Nûnertiya Jinan li Parlamentoya Cezayîrê de

Her çiqasî di parlementoya Cezayirê de hebûna jinan ji bo destkeftiyên qanûnî xwedî girîngiyek be jî lê parlementerên jin gelek astengiyan re rû bi rû dimînin.

RABIA XURAYS

Cezayîr – Bi nêzbûna dawîbûna dema parlementoya niha (2021-2026) û nêzî du meh ji hilbijartinên parlomentoyê re mayî, pirsa ku di Meclîsa Gel a Neteweyî (Çengê xwarê yê Parlementoya Cezayîrê) de jinan kijan destkeftî bi dest xistine dîsa anî rojevê. Tevî ku hejmara parlementerên jin li gorî ya mêran kêm e, kariye ferqê ava bike? Rastî kîjan astengiyan hatine?

Endama dayîmî ya Yekîtiya Parlementoya Efrîqa û parlementera Meclîsa Gel a Neteweyî Zekiye Buktuşa bi gotina: “Kêmbûna hejmarê nayê wateya kêmbûna bandorê.” Serkeftinên jinan di parlementoyê de nirxand û got: “Her çend hejmar kêm be jî têkoşîna jinan a perlementer bi awayek bi hêz hem bi pêşnûmepirs, hem bi helwdana çêkirina zagonan û kontrolê, her wiha bi beşdariya aktîf a di komîsyona dayîmî de dom kir.”

Di dema 9’an a çêkirina destûrê de, temsîla jinan bi awayek cidî paş ket. Hejmara parlementerên jin di demên berê de (2012-2017’an) de bi ser 100’an re bû, divê demê de ji 407 kursiyan tenê bû 32.

Zekiye Buktuşa got: “Parlementerên jin ên Cezayîr di dema heye de du caran di erkên alîkariya Serokê Meclîsa Gel a Neteweyî de hatin hilbijartin. Her wiha Komîsyona Telekominikasyon û Agahîdayîn û Gihandin û Komîsyona Plankirin û Sanayî û Pêşketinê di nav de li pey hev serokatiya du komîsyonên dayîmî kir. Lê tevî vana ev temsîl hê kême.”

Temsîla kêm

Zekiye Buktuşa diyar kir ku jin hem di pozîsyonên lîdertî ya parlementoyê, hem jî di peywirên hikûmetê de qasî tê xwestin nehatine temsîlkirin û got: “Hebûna jinan a di parlementoyê de, tayîsîna rêjeya kêm a beşa çêkirina destûrê ye. Di dema 9’an a çêkirina zagonan de tenê 32 parlementerên jin hene . Temamiya van jinan di komîsyona 11’an a dayîmî de erk dikin û her wiha di komîsyonên dostaniyê yên bi parlementoyên cûda re hatî avakirin de cih digrin. Pergala kota di nava beşa çêkirina zagonê de, di aliyê ku bi wate pêkanîna temsîlê, mekanîzmayek bi bandore.”

‘Hejmara jinan kême’

Zekiye Buktuşa hebûna jinan a di parlementoyê de wek ‘temsîla bi kalîte’ bi nav kir û ev mînak da: “Di heman demê de wek serokatiya komîsyona aborî ya parlementoya Efrîqa, ji heman saziyê serokatiya komîsyona jinê hatin hilbijartin. Her wiha serokatiya komîsyona parlementerên jin a Yekîtiya Parlementoyên Efrîqa bi dest xistin. Ji derveyî vê di Teşkîlata Hevkariya Îsalamê de erkên wek serokatiya Komîsyona malbat, jin û mafê mirovan girtin.”

Zekiye Buktuşa têkildarî temsîla jinan di asta hikûmetê de wiha got: “Hejmara jinên parlementer di tebeqeya rêveberiyê de hê kême. Li pêşiya ji bo hevsengiyek tam were pêkanîna astengiyên cûda hene. Di serê vana de domandina zîhniyeta mêr ya erkê asta jor ya mêrane heye. Her wiha tora desteka siyasî ya jinan lewaze û mekanîzmayên hilbijartinê hertim wekheviya firsendan na teyîsîne.”

Destek ji jinan re nayê dayîn

Zekiye Buktuşa wek parlementerên jin astengiyên ku rastî tên wiha anî ziman: “Zoriyên ku di xebatên çêkirina zagonan de rastî tên gelek cûrên wê hene. Di serê van de pirsgirêka avakirina hevsengiya di navbera xebatên parlementoyê û berpirsyartiyê malbat û malê heye. Her wiha geştên dem dem û erkên derveyî welat parçeyek jêneveger a xebatên parlementoyê ye. Astengiyek din jî nêrîna civakê ya li beramberî jinê ye. Nêzîkatiya ku rola jinê tenê bi mal û malbatê ve sînordar dike, rola wê ya aktorek siyasî û bandora wê ya di pêvajoyên biryargirtinê de biçûk dike. Ev rewş derdikeve pêşberî hemû jinên ku dixwazin bikevin siyasetê, ji ber qadên siyasî, civakî û çandî ji jinan re wek pêwîst ne vekiriye.”

Di nava pirsgirêkên din ên jin rastî tên de, ‘kêmaniya torên bi bandor û destek bi hêz heye û piranî didestê mêran deye’ û ‘rû birû mayîna jinan dem dem li beramberî pêşdaraz û pirsgirêkên ku cidî nayên girtin’ cih digre.

Divê dema çêkirina zagonan de, parlementerên jin bi taybet pêşekî dayî pirsgirêkên civakî yên jinan. Yek ji van jî zêdebûna rêjeya hevberdanê ya piştî 50’î salî û bandorên ku ev di temenên bê de di jinan de bê ewlebûn û bê malî ava dike ye.   

Divê çarçoveyê de parlementerên jin, daxwaz dikin ku Zagona Malbatê ya Cezayîrê madeya 72’an ji nûve li ber çavan re derbas bike. Madeya mijara xeberê, neçar dike ku bav, dayîka ku xwedî welayetê ye avahiyek guncaw pêkbîne û anjî bedelê kîrê bide. Armanca bingehîn a madeyê, herçend parastina aramî û berjewendiyên zarok be jî, li gorî Zekiye Buktuşa: “Divê madeyê de gelek valetî heye, ji ber rewşa jinên di hevberdanê de yên temen mezin zêde berçav nagre. Îro gelek jin, piştî ku mafê welayetê winda dikin, rû birûyî pêşerojek ne diyarin.”

Nebûna desteka siyasî

Parlementera ku du deman ser hev parlementerî kirî Ferîde Gimra da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a jinên parlementer rastî tên ne sazûmaniyên zagonî ye, mekanîzmayên pêkanînê ne û got: “Pirsgirêk ne di zagonên derbarê jinan deye. Krîza bingehîn, awayê pêkanîna partiyên siyasî yên van zagonane. Jin hê di pozîsyonên lîdertiya parlementoyê de gelek sînordar cih digrin, berpirsên vê ji rêveberiya meclîsê zêdetir, partiyên siyasî ye. Partî firsendên rast pêşkêşî jinan nakin û nabin mekanîzmayên biryargirtinê.”

Ferîde Gimra destnîşan kir ku heta niha tu jin serokatiya koma parlementoyê negirtine û got: “Meclîsên hatine hilbijartin, saziyên demokratîk ên ku bi dengê rasterast ê gel ava dibe ye. Ji ber vê divê mekanîzmayên bi bandor ku temsîla jinan di van erkdan de bê garantîkirin were avakirin.”