Li Tûnisê hilbijartin: Divê jin dengê xwe bikar bînin

Rêvebera Projeya Tora Çavdêran Rahma Al-Bouhlî diyar kir ku li Tûnisê di hilbijartinên Konseya Neteweyî ya Cihî û Herêmî de ji bo pêşî li binpekirinan bigrin koman ava kirine û bang li jinan kir ku li mafên xwe xwedî derkevin dengê xwe bidin.

NAZIHA BOUSSÎDÎ

Tûnis – Gelê Tûnisê ji bo tûra yekem hilbijartina “Konseya Neteweyî ya Cihî û Herêmî” ku dê weke baskê duyem ê parlamentoyê peywirê bike, çû ser sindoqan. Li tevahiya welat li 2 hezar û 155 herêman 4 hezar û 685 navendên hilbijartinê, bi saeta 08.00 dengdanê dest pê kir û dê heta saet  18.00 berdewam bike. Li welat ji 9 milyonî zêdetir kesên dengê xwe bidin hene, 7 hezar û 205 namzed di pêşbaziyê de ne. Ji bo ku namzed di tûra yekem de werin hilbijartin divê ji nîvî zêdetir dengan bigrin.

Tora Çavdêriyê dê binpêkirinên di hilbijartinê de çêbibin bişopîne

Rêveberê Projeya Tora Çavdêriyê Rahma Al-Bouhlî û rêvebera bernameya Komeleya Derya Spî ya Tûnisê Ahlam Manouba Al-Karouyî têkildarî xebatên ku di dema hilbijartinan de kirine, agahî dan. Rahma Al-Bouhlî diyar kir ku ji bo hilbijartina li ser 501 sindoqan bişopînin ew ê bixebitin her wiha ji o binpêkirinên ku çêbibin bişopînin 300 çavdêrên mobîl ku di nav de 279 heyet hene, hatine peywirdarkirin. Rahma Al-Bouhlî wiha got:

“Ji bo pêşî li binpêkirinan were girtin, yek ji tedbîrên ku me girtine jî koma koordînasyona ku ji 84 kesan pêk tê heye. Ev kom ji bo dengdana kesên astengdar bişopîne li 27 navendên komkirinê hat peywirdarkirin. Bi Tora Çavdêran 100 kesên dilxwaz ên dixebitin dê li navenda berhevkirina daneyan peywirdar bin. Peywira wan a esasî ew e ku raporên li qadê pistrast bikin û pêşketina çavdêrên mobîl bipoşînin. Dê bi kesên li qadê re di nava têkiliyê de bin.”

‘Hezar û 100 çavdêr dixebitin’

Rahma Al-Bouhlî diyar kir ku ji sedî 52 çavdêran jin, ji sedî 48 mêrên ciwan in, bi giştî 100 çavdêr dixebitin û got ku di navbera wan kesan de yên astengdar jî hene. Rahma Al-Bouhlî, diyar kir ku pergala dengdanê li ser jin û ciwanan ji bo dengdanê bi neyînî bandorê çêdike.

Banga deng bikar anînê

Rahma Al-Bouhli îşaret pê kir ku baweriya gel a li hemberî siyasetê piştî 25’ê Tirmehê kêm bûye û got ku divê li hemberî vê rewşê xwe radest nekin. Rahma Al-Bouhli got, “Di mijara beşdarbûna hilbijartinê de divê jin xwedî li mafên xwe derkevin. Îro divê biçin ser sindoqan û namzeta guncav hilbijêrin. Çi di civaka sîvîl de be, çi di jiyana siyasî de be em di wê fikrê de ne ku beşdariya jinan pir girîng e. Ger em valatî bihêlin dê çi li nifşê pêşerojê were.”

'Rêjeya namzetên jin ên meclîsên herêmî ji sedî 14 e'

Midûrê Bernameyê yê Komeleya Navendî ya Behra Spî ya Tûnisê Ahlam Manouba Al-Karoui diyar kir ku wan li 7 bajaran 101 namzetên jin weke navend nîşan dane. Ahlam Manouba Al-Karoui diyar kir ku ew li ser malperên medyaya dîjîtal xebatên hilbijartinê li ser bingeha wekheviya zayendî dimeşînin û wiha got: “Rêjeya namzetên jinan ji bo meclîsên xwecihî ji sedî 14 derbas nabe û em wisa difikirin ku gelekî kêm e. Weke navend me 143 hevpeyvîn bi namzetên jin ên niha re pêk anîn. Me 556 çalakî li ser rûpelên şexsî û fermî yên Facebookê pêk anî. Nebûna dravdana giştî ji bo kampanyayan jî gelek kêşe çêkirine."  

Ahlam Manouba Al-Karoui di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji sedî 13'ê namzetên jin di hevdîtinên destpêkê de diyar kirin ku dixwazin bibin namzet û wiha domand:

“Ji sedî 11,18’ê jinên ku daxwaza namzetiyê qebûl kirin diyar kirin ku ew rastî cudakariya zayendî tên. Jinan jî diyar kirin ku li ser platformên dîjîtal rastî şîdet û mêtingeriyê tên û bi wan re henek kirine. Namzetên jin beşdarî bernameyên radyo û televîzyonê bûn. Navendê piştî gelek civînan bi şopandina xebatên hilbijartinê li hemû navendan xebatên xwe domand. Em ê rapora xwe ya yekem a li ser çavdêriya zayendî ya hilbijartinên herêmî pêşkêş bikin."