Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bîne

Parlementera Dem Partiyê ya Erziromê û Endama Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk Meral Daniş Beştaş derbarê xebatên komîsyonê de pirsên me bersivand û got ku divê komîsyon bi RêberÊ Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk bîne.

BINEVŞ STÊRK

Amed – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk li Meclîsa Tirkiyeyê hatiye avakirin, xebatên xwe didomîne. Di komîsyonê de tenê 9 jin hene, 2 ji wan endamên DEM Partiyê, yên din jî ji tevahiya partiyên din in. Di komîsyonê de ji DEM Partiyê Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hakki Saruhan Oluç, Celal Firat û Cengîz Çîçek cîh digirin. 

‘Komîsyon ji aliyek ve dîrokî ye’

Parlamentera DEM Partî ya Erziromê û Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, pirsên me yên derbarê hebûna jinan a di komîsyonê de, bandora jinan, xebatên komîsyonê û plansaziyan de bersivand.

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê, civîna xwe ya 5’an xilas kiriye û destnîşan kir ku cara yekemîn e di Meclîsê de komîsyonek wisa ava bûye. Meral diyar kir ku ji ber vê yekê ev komîsyon ji aliyek ve dîrokî ye û wiha got: “Ji ber ku pirsgirêka gelê Kurd, ji bo çareseriyê, ji bo wekheviyê, demek dirêj e, bi dehsalan e ev berxwedan, ev têkoşîn berdewam dike.”

‘Mixabin di komîsyonê de hejmara jinan kêm e’

Meral da zanîn ku di komîsyonê de hejmara jinan kêm e û wiha pê de çû: “Em xemgînin ku di vê komîsyonê de jin kêm in, tenê 9 jin di komîsyonê de hene. Ji partiya me em du jin di vê komîsyonê de ne. Lê belê partiyên din, hem wekîlên wan ên jin hindik in, hem jî di komîsyonê de wekîlên jin zêde pêşniyar nekirine. Ji ber ev komîsyon pêwîst e ku nêrîna jinan ji bo aştiyê, ji bo pêşengtiyê, ji bo pêşerojê nêrînên wan, fikrên wan, ramanên wan, xebatên wan jî gerek di nav vê komîsyonê de cîh bigre. Ji vî aliyî de heta ku em bikaribin, dengê jinan, gotinên jinan, nêrîna jinan, emê li vir biaxivin, emê nîşan bidin. Ji ber ku em dizanin barê me gelek giran e, em ne tenê ji bo civakek hatine vê derê. Em tevahiya civakê temsîl dikin. Lê belê bi taybetî ji bo jinan emê vê xebata xwe bidomînin.”

‘Divê ev komîsyon pir dirêj nebe’

Meral Daniş Beştaş ragihand ku komîsyonê gelek kar dane pêşiya xwe û got: “Lê belê di pêşerojê de emê rojeva wê bi rayagiştî re jî bi gelan re jî parve bikin. Niha 5 meh hatiye diyarkirin. Heta dawiya salê dê xilas bibe. Piştre komîsyon dikare 2 mehan carek dema xwe dirêji dike. Li gor nêrîna me divê ev komîsyon pir dirêj nebe. Zêdetir divê ji bo çareseriyê xebatên xwe pêk bîne û bimeşe. Ji ber ku pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka aştiyê, pirsgirêka demokrasiyê, ne rojevek nû ye. Demek bi sedsalan e ev di rojevê de ye.”

‘Gerek komîsyon li Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinek pêk bîne’

Meral bibîr xist ku PKK’ê biryara xwe daye, kongreya xwe ava kiriye, gotiye ‘Em çekên xwe dişewitînin’ û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan jî di 27’ê Sibatê de piştî ku bang kir, gelek gavên mezin hatin avêtin. Lê belê ev gav, di civînên gel de ji me re dibêjin yekalî ye, divê ev gav bibin dualî. Ji bo avakirina komîsyonê jî birêz Ocalan pêşniyariyên xwe her tim nîşan daye. Ji ber vê yekê gerek komîsyon li Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinek pêk bîne, nêrînên wî bistîne, fam bike. Ji ber ku di vê pêvajoyê de muxatabê yekemîn jî ew e. Bi biryarên wî, bi daxuyaniyên wî, bi bangên wî, ev pêvajo berdewam dike.”

‘Hestiyariya wan, bû hestiyariya me jî’

Meral da zanîn ku di civîna 5’an de ango duh li Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê guhdarî kirine û vê rojê wek rojek gelek dîrokî binav kir. Meral hestên xwe yên derbarê vê civînê de wiha anîn ziman: “Ji ber ku heta îro Dayîkên Aştiyê, Dayîkên Şemiyê, rastî êrîşên polîsan hatin. Hatin binçavkirin, hatin girtin, di heqê wan de doz hat vekirin. Lê îro axaftinên xwe kirin. Me hemûyan li wan guhdarî kir. Êşa wan, elemên wan, hêstirên çavên wan, me di dilê xwe de hîs kir. Bi rastî ev dem em hestiyariyek mezin jî dijîn. Ji ber ku ez bi xwe jî bi dehan sal in, ne tenê di siyasetê de, di mafên mirovan, di mafên jiyanê de em di parastinê de bûn. Gelek bedêlên mezin di vê riyê de hatin dayîn. Gelek êş û elemên mezin hatin dîtin. Gelek îşkence, kuştin, şewitandin, di her awayî de ev heye. Her ku em li vana guhdar dikin, em jiyan jî dikin. Îro gava me li dayîkên hevalan guhdar kirin, hêstirên wan bûn hêstirên me. Hestiyariya wan, bû hestiyariya me jî.”

Zehmetî, xebat, hêvî…

Meral diyar kir ku ji vî alî de gelek zehmet bûye jî û wiha got: “Lê belê em çiqas zehmet bigirin jî, ji bo vî gelî ne girîng e. Ji ber ku em dizanin gelê Kurd bi taybetî ji bo vê aştiyê, ji bo çareseriyê gelekî xebatek, berxwedanek mezin pêk aniye. Hêviya me, hewldana me, xebata me, ji bo em vê meseleyê çareser bikin e.”

‘Niha 86 milyon gel li hêviya vê pêvajoyê ne’

Meral destnîşan kir ku gelek dipirsin dibêjin çareserî di kîjan astê de ye û bersiva vê pirsê bi van gotinan anî ziman: “Vê gavê hê di destpêkê de ye. Em hê civîna pêncan pêk tînin. Lê belê em naxwazin ku ev dem gelek dûdirêj bibe. Ji ber ku yên naxwazin ev pêvajo berdewam bibe, yên ku provokasyonan pêk tînin jî gelek in. Ji aliyê din ve jî, gerek zagon werin Meclîsê. Ji bo ku em li ser wê nîqaş bikin û em van zagonan derxin. Niha 86 milyon gel li hêviya vê pêvajoyê ne. Daxwaz gelek zêde ye, lê bawerî hê jî qels e. Ji bo ku bawerî mezintir bibe, pêwîst e ku em xebatên xwe û xebatên civakî jî berfirehtir bikin. Pêwîst e ku gel, li vê pêvajoyê xwedî derkeve. Ji vî alî de ji bo me gelek girîng e.”

Birêz Ocalan di zîndanê de berpirsyariyek gelek mezin nîşan da

Meral ragihand ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gelek tiştan nîqaş dikin û pêwîstiyên vê pêvajoyê bi van gotinan rêz kirin: “Di vê nîqaşê de gerek em hestên dayîkan, hestên gelan jî gelek baş binirxînin û bigrin berçav. Bi rastî em carna xemgîn dibin. Carna em wê hêviyê ku em çawa bersiv bidin, çawa xebatê bikin, ev xebat bes e, ne bes e? Em hê di dilê xwe de jî, di mêjiyê xwe de jî dijîn. Ji ber ku em çi jî bikin, ji bo vî gelî, ji bo vê berxwedanê, ji bo vê pêvajoyê hindik e.”

Meral da zanîn ku hemû xebatên wan, hemû armanca wan, ji bo ku ev mesele êdî çareser bibe tên meşandin û balkişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di destpêkirina pêvajoya nû de. Meral di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Birêz Ocalan di zîndanê de berpirsyariyek gelek mezin nîşan da. Hê jî şert û mercên wî nehatine sererastkirin, hê jî ne azad e. Lê dîsa jî ji bo pêşerojê xebatek bêhempa dimeşîne. Herkes gerek bi vê berpirsyariyê, bi vê hestê vê pêvajoyê xurt bike, alîkarî bide û xebatên xwe pêş de bide.”