Parêzer Çirû Şiwanî: Tecrîd ne zagonî ye

Parêzer Çirû Şiwanî diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne zagonî ye û da zanîn ku planên li dijî gelê Kurd bi pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê berdewam dikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Tevî hemû serlêdanên ku ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” yan tên astengkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Her wiha şandeya CPT’yê ku di navbera rojên 20-29’ê îlonê de hatibû Tirkiyeyê, çûbû serdana Îmraliyê, ragihandibû ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 13’ê cotmeha 2022’yan de bi rayedarên CPT’yê re hevdîtineke rû bi rû kirin û dan zanîn ku CPT’yê der heqê şert û mercên Ocalan de agahî nedaye wan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî agahiyên ber destên wan, di dema serdana CPT’yê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derneketiye hevdîtinê.

Parêzer û Endama Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan Çirû Şiwanî bal kişand ser pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê pêk tê, bang li gelan kir ku li dijî tecrîdê xwedî helwest bin.

‘Gelên cîhanê pergala ku Rêber Apo ava kiriye dixwazin’

Çirû Şiwanî der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir ku bi vê tecrîdê Rêberê gelê Kurd ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin û wih got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ne tiştek ji rêzê ye. Îro cîhan bi riya sîstema sermayedar û desthilatxwazan tê birêvebirin, ev sîstem bi temamî hatiye hilweşandin û gel ji vê sîstemê nerazî ye. Gel sîstema ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin dixwaze. Rêber Ocalan her dem hewl da bi awayek aştîxwazane doz gelê Kurd çareser bike, ji ber ku ger bixwazin cîhan di aştiyê de be divê destpêkê doza gelê Kurd were çareserkirin.”

‘Peyama Rêber Ocalan her dem berxwedan e’

Çirû Şiwanî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya doza Kurd her dem di nava hewldanan de bûye û wiha got: “Rêber Apo bi plan radestî dewleta Tirk hat kirin û niha jî armanc bi tecrîda girankirî ew e ku sîstema sermayedar bide pejirandin lê belê Rêber Ocalan vê yekê red dike û ji bo hemû cîhanê peyam dide ku divê her dem berxwedaniyê bikin.”

Çirû Şiwanî der barê hevdîtina CPT’yê de jî wiha got: “Mixabin rêxistina CPT’yê rêxistineke ku divê mafê girtiyên siyasî biparêze ye lê belê ew rêxistin jî bi erka xwe ranabe û tu raporê nade. Her çendî du caran hevdîtin li gel Rêber Ocalan kirine jî cara yekem gotin rewşa wî baş e û cara duyem gotin ku wî nedîtine. Ev helwesta CPT gelê Kurd xistiye bin gumanan ku dubare planek din li holê ye.”

Bêdengiya saziyên mafên mirovî

Çirû Şiwanî bi bîr xist ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nayê qebûlkirin û zilmek mezin e destnîşan kir ku di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd de jî hêzên navneteweyî xwedî roleke girîng in û wiha domand: “Di girtina Abdullah Ocalan de Tirkiye ewqas bandora wê tunebû, hêzên navdewletî wî girtin. Girtîgeha Îmraliyê ne tenê ji bo îşkencekirina Rêber Ocalan e, ji bo qirkirina tevahî gelê Kurd e. Rêber Ocalan hemû caran aştî ji bo çareseriyê daniye û ji bo rewşa niha ya Başûr, Rojavayê Kurdistanê her dem hewl daye çareserî bi aştiyane be, ji ber aştî peyama Rêber Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê ye.”

‘Azadiya wî ya fîzîkî dê rê li ber çareserkirina doza Kurd veke’

Parêzer Çirû Şiwanî wiha bi dawî kir: “Ya ku niha li hemberî Rêber Ocalan tê kirin, li dijî gelê Kurd tê kirin. Ji ber wê divê tevahî gel xwedî helwest bin û li hemberî vê tecrîda li ser Rêber Ocalan bisekinin divê yek deng û yek rêz bin û ji bo azadiyê hewl bidin da ku careke din dîroka nexweş dubare nebe. Ji ber doza Rêber Ocalan, doza gelê Kurd e.”