Newroz Ehmed: Çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû dê Erdogan jî li Rojava têk biçe

Endama Fermandariya Giştî ya QSD Newroz Ehmed geşedanên ku tên jiyîn nirxand û got: “Ger dewleta tirk êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike dê ev şer bi Sûriyeyê re sînordar nemîne û dê tevahî Sûriye, Tirkiye û Iraq jî ji vê yekê bi bandor bibe."

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Li tevahî cîhanê qeyran û aloziyên heyî bandorê li mirovahiyê dikin. Li gel qeyran û aloziya tevahî cîhanê, bi şerê Ukrayna û Rusyayê re şerê cîhanê yê sêyemîn ket qonaxeke nû. Şerê cîhanê yê sêyemîn her çiqas bi şerê Rusya û Ukraynayê re berê xwe dabe, Ewropayê jî weke navend li Rojhilata Navîn tê meşandin. Konsepta şerê cîhanê yê sêyemîn bi polîtîkayên guhertina demografîk dimeşîne. Her wiha li seranserê Kurdistanê êrîş û li hemberî êrîşan berxwedaneke bêhempa tê meşandin û mînaka vê berxwedanê jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pergala neteweya demokratîk tê jiyîn e. Lewre bi qasî berxwedan û pêşengiya wê ya li tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re dike, êrîş û gefên li ser herêmê ranewestiyane. Di van demên dawî de dewleta tirk gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe ji lewre Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) civînek awarte ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştî gefên dagirkeriyeke nû li dijî herêmê civînek awarte li dar xistin. Her wiha QSD’ê ji bo rewşa awarte bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Revêberiya Xweser re civînek li dar xist. Der barê van mijaran de Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed bersiva pirsên ajansa me da.

Mirov çawa dikare rewşa bi aloz û qeyrana ku tevahî cîhan dijî şîrove bike?

Şerekî giran bi destpêkirina bihara ereban re destpêkir û li tevahî cîhanê belav bû. Aloziyeke pir kûr li tevahî cîhanê tê jiyîn û pergala heyî ji vê aloziyê re nabe bersiv. Di nav hêzên cîhanî yên sereke de nakokî her diçe hîn zêde kûr dibe, şerê desthilatdarî û parvekirinê derdikeve û pirsgirêk di bingehê de nayê destgirtin û çareserkirin. Van hêzan, her çiqas xwestin vê şerê di herêmêk teng de sînordar bihêlin jî zehmet e ji ber ji hev ne qut e û qeyran pir kûr e. Bi rengekî xwezayî ev şer bandora xwe li tevahî cîhanê dike. Koçberiya ku çêdibe, rewşa tevahî cîhanê diguherîne. Mijara aborî li tevahî cîhanê pirsgirêka sereke ye û krîza aborî şer zêdetir kûr kir. Rûsya her tiştê xwe danî holê û ji bo xwe şerê hebûn û tunebûnê bi nav kir. Her wiha Ewropayê piştî şerê yekem û duyem careke din ji kûr û nêz ve şerek giran dît. Em vê şerê tenê bi Ewropayê nikarin sînordar bihêlin. Vî şerî bandora xwe li tevahî cîhanê kir û ji wan yek jî bandora xwe li Rojhilata Navîn kir û di nava Rojhilata Navîn de jî bandora xwe li Sûriyeyê kir. Hêzên sereke mîna Nato, Rûsya û hevalbendên xwe li herêma Sûriyeyê wek hêzeke di herêmê de ne û hebûna wan heye. Wek xaka Sûriyeyê demek dirêj e di nava şer de ye û di aliyê aborî û siyasî de bandor li wan kiriye û heta niha jî şer berdewam dike. Bi şerê Iraqê re xwestin, mudaxeleyek çêbikin lê ji ber bêçaretiyê ev yek dirêj û fireh bû. Çawa me şerê cîhanê yê yekem û duyem dît, yê sêyem jî li ser vê xakê tê jiyîn. Heta pirsgirêk di bingehê de neyê çareserkirin, bi leşkerî tenê zehmet e. Nakokî ewqas kûr bûye ku bê şer jî nabe. Ji ber ev hêz ji bo berjewendiyên xwe nêz dibin loma pirsgirêk di bingehê de nayê destgirtin loma alozî hîn kûrtir dibe û pirsgirêk êdî wek girêkekî kûr ji nav hev dernakeve. Niha rewşa heyî jî vê yekê dide diyarkirin ku herêm ber bi şerên hîn kûrtir ve diçe. Mixabin yên herî zêde ji vê şerê êşê dikşînin, gelên herêmê bi xwe ne, ji ber ku yên li ser vê axê dijîn û di her warî de di bin bandorê de dimînin gel e. Di dema borî de dema ku dagirkeriya tirk êrîşî xaka me mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî kir, me rewşa gel bi awayekî vekirî dît lê gelek kes vê yekê ji nedîtî ve hatin û tu helwest derneket holê. Ji ber ku vî şerê dûrî xwe dibînin û weke ku bandor li wan nake tê mêzekirin û li gor berjewendiyên xwe nêz dibin. Rewşa ku îro li vir tê jiyîn û xetera heyî, hemû hêzên heyî xwe li vir bi rêxistin dikin û li tevahî cîhanê belav dikin loma ev xeterî li ser tevahî cîhanê ye. Siyasetekî pir teng û li gorî berjewendiyan heye loma dihêle ku karesata mirovî zêdetir û xirabtir bibe.      

Êrîş û gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin divê ev êrîş û gef çawa bên xwendin?

Dewleta tirk dixwaze ji rewşa heyî feyde bigre û di çerçoveya berjewendiyên kûr û xeyalên xwe yên demdirêj de ku dixwest bi cih bîne, zindî bike. Valahiya ku di rewşa heyî de derketiye, dixwaze bi awayekî herî xurt jê sûdê bigre. Her wiha cihê xwe di NATO’yê de digre ji lewre dixwaze ji vê sûd bigre û hebûna xwe di herêmê de hîn berfireh û kûrtir bike. Bi aliyan re jî bi awayekî vekirî bazarên xwe bi armanca berjewendiyên xwe, li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Tişta ku berê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di demên dawî de jî dixwaze bike û sûd jê bigire. Dixwaze herêmên ku em tê de ne, heta Reqa, Heleb, Mûsil û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dewleta tirk kaxizan baş bi kar tîne û zafiyeta hêzan bi kar tîne. Tiştên ku bi kar jî tîne ne li gorî pîvanên exlaqî ne. Weke ku herêmên me ne ewle bin û bi ‘herema bi ewle’ vê planê bi pêş dixe. Her wiha di bin navê koçberiyê de, mirovan dixwaze li vir bi cih bike û gelê herêmê ji axa xwe wan bide koçberkirin. Me bi çavên xwe dît ku cihên dewleta tirk dagir kirine mîna Efrîn, Serêkanî, Bab û Idlib, di çi rewşê de ne. Kanê gelên vê herêmê li ku derê ne? Yên ku li cihên dagirkirî bi cih kirine kî ne? Çete ne û em dizanin cihê dagirkirî bûne navenda komên çete û vê yekê her kes dizane. Çete, dewleta tirk mîna welatê xwe bi nav dikin û berê xwe didin dewleta tirk. Em dizanin çete hemû xwe li van herêman belav dikin. Ji bo wan gel koçber bibe jî ne pirsgirêk e. Em dibînin, ji tevahî Sûriyeyê mirovan berê xwe dane Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ger şerek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bikeve rewşek bi xeter derdikeve holê. Dê ew şer pir mezin û dijwar be. Dê ev şer bi Sûriyeyê re sînordar nemîne û dê tevahî Sûriye, Tirkiye, hêzên cîhanî û Iraq ji vê yekê bi bandor bibin. Bi êrîşek nû re dê gelê herêmê nikaribe rake û dê ji kontrolê derkeve û dê tevahî welatên cîran jî jê bi bandor bibin. Niha qeyrana aborî û siyasî tê jiyîn û dê rewşek xirabtir derkeve holê. Projeya neteweya demokratîk pirsgirêka heyî ji holê radike û gel nêzî hev dike. Herêma me projeya heyî parast û gelê herêmê bi hev re dijî. Modela çareseriya herî rast û xurt neteweya demokratîk e. Lê rewşa heyî û gefên dewleta tirk ber bi aloziyek xirabtir û kûrtir ve dibe. 

Li dijî êrşên dewleta tirk helwesta hikûmeta Şamê di kîjan astê de ye?

Gef û êrîşên dewleta tirk ne nû ne û nesekiniye û di her demê de aniye ziman. Di van demên dawî de hîn zêde bi nav dike, ji ber qeyrana hundirîn heye û hîn zêde kûr dibe da ku ji vê qeyranê derkeve, pêdiviya wan bi serkeftinek nû heye. Erdogan ji bo ku temenê xwe dirêj bike, dixwaze dest bi pêngavek nû bike, dixwaze ji aliyan sûdê bigre û bi erêkirina wan dixwaze êrîşek nû bi pêş bixe. Piştî ku tehdît û gef zêde bûn, em jî ketin nav diyalog û danûstandinê. Hemû hewldanê me ew in ku şerek wiha bi pêş nekeve, çi dikeve ser milên me, em amade ne. Em ji aliyan re metirsiyên xwe û encama ku ji şer derkeve radigihînin. Em jî perçeyek ji axa Sûriyeyê ne ji lewre ji bo çareserî di yekbûna Sûriyeyê de pêk were, em di nava danûstandinê de ne. Piştî pêvajoya 2019’an hêzên parastina hidût a artêşa Sûriyeyê li ser sînor in. Em dîsa jî di nava diyalogê de ne û diyar dikin ku ev êrîş pêk werin dê li ser axa Sûriyeyê xeterên mezin li ser gel çêbibin. Ev pêngava êrîşê ne ji bo demek e. Îro dewleta tirk li cihên dagirkirî siyaseta ku dimeşîne, siyaseta tirkirin û helandinê ye. Em di nav hewldanê de ne ku çareseriyek hevbeş bi hev re bibînin. Em bawer in hikûmeta Sûriyeyê xeterên heyî rast dibîne û dixwîne. Em ji vê re vekirîne ku çareseriyek hevbeş em bi hev re bibînin û li pêşiya van êrîşan bisekinin. Diyalog hê jî berdewam dikin û hewldanên me hene.

Bi gef û tehdîtên dewleta tirk re wek QSD’ê bi MSD’ê û Rêveberiya Xweser re civînek awarte li dijî gefan li dar xist hûn dikarin xalên sereke yên ku di civînê de hatin nirxandin parve bikin?

Civînên ku pêk hatin, awarte bûn. Me destpêkê civîna Meclisa Leşkerî ya QSD’ê li dar xist û paşê civîna hevbeş a MSD’ê û Rêveberiya Xweser me li dar xist. Rojeva esasî ya van civînan tehdît û gefên dewleta tirk û îhtîmala êrîşek nû ya dewleta tirk li dijî herêmê bû. Em vê yekê îhtîmaleke cidî digirin dest, pêdiviya dewleta tirk ji êrîşek wiha re heye loma pir tiştan dide ber çavan û dê vê êrîşî bi pêş bixe. Ji bo ku em vê tehdîtî rast bixwînin û li gor wê em xwe amade bikin, me civîn li dar xistin. Me rewşa dawî hemû nirxand û di rewşa heyî de tişta ku dikeve ser milên me mîna hewldana siyasî û diplomasî rojevek sereke hat nirxandin. Her wiha ji bo ku em xwe amade bikin wek rojev hat nirxandin. Wek qada leşkerî amadekariya me di asta herî jor de ye. Ger şerek nû bi pêş bikeve dê weke berê nebe. Di hemû herêman de hêzên me bi hêzên heyî re di nava vê amadekariyê de ne. Her wiha li ser amadekirina gel û civakê, ji bo nirxandina van êrîşan bi awayekî cidî nîqaş hatin kirin. Kesên ku bikarin xwe biparêzin, gelên herêmê bi xwe ne. Hêzên derve hene lê di dawî de ya girîng hevgirtina gelê herêmê û amadekirina gelê herêmê bi xwe ye. Hêzên QSD’ê û hemû hêzên ewlekarî me amadekariya xwe di asta herî jor de çêkiriye. Wek gel derfetên me li ber çav in û tu kesê heta niha alîkarî nedaye me. Di civînê de li ser xalên ku em dikarin van amadekiriyan zêdetir çawa xurtir bikin, hat sekinandin. Helwesta gelê me li dijî van êrîşan pir bilind e. Nîqaş û planên pêwîst di vê civînê de derketin holê.

Di vê pêvajoya aloz de rol û mîsyona ku dikeve ser milên jin, ciwan û gelê herêmê çi ye gelo?  

Gelê me bi hemû pêkhateyên xwe hatine wê astê ku cihê em biçin û derfetên lê bê jiyîn nîn e. Îro gelê me koçberî tevahî cîhanê bûye, em bi awayekî zelal dibînin. Helwesta gelê me heye, ew dizanin ku cihê biçin nîn e. Şerê ku dewleta tirk niha dixwaze, li ser bingeha tunebûnê ye. Tenê çareyek heye divê em xwe amade û xurt bikin. Gelek çalakî û daxuyaniyên gel jî derketin holê ku ew amade ne rola xwe bilîzin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gel xwe amade bikin. Di serî de herî zêde yên ku di şer û pêvajoyên derbasbûyî de para xwe ji van şeran dîtin jin û ciwan bûn. Ji bo ku em vî şerê asteng bikin, erka herî zêde dikeve ser milên jinan. Ji ber jin civakê li derdora xwe kom dikin û îrade nîşan didin. Rola jinan di pêvajoya heyî de sereke ye. Ciwanan di demên dawî de helwestên xwe dan diyarkirin ku ew li beramber şerekî wiha amade ne û erka ku dikeve ser milên wan dê heya dawî pêk bînin. Armanca dewleta tirk di vî şerê de ew e ku gel bê nasname bihêlin. Şertê jiyanê tenê bi berxwedanê dibe. Plana bi xeter a dewleta tirk dide meşandin, nakokiya herêmê hîn kûrtir dike û dê nakokiya di navbera Kurd û Ereban de bi pêş bixe. Çareseriya yekem projeya ku niha em bi rê ve dibin e divê em li derdora projeya xwe kom bibin û biparêzin. Wek hêzên leşkerî erka sereke li ser milên me ye, da ku em hebûna gelê xwe û herêmê xwe biparêzin, çi bikeve ser milên me em ê pêk bînin bila her kes vê yekê bizanibe. Divê gelê me xwe li hemû herêmê amade bike, tehdît ne tenê li ser herêmek e. Erdogan Til Rifet û Minbicê daye pêşiya xwe. Ev cih jî ji bo me girîng in. Til Rifat koçberên Efrînê dihewîne û di şert û mercên giran de dijîn. Minbic jî hemû pêkhate tê de dijîn, herêmeke di qonaxa şerê DAIŞ’ê de jî pir girîng bû. Modela destpêkê ya neteweya demokratîk ya gel bi hev re bijîn, li wê derê pêk hat. Gel proje pêşwazî kir û xwedî lê derket. Dibe navê van her du herêman hatibe dayîn lê hemû herêm di bin gefê de ye. Gelê ku koçber bûne hemû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Gelê me yê Efrînê ku koçber bûye niha li Kobanê dijî. Kobanê di şoreşê me de qonaxek girîng bû. Ji bo ku em van êşên gel dijî bi dawî bikin, elbet divê em xwe bi hêz û xurt bikin û ev yek jî di destên me de ye. Gelê me ku li sînoran dijî her roj tê hedefgitin û bê sûc tê qetilkirin. Divê em bi tevahî gelê xwe amade bikin û xwedî li hev derkevin. Ji bo ku em herêmê ji bo dewleta tirk bikin goristan divê em têbikoşin. Çawa ku Kobanê bû destpêka şikestina çeteyên DAIŞ’ê, em ê wiha li hikûmeta AKP’ê û Erdogan jî bikin. Em dikarin bi hev re van planên qirêj ên tasfiye û komkujiyê bi dawî bikin.