Li Mexribê bi bangên hilbijartinê daxwazên zêdekirina nûnertiya jinan
Nîqaşên li ser beşdariya jinan di jiyana siyasî de, tevî zêdebûna nûnertiya jinan di parlamentoyê de, newekheviya zayendî ya berdewam di bernameyên hilbijartinê de nîşan didin.
HENAN HERÊT
Mexrib – Mexrib xwe ji bo hilbijartinên danîna zagona yên ku di meha Îlonê de hatine plankirin amade dike. Daxwazên tevgera jinan ew in ku wekheviya jin û mêr di bernameyên hilbijartina bingehîn a partiyên siyasî de hebin. Hilbijartinên ku nêz dibin ceribandinek ji bo pabendbûna aktorên siyasî ji bo veguherandina prensîbên destûrî ji bo polîtîkayên bicîhanîn û nîqaşên li ser mekanîzmayên zêdekirina nûnertiya jinan di saziyên hilbijartî de û beşdariya wan di pêvajoyên biryardayînê de berdewam dikin.
Mafê jinan bi armancên stratejîk ên partiyan re sînordar ma
Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Demokratîk a Jinên Mexribê bang li partiyên siyasî kir ku dema bernameyên xwe yên hilbijartinê amade dikin, girîngî bidin nêrîna zayendî. Ev bang piştî nameyên ku sendîkayê ji partiyên cuda re şandiye û her wiha lêkolînek bi navê “Rewş û cihê jinan di bernameyên hilbijartinê yên partiyên siyasî yên hilbijartinên 2021’ê de” hat kirin.
Yekîtiyê tekez kir ku xebatên lêkolîna li ser amûrên nirxandina zayendî hatine kirin, newekheviyeke eşkere ku partî di kîjan astê de girîngî didin pirsgirêkên jinan derxistiye holê. Her wiha nîşan da ku prensîba wekheviya di navbera jin û mêran de, her çendî stûnek bingehîn be jî di bernameyên hilbijartinê de tune bûye û mafên jinan bi vîzyonên siyasî û armancên stratejîk ên partiyan sînordar mabûn.
Yekîtî bawer dike ku ev rewş bi Destûra Bingehîn a 2011’an re, ku armanc dike girîngî bide rêgeza wekheviyê û teşwîq dike, bi pabendbûnên navneteweyî yên mafên mirovan ên Mexribê re nakok e. Ev bang pêşbînî dike ku li cihê tevlîkirina jinan di amadekirina bernameyên hilbijartinê û pirsgirêkên wan weke mijareke cuda bigre dest, hemû polîtîkayên giştî entegreyî perspektîfa zayenda civakê bike.
‘Armanc pêkanîna wekhaviya rast e’
Siyasetmedar Cemîle Ayoko der barê hilbijartinên pêşerojê de diyar kir ku ew beşdariya berfireh a jinan wekî gaveke bingehîn di bidestxistina wekheviya zayendî de dibîne û divê di hilbijartinên li pêş de hejmara namzed û berpirsên jin ên hilbijartî zêde bibe û wiha got: “Pergala kotayê mekanîzmayeke demkî ye ji bo başkirina nûnertiya jinan dibe alîkar. Ne armanceke bi serê xwe ye. Armanc ew e ku wekheviyeke rast pêk were, jin bikaribin li ser bingeha derfetên wekhev bikevin meqamên parlamantoyê û biryardayînê. Ji bo bidestxistina vê armancê hilbijartinên azad û dadwer û her wiha hevrêziya di navbera partiyên siyasî, tevgera jinan û rêxistinên civaka sivîl de hewce dike. Berdewamiya bikaranîna pereyan di hilbijartinan de û hinek pratîkên derexlaqî, wekheviya derfetan û baweriya welatiyan bi pêvajoya hilbijartinê nahêle.”
‘Jin xwedî jêhatiyên pêwîst in’
Cemîle Ayoko ji partiyan xwest bernameyên ku piştî qezenc kirin pêşkêşî dengdêran kirin, bi cih bînin û îdia kir ku girêdana sozên hilbijartinê bi hesabdayînê re dê baweriya welatiyan bi saziyên hilbijartî, bi taybetî di nava ciwanan de nû bike.
Cemîle Ayoko bi taybetî bang li jinên ciwan kir ku bi têgihîştin û baweriya temamî ya bername û rêgezên partiyê beşdarî xebata siyasî bibin û got: “Jin xwedî jêhatiyên pêwîst in, dikarin meqamên berpirsiyariyê bigrin ser xwe û zêdekirina beşdariya wan ji bo xurtkirina demokrasî û wekheviyê şerteke bingehîn e.”
Di pêvajoya danîna zagonan a niha de, ji 395 endamên Meclîsa Nûneran 96 jin in, ev jî bi qasî ji çaran yek endamên meclîsê temsîl dikin. Ev rêjeya herî bilind a nûnertiya jinan di meclîsê de ye ji dema pejirandina mekanîzmayên ku armanca wan xurtkirina hebûna jinan bû ve heta niha. Lê belê, tevgera jinan bawer dike ku ev pêşveçûna hejmarî bi heman astê di pozîsyonên serokatiyê yên di nava partiyan de yan jî di naveroka bernameyên hilbijartinê de nehatiye nîşandan. Berdewama daxwaza veguherîna ji nûnertiya hejmarî ji bo beşdariya rast di pêvajoyên biryardayînê de dike.