Lîlwa El-Abdullah: Baxoz qanaxa dawî ya têkbirina DAIŞ’ê ye

Seroka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El-Abdullah destnîşna kir ku şerê Baxozê şerê leşkerî yê têkbirina DAŞI'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazorê -  Di Îlona 2017'an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi pêngaveke leşkerî ji bo rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê kirin. Ev pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 23'ê Adara 2019'an de bi serkeftina li dijî DAIŞ'ê bi dawî bû, dawî li hebûna wê ya leşkerî anî. Rizgarkirina Baxozê di şerê li dijî terorê de xaleke zivirînê bû, bi vê rizgarkirinê re herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ewlehiyê de dijîn berfirertir bûn. Seroka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ku berdevka Pêngava Bagera Cizîrê bû, Lîlwa El- Abdullah di hevpeyînek de behsa şerê Baxozê kir û got ku şerê li dijî DAIŞ'ê, li dijî kirêtî û îdeolojiya wê ya tundrew berdewam dike.

Rizgarkirina Baxozê qonaxa dawî ya şerê têkbirina DAIŞ’ê bû. Gelo girîngiya vê rizgarkirinê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî herêmê çi ye?

Şerê dawî li bajarokê Baxozê bidawîbûna DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, çeteyên DAIŞ’ê ev bajarok ji xwe re kiribûn xendeq û welatiyên sivîl digirtin û wan weke mertalên zindî bi kar dianîn. Li gelek herêmên ku ketibûn destên wan kiryarên gelek xirab pêk dianîn. Baxoz jî yek ji wan deran bû li wê derê gelek sivîl dîl hatibûn girtin lê bi pêşketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hemû sivîl ji destên çeteyan hatin rizgarkirin serçete jî neçar man xwe teslîm bikin her wiha pêngava Baxozê di gelek astengiyên mezin re derbas bû. Vê astengiyê tenê xizmeta çeteyên DAIŞ'ê kir û temenê çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirêj dikir. Ji bo astengkirina pêşveçûna hêzên me û rizgarkirina herêmê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê pêk hat.

Şêniyên Dêrezorê bi taybet jin di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê de rastî êş û azaran hatin. Hevkariya wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re çawa bû?

Rizgariya her herêmê bi azadkirina jinan bi xwe dest pêk dike û jinên Dêrzorê bi tevlibûna saziyên sivîl û heta leşkerî alîkariya şervan û şervanên me kirin ku pêşveçûna hêzên herêmê ji çeteyan rizgar bikin. Ji bo ku xwe ji bindestî û koletiya çeteyên DAIŞ'ê li ser wan ferz kiribûn rizgar bikin, di salên kontrolkirina wê de, ku ez wan tarî bi nav dikim, jinên li herêmên cuda yên di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de bi salan koletî jiyan û  divê em jinên Êzidî ji bîr nekin.

Hûn rewşa Dêrezorê ya beriya rizgarkirinê û piştî rizgarkirinê çawa dinirxînin?

Em rewşê nanirxînin divê em derkevin kolanan û rewşa wan a wê demê û îro piştî rizgarkirinê ji welatiyên ku di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de bûn bipirsin. Em îro di nava hêzên me yên leşkerî de û di nava saziyên sivîl de jî tevlibûna mezin dibînin hejmareke zêde ya jin û mêran heye ji her maleke li Dêrazorê yek yan du kes di nava hêzên me yên leşkerî de yan jî di nava saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin. Her wiha em dibin şahidên pêşketina rewşenbîrî ya her kesê. DAIŞ’ê îdeolojiya xwe ya tarî bi navê olê belav kir lê niha em dibînin ku gelên me ji van ramanan rizgar bûne û dizanin ku DAIŞ olê ji bo kontrolkirina mêjiyê xelkê bi kar tîne.

Şaneyên razayî hîn jî metirsiyeke li ser herêmê ne, çi girîngiya xurtkirina operasyonên ewlekarî ji bo lêgerîna wan û dûrxistina metirsiya wan heye?

Em nikarin bibêjin ku DAIŞ bi temamî bi dawî bûye lê em dikarin bibêjin ku ji aliyê leşkerî ve bi dawî bûye û şaneyên razayî hîn jî metirsiyeke li ser herêmê ne her roj kuştina kesayetên navdar di Rêveberiya Xweser de û kuştina şervanên di yekîneyên leşkerî yên QSD'ê de pêk tê. Her wiha DAIŞ van sembol û kesayetan dike hedef da ku gel bitirsîne û nehêle tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin tevli saziyên Rêveberiya Xweser ku girêdana sereke ya gel û hêzên leşkerî ne bibin.

Di serî de em hemû tedbîran digrin û planan bi pêş dixin ji bo komkirina dever, gund û bajarokan û ji bo malên ku ji bo şaneyan kar dikin, çi çeteyên DAIŞ'ê ne, çi şaneyên girêdayî partiyên din ên ji bo têkbirina ewlehiyê dixebitin. Ji bo aramiya herêmê em tedbîrên ewlehiyê digrin ji bilî tedbîrên destpêkê wek qedexeya derketina saetên êvarê ji bo parastina jiyana xelkên herêmê ji kuştinan.

Li gorî berdewamiya gefên Tirkiyeyê û piştgiriya wê ya ji şaneyên DAIŞ’ê re li Dêrezorê  rewşa ewlehiyê ya heyî çawa dikare were nirxandin?

Dagirkeriya Tirkiyeyê yan jî rejîma Sûriye û îranê piştevaniya wê dikin, piştevaniya şaneyên Dêrazorê dikin da ku ewlehî û aramiyê li navçeyên ku bi xwîna şehîdên me û bi saya şervanên me rizgar bûne têk bibin û Dêrazorê bi temamî bixin rewşeke zehmet ji bo kontrolkirina ramanên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û talankirina mafên wan û astengkirina pêşketin û pêşketina ramanî ya li Dêrzorê.

Çiqas girîng e ku gel girîngiyê bide û xwe birêxistin bike ji bo parastina herêmên xwe ji vegera metirsiya DAIŞ’ê?

Dema ku gel xwe bi rêxistin bike kes nikare wan îstîsmar bike çeteyên DAIŞ'ê nikarin tiştekî bikin, şaneyên razayî û aliyên derve jî nikarin bandorê li ser wan bikin, pêwîstiya wan bi kesekî nîn e ku wan bi rê ve bibe ji ber ku ew bi xwe kar û barên xwe birêve dibin.

Şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û îdeolojiya wê ya tundrew didome û divê hemû alî li dijî DAIŞ'ê û fikra wê ya tundrew hevahengiyê bikin û piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bikin.

Di dawiyê de rizgarkirina Baxozê heta çi radeyê di pêşxistina prensîbên demokratîk ên neteweyî de rola xwe lîst?

Navçeya Baxozê bû cihê têkbirina çeteyên DAIŞ'ê û dawiya vê hêza tarî ya ku dihat gotin bê serûbin bû lê bi saya berxwedana xwe berxwedana gel, em dikaribûn vê metirsiyê têk bibin û  hemû jinan ji destên çeteyan rizgar bikin. Em bûreya vê dawiyê ya zindana Sînaa ya li parêzgeha Hesekê bi bîr tînin ku DAIŞ'ê di nava şaneyên razayî de êrîşî ve girtîgehê kir.Di vê bûyerê de hevkariya gel bi Hêzen Sûriyeya Demokratîk re xwe nîşan da. Dema êrîşî girtîgehê kirin jin li kolanan rawestiyan û çek hilgirtin da ku ewlekarî û aramiya herêmên xwe biparêzin. Hemû jin ne tenê jinên ciwan jinên bi temen mezin jî çek hilgirtin û rê li ber çeteyên DAIŞ'ê giritn û ev êrîş bi yek carî têk birin. Bi saya van fedakariyên mezin êrîş hat şikandin,

ewlekarî û aramî li bajarê Hesekê hat vegerandin û metirsiya vejîna DAIŞ’ê hat bidawîkirin.