Najat Arar: Têkoşîna jinan mifteya guhertina civakan e

Aktîvîsta Femînîst a Tûnisî Najat Arar diyar kir ku jinên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ji berê heta niha berxwedana xwe ya li dijî rejîma mêtînger berdewam kirine û got, "Têkoşîna jinan mifteya guhertina civakan e."

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Serhildana ku bi pêşengiya jinan piştî ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve li bajarê Tehranê yê Îranê bi hinceta ku wê hîcaba xwe bi rêkûpêk nekiriye qetilkirina Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'an de dest pê kir, berdewam dike. Aktîvîsta femînîst û civaknasa Tûnisî Najat Arar destnîşan kir ku qetilkirina Jîna Emînî ne tenê li Îranê, li cîhanê serhildaneke mezin derxist holê.

'Hîcab amûra kontrolkirina jinan e'

Nejat Arar amaje bi wê yekê kir ku zilm û zordariya li Îranê ji berê heta niha berdewam e, got ku rejîma Îranê ji bo tepeserkirina serhildana ku ev salek berdewam dike jinan digre û her cure zextan pêk tîne. Najat Arar diyar kir ku têkoşîna jinan mifteya guhertina civakan e, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Îranê ya li dijî hîcaba bi darê zorê û got:

“Hîcab ji bo kontrolkirina tevger û laşê jinan wek amûrek tê bikaranîn. Mînaka vê ya herî zelal jî Afganîstan e. Jinan piştî têkoşîna 20 salan li Afganîstanê karîbûn xwe bigihînin cihên biryardanê. Lê belê Talîban ku rêveberiya welat desteser kir, hewl da hemû tiştên ku bi jinan ve girêdayî ye tune bike. Destkeftiyên jinan ket bin xeteriyê.”

'Divê jin têkoşîna xwe bidomînin'

Najat Araj anî ziman ku li Tûnisê jî daxwazên jinan ên bi şoreşa ku ji bo maf û azadiyê hatiye pêkanîn rakirina hîcaba bi darê zorê, bûyîna xwedî statu ya jinan û di hemu qadên jiyanê de cih digrina wan heye û wiha domand:

 “Tiştê ku li Tûnisê heye û ji civakên din cudatir e, civaka sivîl a bihêz û hevgirtî ye, her wiha pabendbûn û têkoşîna ji bo mafên jinan e. Di vê wateyê de ez bang li jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikim ku têkoşînê bidomînin.”