Li Tûnisê li dijî jinan tundiya siyasî didome

Profesora felsefe Hayat Hamdî destnîşan kir ku jinên Tûnisê ji xebatên siyasî tên dûrxistin, Maha Beşîr jî diyar kir ku jinên dixwazin tevlî siyasetê bibin rastî tundiyê tên.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis –Profesora felsefeyê Hayat Hamdî û Maha Beşîr der barê ‘tundiya  siyasî’ li dijî jinan nirxand. Hayat Hamdî bal kişand ser cudakariya li dijî jinan û diyar kir ku ji dîrokê heya niha di qadên giştî de hebûna jinan lewaz tê hiştin.

‘Jin di xebatên siyasî de nayên qebûlkirin’

Hayat Hamdî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tundî di civak û siyasetê de diyarde ye û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Tundiya siyasî li ser zayendek serweriya xwe pêk anîne. Di Tûnisê de jin di her qada jiyanê de rastî cudakariyê tê. Civak jinan ji siyasete dûr dixe. Jin dikare di civaka sîvîl de wek aktîvîst cîh bigre bes di xebatên  siyasî de nayê qebûlkirin.”

‘Qanûn li pêşiya hedefgirtina jinan nabin asteng’

Hayat Hamdî bi bîr xist ku piştî têkoşîna demdirêj ên jinên aktîsvîst Qanûna Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan  hat derxistin û wiha pê de çû: “Lê ev qanûn di qada giştî de hedefgirtina jinan asteng nake. Jin ruxmê qanûnan jî rastî tundiyê tên. Ligel tayînkirina wezîrên jin û serokwezîrê berê jî siyasetmedarên jin nikarin di erkên biryardayînê de cih bigrin. Ji dema ku li Tûnisê tevgera jinan derketiye holê ve jin ji bo hilweşandina tabûyan dixebitin. Ji bo ku mafên jinan bibe qanûnî, hîn bêhtir destkeftî bi dest bixin hewldan tê kirin.”

Hayat Hemdî destnîşan kir ku divê cudakariya zayendî bê cezakirin û got: "Divê jin ji qadên jiyana hevpar neyên dûrxistin û gihandina wan a edaletê were pêkanîn."

'Jinên ku dixwazin tevli siyasetê bibin rastî tundiyê tên’

Profesorê felsefeyê Maha Beşîr, diyar kir ku tevlibûna jinan a di nava siyasetê de berxwedan e. Maha Beşîr, diyar kir ku jinên ku dixwazin siyasetê tevli bibin rastî tundiyê tên û got ku heta niha bûyerên sûîqestê jî hene. û got: "Em bi zihniyeteke wisa re rû bi rû ne ku difikire qada jinan mal e, bi birêvebirina karên malê û xwedîkirina endamên malbatê re eleqedar e. Jin ji hemwelatîbûna xwe û mafê beşdarbûna jiyana siyasî bêpar mane. Îro ji wan nayê xwestin ku ramanên xwe bînin ziman.”

'Li dijî tundiya siyasî divê hişyarî bê kirin'

Maha Beşîr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku girîng e bi zarokan re fikra jin û mêr wekhev in û xwedî mafê îfadekirin û beşdarbûna di jiyana siyasî û giştî de ne, bi cih bikin û wiha got:

“Divê tundiya siyasî bi perwerdeyê bê çareserkirin. Divê li hemberî tundiyê di malbat û civakê de hişyarî bê kirin. Ji hêla siyasî ve, lêkolînên li ser têgeha gerdûnî û ramana mirovahiyê hene ku pêdivî ye referansek rastîn hebe. Divê di warê mafên xwezayî û medenî de di navbera welatiyan de wekheviyeke tam hebe. Pêdivî heye ku di bername, çanda gelemperî û medyayê de eşkere bibe.”