Nezîfa Xelo:Em wekî rêveberî hewl didin daxwazên gelê xwe pêk bînin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nezîfa Xelo, teqez kir ku her dem aliyên derve hewl didin ewlehî û aramiya li Minbicê û hevgirtina niştimanî têk bibin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic – Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nezîfa Xelo, der barê bûyerên li Minbicê yên ku ji 31'ê Gulana borî ve dest pê kirin de dibêje ku aliyên derve hewl didin şerê mezheban derbixin da ku ewlehî û aramiya li Minbicê têk bibin û nakokî û nijadperestiyê di navbera mirovên li Minbicê de derbixin. Her wiha Nezîfa gel hişyar kir ku divê hay ji van hîleyan hebin.
Bajarê Minbicê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwediyê cihekî stratejîk e û gelek pêkhateyên wî hene. Nezîfa Xelo diyar kir ku niha Minbic ji çend aliyan ve tê hedefgirtin û wiha berdewam kir: "Ji hêla Tirkiye û şaneyên DAIŞ'ê ve tê hedefgirtin, ji bilî tevliheviyên ku rejîma Sûriyeyê di navbera gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de çêdike."
Nezîfa anî ziman ku bajarê Minbicê di dema rejîma Sûriyeyê û kontrolkirina çeteyên DAIŞ'ê de gelek zehmetî kişandiye û wiha pê de çû: "Digel salvegera kampanyaya rizgarkirina wê, van aliyan hewl dan destkeftiyên ku kampanyayê di derxistina DAIŞ'ê de bi dest xistine têk bibin."
“Gel ji polîtîkayên hilweşîner agahar e”
Nezîfa got ku kiryarên ji hêla hin mirovên Minbicê ve hatine kirin sîstematîkî ne û di berjewendiya dijmin de ne û wiha berdewam kir: "Em ji gel û eşîrên xwe bawer in ku ew ê nekevin nav hewldanên perçebûnê û nehêlin ku ev alî ewlehî û aramiya bajar têk bibin, ji ber ku armanca wan ew e herêmên me bê parastin bimînin û hevgirtina niştimanî têk bibin."
Nezîfa da zanîn ku ji dema şoreşa Sûriyeyê ya di sala 2011'an de dest pê kir û heta niha, gelek alî hewl didin destwerdanê bikin û şer û pevçûnê li herêmê gur bikin û awlehiya deverê têk bibin û wiha pê de çû: "Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, gel ji van polîtîkayên hilweşîner bêtir agahdar û haydar bûn."
Çend roj berê salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê (1'ê Hezîranê) bû. Piştî 73 rojan ji şer û fedakariyên gelê bajêr û şervanan, Minbic di 12'ê Tebaxa 2016'an de ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinan û Gel ve, ji çeteyên DAIŞ'ê yên ku di sala 2014'an de xistibûn bin kontrola xwe, hat rizgarkirin.
“Em hay ji daxwazên gele hene”
Nezîfa bilêv kir ku ew wekî rêveberî, hay ji daxwazên gelê xwe hene û wiha axivî: "Em wekî rêveberî, hay ji daxwazên gelê xwe hene û rêzê ji mafên gel re digrin, hewil didin ku  daxwazên wan pêk bînin û haya wan jê heye ku em tevî dijwariyan jî dixebitin ji bo ku daxwazên wan pêk bînin. Divê em bi hev re bisekinin da ku berjewendiya giştî biparêzin."
Nezîfa eşkere kir ku ew civînên xwe didomînin da ku tevliheviyên encamên felaketê bi xwe re tîne têk bibin û wiha pê de çû: "Em hewl didin hemû kesên ku dibin sedema tevliheviyê li herêmê, ceza bikin. Ji ber ku ew tenê dixwazin armanc û berjewendiyên xwe pêk bînin."
Nazîfa soz da ku dê destkeftiyên bi saya fedakariya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û wiha got: "Em bi yek ruhî li ser rêça wan dimeşin da ku ji gel re xizmetê bikin û ewlehiya wan ava bikin da ku ew bi azadî û aştiyê bijîn."