“Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi projeyên xwe heya astekê destek û alîkariyê da jinan”

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Lîna Berekat xebatên meclisê yên di sala 2021’ê de hatine kirin nirxand û got: “Xurtkirin jinan di hemû qadên civakî de û taybetî di qada siyasetê de, ji bo ku bibe xwedî rol, di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de ji erkên me yên esasî bû. Di sala 2021’ê de meclisa me xwedî projeyên girîng bû û dikaribû heya asteke mezin destek û alîkariyê bide tevahî jinan û dengê wan di qadên navnetewî de vede. “

 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Meclisa Jinan a Sûriyeyê di sala 2021’ê de xwedî projeyên girîng bû di aliyê xurtkirina jinan di qada siyasetê de û têgihîştinên civakê de. Heya asteke bilind hevgirtin û gihandina jinên Sûriyeyê bi xwe re anî. Têkildarî kar û xebatên Meclisa Jinan a Sûriyeyê yên di sala 2021’ê de hatine kirin Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Lîna Berekat nirxandin kir. 
Meclisa Jinan a Sûriyeyê dikaribû di hemû aliyan de piştgirî û alîkariya jinan bike
Lîna wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Ji dema ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê hatiye damezrandin ve armancên wê yên esasî xurtkirina jinan di hemû qadên civakî de ye û bi taybetî di qada siyasetê de da ku jin xwedî rol bin di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de. Di sala 2021’ê de meclisa me xwedî projeyên girîng bû û dikaribû heya asteke mezin destek û alîkariyê bide tevahî jinan û dengê wan di qadên navneteweyî de bilind bike. Îsal di navendên me de xebatên atolyeyê li ser pirsgirêkên jinan û beşdarbûna wan di qadên xebatê de hatin lidarxistin. Der barê têkiliyên me bi jinan re li tevahî Sûriyeyê her wiha di asta navneteweyî de xurtir bûn. Gelek xebatên me bi alîkariya hin rêxistinên jinan re li kampa Holê hatin meşandin, em dikaribûn bi riya wê re jinan perwerde bikin bi rengekî ku em bikaribin van jinên di nava DAIş’ê de cih girtine sererast bikin û fikrên DAIş’ê ji serê wan û zarokên wan derbixin.  Meclisa Jinan a Sûriyeyê komxebateke çandî li dar xist da ku hîn zêdetir zanebûna jinan berfireh bibe û piştgiriya jinên rewşenbîr, helbestvan û wêjevan bê kirin. Her wiha komxebata neteweyan jî li Herêma Cizîrê hat lidarxistin û encamên wê li ser tevahî jinên li herêmê hatin belavkirin da ku jin ji hemû neteweyan hev nas bikin û li Sûriyeyê ew hevgirtina jinan derkeve pêş. Her wiha ji bo qanûnên jinan gelek xebatên berbiçav hebûn der barê de atolye, xebatên li ser destûra Sûriyeyê û pêwîstiya cihgirtina jinan di nav de her wiha mafên jinan di nav de hatin çêkirin. Li piraniya Rojhilata Navîn kêmtêghiştina qanûnî bi jinan re heye sedema wê vedigere zagonên ku bi destên mêran hatine nivîsandina û li dijî jinan dihatin bikaranîn. Ji ber wê jin ji qadên biryarê hatine dûrxistin. Meclisa Jinan a Sûriyeyê dikaribû di hemû aliyan de piştgirî û alîkariya jinan bike.”
Çalakî û hemleyên ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê beşdar bûye
Lîna bal kişand li ser xebatên Meclisa Jinan a Sûriyeyê her wiha çalakî û hemleyên ku beşdar bûye û wiha pêde çû: “Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me gelek xebat bi sazî û rêxistinên jinan re dane meşandin. Em beşdarî Kongra Meclisa Neteweyî ya Sûriyeyê li Şamê hat lidarxistin, bûn. Her wiha em beşdarî kongreya neteweyên herêmê bûn û tê de em xwedî nêrînên bingehîn bûn. Gelek hevdîtinên me bi komîteya destûrî re çêbûn û nîqaşên me der barê destûrê de hatin çêkirin. Her wiha Meclisa Jinan a Sûriyeyê beşdarî kongreya duyemîn a Rojhilata Navîn ku li Lubnanê hat lidarxistin bû û tê de me semîner  da û heya niha em bi encamên wê tevdigerin. Di vê der barê de hevgirtina jinan hat çêkirin. Ji bo însiyatîfa rakirina tundiya li dijî jinan û pêkanîna aştî û ewlehiyê em tê de xwedî rol bûn û heya radeyeke bilind me biştgiriya însiyatîfê kir. Li ser asta navneteweyî me gelek xebat bi riya onlayn bi rêxistinên li derve re dan meşandin û em hatin vexwendin ji bo kongereya li Brokselê li ser rewşa aloziya li Sûriyeyê. Hemû hemleyên ku ji aliyê jinan ve li herêmê hatine lidarxistin weke Roja 25’ê Mijdarê, Roja Aştiya Cîhanê û gelek çalakiyên din em beşdar bûn. Her wiha kiryarên ku der heqê jinan de hatine kirin me bi riya daxuyaniyan şermezar kirin, bi van çalakiyên xwe me xwest em bala jinan bikşînin ser mafên wan ên bi jiyana azad û zanist.”
Plansaziya sala 2022’yan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê 
Lîna plansaziya sala 2022’yan eşkere kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di plansaziya me ya sala 2022’yan de em dixwazin kongreya duyemîn a Meclisa Jinan a Sûriyeyê li dar bixin. Her wiha em ê bêtir têkiliyên xwe bi jinên rêxistinan re û jinên siyasetmedar re xurt bikin. Hin bernameyên me ji bo sala nû li kampa Holê hene. Ji bo kampên koçberên Serêkaniyê û Girê Spî hin projeyên me ji bo jinan hene. Her wiha ji bo dengê jinên Sûriyeyê bigihîje tevahî cîhanê em ê zêdetir bi jinên derve re pêwendiya xwe çêbikin da em hinekî barê şer û komkujiyan ji ser milên jinan sivik bikin. Em dixwazin kesayetên jinên xurt ava bikin ku bikaribin zêdetir bi rola xwe tevli civakê bibin. Bi hêviya ku sala nû bibe sala aştî û hevgirtina jinan û em bi hev re di Sûriyeya azad de bijîn.”