Meclia Jinan a HDP’ê: Dema mezinkirina piştevaniya jina ne

Di encamnameya civîna Meclisa Jinan a HDP’ê de jinan balkişandin ser rewşa dawî ya li Efganistan û giştî Rojhilata Navîn û gotin: “Li Rojhilata Navîn îrade, bawerî û daxwazên gelan ji nedîtî ve tên, dixwazin çarenûsa gelan û jinan ji tarîtiya DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wê re bê hiştin. Em jî li hemberî vê hişmendiya deshilat dibêjin dem dema mezinkirina piştevaniya jina ne.”

Navenda Nûçeyan - Meclia Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna xwe ya ku di 10'ê Îlonê de pêk anî bi raya giştî re parvekir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku civîn diyarî Denîz Poyaraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê qetilkirin û hemû jinan hatiye kirin. Di encamnameyê de hat bilêvkirin ku deshilata mêrsalar bi nexweşiya (covet 19) hewil da qeyîranên nava deshilatiya xwe bi polîtîkayên şer û tundiyê derbasbike û bal kişand ser şerê li Efganistanê tê meşandin û rewşa giştî Rojhilata Navîn.
Di encamnameyê de hate ragihandin ku bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn û şerê li Efganistanê ji hev cuda nîne û wiha hat gotin, "Îro li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime. Di nava vî şerî de îrade, bawerî û daxwazên gelan ji nedîtî ve tên û dixwazin ku çarenûsa gelan û jinan ji tarîtiya DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wê re bê hiştin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ku li ser dijminatiya li Kurdan û jinan dimeşîne, li Rojhilata Navîn jî bi rê ve dibe û bi vê yekê gefeke mezin e li ser têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn."
“Polîtîkayên şer û tundiyê bandora herî giran li jinan dike”
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku mîna li Rojava û Şengalê, li Efganistanê jî li dijî van polîtîkayên şer berxwedana jinan heye û berxwedana jinên Efgan hate silavkirin. Di dewama encamnameyê de hate gotin, "Polîtîkayên şer û tundiyê bandora herî giran li jinan dike. Jin ji ber van polîtîkayan neçar dimînin malên xwe, qadên xwe yên jiyanê biterikînin. Di rêya koçberiyê de destdirêjî li jinan tê kirin, li cihên ku xwe digihîne jî keda wan tê xwarin, bêkar û xizan têne hiştin. Di civînên 'Ji xizaniyê re na, edalet ji bo jinan' ku me li 17 bajaran pêk anîn, me dît ku maliyeta polîtîkayên şer û tundiyê ya li jinan çiqasî giran e. Em soza xwe dubare dikin ku li dijî xizaniya ku li jinan tê ferzkirin têkoşîna xwe dewam bikin. Li dijî van polîtîkayên şer û tundiyê jin wê bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava bikin."
“Em ê piştevaniya jinê mezin bikin”
Di encamnameyê de hate ragihandin ku li dijî gotinên faşîst, nijadperest, zayendîperest ên desthilatdariyê û tifaqa serweriya mêr, wê têkoşîna xwe ya yekbûyî mezin bikin û ev tişt hate gotin, "Kuştina hevrêya me Denîz Poyraz, êrişa nijadperest a li Konyayê, kuştina Mîraç Mîroglû bi wesayita zirxî ji polîtîkayên şerê taybet ê desthilatdariyê cuda nîne. Em careke din dibêjin, em ê bi têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar re bin. Em ê pirsa 'Gulistan Dokû li ku ye?' bikin û hesab ji desthilatariyê bipirsin. Em ê piştevaniya jinê mezin bikin."
“Em jin bi nasname û zimanê xwe hene”
Di dawiya encamnameyê de hate ragihandin ku li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên li hemberî Kurdan û jinan, wê têkoşîna avakirina jiyana hevpar û wekhev bi hev re bimeşînin û di dirêjiyê de wiha hat gotin, "Pêkane ku bi cihêrengî, ziman, çand û baweriya xwe em jiyaneke wekhev ava bikin. Têkoşîna azadiyê ya hevrêyên me yên jin ên li girtîgehan dîl hatine girtin, hinceta me ya têkoşînê ye. Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan her roj zêde dibe. Jinên ku ji ber bi zimanê dayikê stran gotine têne cezakirin. Ev yek nîşaneya jiyana zordar û tekperest e ku desthilatdariya faşîst li ser me ferz dike. Em ji vir careke din dibêjin; zimanê dayikê maf e, nabe bê qedexekirin. Em jin bi zimanê xwe yê dayikê, bi rengê xwe, bi nasnameya xwe hebûn, hene û em ê hebin. Em jin bêçare nînin. Li dijî êrişên tifaqa bi serweriya mêr ên li hemberî destketî û mafên me, dem dema mezinkirina piştevaniya jinê ye."