwe ya di civakê de bi hemû hêza xwe bi cih bîne û cihê ku tê de ye bi şiyan, zanîn û şarezayiyên xwe yên zanistî tijî bike û bi çi astengî re rû bi rû bimîne jî li ser xebatê berdewam be û dev jê bernede û wiha axivî: "Divê jin bi tiştên ku pêşkêş dikin bi hêza xwe bawer bin. Partiyên ku jin tê de tune ne partiyên ne temam in, ji ber ku civak li ser du baskan jin û mêr ava bûye, bêguman partiyek bi yek baskê wê bi ser nakeve. Jin jêhatî ne û dikarin li her derê rola xwe bilîzin. Piraniya serkeftinên ku em niha di perwerdehî an zanîngehan de dibînin serkeftinên jinan in."

"Jin di hemû warên jiyanê de cih digrin û em bi wan serbilind in"

Fethiya Menfûr Elî El-Emîn da zanîn ku jin ketine hemû warên jiyanê û wiha got: "Efserên jin di artêşê de hene û em bi wan serbilind in û her wiha jin balafiran diajon û di warê tenduristî, yasa û endazyarî de serketî ne, ji ber wê nabe ku jin tenê bi karên civakî bên sînordarkirin, ev ramanek kevn e û divê ji holê were rakirin. Di destpêkê de ji min re pêşniyar kirin ku ez di partiyê de buroya jinan bigirim, lê min ji wan re got ku ez pisporê çavkaniyên mirovî ne û ez tercîh dikim ku beşdarî avakirina vê partiyê, pêşxistina kadroyên wê, birêvebirina wê bikim dê rola min li vir ji birêvebirina buroya jinan bi bandortir be."

"Em pêşwaziya hêmana jin dikin, nemaze yên ku dixwazin xwe bi pêş bixin"

Fethiya Menfûr Elî El-Emîn bi lêv kir ku ew niha hewl dide ku jinên ciwan bikişîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez bi gelemperî piştgîriya pêkhateyên ciwan dikim, çi mêr bin, çi jin bin û em di nav partiyê de erkan ji wan re diyar dikin û dibe ku kar li ser safîkirina kesayetiya wî ji bo beşdarbûna di hilbijartinên bê de were kirin û em pir pêşwaziya hêmana jin dikin, nemaze yên ku dixwazin xwe hîn bikin û xwe bi pêş bixin."

"Partî dikarin bi perwerdekirin û jêhatîkirina jinan piştgiriyê bidin jinan"

Fethiya Menfûr Elî El-Emîn eşkere kir ku ew hîn endama nû ya partiyê ye, ji ber ku wê hêj rêjeya jinên tê de nenêriye, lê ew kar li ser wê yekê dike da ku korsên perwerdeyê bide destpêkirin û ya yekem dê derbarê plansaziya stratejîk be û paşê qursa avakirina tîmê ye û wiha axivî: "Li ser çanda partiyê semînerek heye ku dê di demek nêzîk de were lidarxistin. Partî dikarin bi perwerdekirin û jêhatîkirina jinan, bi taybetî jinên ciwan, piştgiriyê bidin jinan. Armanca min ya sereke xizmetkirina welatê min e û ez hewl didim ku hêmanên baş pêşkêşî meqamên serwerî û serkirdayetî bikim û giraniyê bidim avakirina mirovekî nû."