‘Nebûna jinan di navendên biryardayînê de valahiyan çêdike’

Pispora siyasî Abeer Bashir diyar kir ku tiştên jinên Filistînî di gelek salan de kirine ji bo hebûna wan û nûnertiya wan a di navendên biryardayînê de ye lê negihîştine asteke baş.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Jinên Filistînî nikarin bigihîjin navendên biryardayînê. Ew jî bandorê li mafên wan dike û çareseriyên dadwer ji pirsgirêkên wan re çênake lewre ji bo jin xwe bigihîjînin wan navendan, ezmûnên xwe û dengê xwe di hemû biryaran de derbirînin divê rêxistinek bi bandor ava bibe.

Pispora siyasî Abeer Bashir got ku jin bêhtir dikarin pêdivî û daxwazên xwe derbirînin lewre çi di warê siyasî de be, çi aborî, civakî, çandî û perwerdekarî de pêwîst e di navendên biryardayînê de bin. Ji ber ku tunebûna jinan wan cihan de valahiyek xistiye nava zagonan û rastiya ku jin dijîn.

Navendên biryardayînê yên saziyên hikumetê ne, wezaret, encûmenên şaredariyan, li gel rêxistinên civakê. Her wiha ronîkirina nimûneyên jinên serkeftî bi bandor weke Hanan Ashrawi û Laila Khaled bi riya ragihandinê girîngiyek mezin di arastekirina civakê de heye ku rêz ji jinan re bigrin û bawerî bi karînên jinan çêbibe di cihên biryardayînê de.

‘Ked û bedela ku bi salan jinan daye bi xwe asta hebûn û biryardayînê neaniye’

Di zagonên Filistînê de hebûna jinan di navendan de hatiye diyarkirin lê di rastiyê de kêmasî di hebûna jinan de di çarçove û partiyên rêxistinî de jî heye. Tevî rola jinan a têkoşer û bedelên ku bi deh salane dane. Ew keda ku jinan bi salan daye ne li asta hebûn û nûnertiya jinan a di navendên biryardayînê de ye. Ev jî girêdayî qalibên civakî ye ji karînên jinan re û hişmendiya mêrsalarî ku ev nêrîn kûr kiriye. Ev yek hemû bandorê li jinan kirine ku der barê karînên xwe yên di navendên biryardayînê de bi guman bin. Ji bo bandoreke civakî çêbikin, jinan di navendên biryardayînê de xurt bikin, bi serpereştiya jinên pispor di her warî de dê pêwendiya nava nifşan zêde bibe.

‘Divê ku saziyên hukmî piştevaniya xurt ji bo dozên jinan bikin’

Li gorî Abeer Bashir eşkere dike divê hemû saziyên hukmî û ne hukmî beşdar bin bandorê li civakê bikin rewşeke piştevanî ya xurt di civakê de beramberî dozên jinan bi giştî ava bikin û wiha berdevam kir:” Ew guhertin keda berdewam in divê em hêviya xwe nebirin ji ber ku encam dê demdirêj be ew pêvajoyeke nû avakirina hişyariya civakê ye.

Dibe ku hin mêrên piştevanên jinê û bi fikrên femînîst bawer dikin beşdarî rêveberina rêxistinkirinê bibin divê teqezî li ser bernameyên pêşketinan û platformên ku nifşên nû ber bi xwe ve bikşînin bikin. Weke torên civakî, kesên bandorker û rêbaz û alav cuda bin çîrokên serkeftina jinan di pêşvebirina pêşveçûna civakî de derbirînin.

‘Paşketina jiyana siyasî li Şerîda Xezayê rêxistinkirinê jî lawaz dike’

Paşketina jiyana siyasî li Şerîda Xezayê rêxistinkirin jî lawaz dike ji ber ku ew li ser bingeha beşdariya hemû beşên civakê cuda ava dibe ji bo jinan di warê hiyerarşiya civakî ve bi pêş bixin. Her wiha hebûna jinan di wan navendan de cidî be ne wehmî be, çi sûd heye bi dehan wezîrên jin hebin û nikarbin zagonên nû derbixin an zagonên kevin li gorî berjewendiya jinan biguherînin?"

Di dawiyê de Abeer Bashir dibêje ku hebûna jinan di navendên biryardayînê de derfeteke baş e ne tenê ji bo guhertina zagonan ji bo guhertina çanda civakî ya serwer ku piştre têkoşînê bi tundiya civakî re bike û pêşveçûna aborî ya bi dehan jinan bi pêş ve bibe ji ber ku rewşên xirab bi dijwarî dijîn.