Meclîsa Jinan a HDP'ê xwe ji bo serdema nû amede dike

Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo plansaziya xebatên ku dê serdema pêşiya me pêk bînin dest bi amadekariyan kir.

Navenda Nûçeyan- Civîna Meclisa Jinan a HDP’ê ya ji bo plansaziya serdema nû li Navenda Giştî ya partiyê pêk anî, bi dawî bû.

Di civînê de bandora qeyrana aborî bi taybetî li ser jinan û hemû civakê, bi zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn re rewşa girtiyên nexweş û êrîşên li dijî têkoşîna jinan hatin nirxandin.

Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîn û hevgirtina jinan û hat destnîşankirin ku ji bo mezinbûna rêxistinbûna jinan a herêmî divê mal bi mal, tax bi tax xebat bên kirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku divê jin di pêvajoya hilbijartinê de bi rola pêşengiyê rabin û bal kişandin ser girîngiya tifaq û hevgirtina jinan.

Meclisa Jinan dê di rojên pêş de têkildarî nîqaşên hatine meşandin û encamên wê encamnameyek biweşîne.