Meclîsa Jinê ya HDP’ê bi jinên karkerên malê re sohbet kirin

Meclîsa Jinê ya HDP’ê di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" çûn Gundê Zîroyê ê Agiriyê û bi jinên karkerên malê re sohbet kitin.

 
Agirî - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji Xizaniya Jinê re Na" îro çûn zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçer kirin û piştre çûn Gundê Zîroyê ê Agiriyê. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinê Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hacer Karaoglan di heyetê de cihên xwe girtin. Heyet piştî li pirsgirêk û daxwazên jinên koçer guhdar kirin derbasî Gundê Zîroyê bûn û li vir bi jinan re sohbet hat kirin. Jinan diyar kirin ku keda wan nayên dîtin û bertek nîşanî polîtîkaya îktidarê ya li dijî kurdan dan. Her wiha jinan bal kişandin ser texrîbatên ekolojîk ên li herêmê. 
Jinekê bal kişand ser pirgirêkên dibînin û got:"Em çar xwişk in. Yek li tekstîlê yên din li otelê dixebitin. Li gor perwerde ne tenê li dibistanê ye. Du hebên ji min biçûktir hene. Hem diwînin hem dixebitin. Her der ji bo me cihê perwerdeyê ye. Di warê aboriyê de xizaniyek heye. Li navendê tekstîlek vebû jin çûn lê bixebitin lê servîs tune ye. Li gund esnaf hene ew wan dibin. Di bin buhayê asgariyê de dixebitin. Serê sibehê saet ji 08.00'an heta 19.00'an dixebitin. Cotkarî bi dawî bû êdî. Sewalkarî bi dawî bû." Jinan di heman demê de diyar kirin ku HES li gundê wan tê çêkirin û gotin darên wan tên birîn.
Heyetê girêdayî pirsgirêkên jinan nîşe girtin û ji wir veqetiyan.