Li Iraqê jin dikarin pêşengiya şoreşeke nû bikin

Heya ku jin hemû li her derê bi yek dengê li hemberî vê zîhniyetê ranebin dê nikaribin sîstema ku li tevahiya cîhanê serdest bûye hilweşînin.

MIZGÎN MARÎNOS

Li welatekî ku bi destên jinê ava bûye û şekil girtiye her wiha bûye navenda jiyana çanda civakan çima ewqas jin lê tên perçiqandin û tunekirin? Çima ewqas ji rastiya hebûna xwe re biyanî mane û jiyan di nava dîwarên malê de jê re qeder hatiye diyarkirin? Bêguman ev pirs û gelek pirsên din hene ku mirov bipirse û li bersiva wan bigere. Ji bo ku mirov bersiva van pirsan bide divê di nava destên dewletên zilhêz û dagirker de li rastiya avabun û çêkera Iraqê, di nava wê de zagonên ku ji bo jinan hatine veqetandin binêre û lêkolîn bike.

Dewlet, di encamê de desthilatdarî û ev desthilatdarî li ser keda jin, dayikê û her wiha qetilkirin û tunekirina nirxên civakê bi salên dûr û dirêj bi rê û rêbazên zirav hatiye avakirin.

Iraq bi dehan salan e di dorpêça netew-dewletan de ye

Di roja me ya îro de hikumeta Iraqê ji ber sedema mudaxeleya dewletên herêmî û navneteweyî, serdema xwe ya herî bi aloz û tije nakokî dijî. Ji destpêka avakirina hikumetê ve jin ji qada siyasî, aborî û sazumankirina civakî û çandî hatin dûrxistin, lewma niha welat di her qadê de ber bi hilweşandinê ve diçe. Li Iraqê jin ji sedî 50 zêdetir jiyanê pêk tînin lê di hilbijartina 9 mehan a beriya niha de ji sedî 5 jin dikaribûn tevlî hilbijartinê bibin. Ger ku em niha rewşa Iraqê bigrin dest; Iraq di nava destên netew-dewletan de, merceka xwe ya biryardayînê ku bikaribe bi hêza xwe rêveberiya xwe ava bike, winda kiriye. Bi heman mijarê ve girêdayî neavabûna hikumetê û aloziyên heyî pirsgirêkên gel di nava civakê de gihîştine asta herî jor. Siyaseta ku niha li Iraqê heye, rêjeya xizanî, bêkarî, kiryarên failên wan nediyar, bêexlaqî, kuştin, girtin, revandin û hwd. zede kiriye û welat ber bi rewşa herî kambax ve biriye. Ango mirov dikare bibêje ku di encama van hemû êş û xirabiyan de herî zêde jin fatureya wê bi giranî didin û zirarê dibînin. Ji ber wê sedemê dema ku mirov tenê li encama 6 mehan a rewşa jinan binêre, mirov dikare her tiştê fam bike.

Tevî ku li başûrê Kurdistanê gelek sazî û dezgehên jinan hene jî ji pirsgirêkan re nebûne çare

 Li rexmê ku li Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê ji bo parastina mafên jinan bi dehan sazî û dezgeh hatibin avakirin jî ev dezgeh tu carî ji bo pirsgirêkên ku jin di civakê de rûbirû dimînin her wiha ji bo jiholêrakirina qetilkirina jinan, nebûne bersiv. Ji ber ku ev sazî ne xwedî însiyatîf in û nikarin ji derveyî zagonên di rêziknameya hikumetê de bi hişmendiya zilam ji bo jinan hatine nivîsandin derbikevin derve. Ev sazî û rêxistin tenê şeklî mane û der barê polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan de ne xwedî bertekên tund in ku bikarin guhertinê bidin çêkirin. Bêguman sedem çi dibe bila bibe, qirkirina jinan politîk e. Ji ber ku kujer dizanin li pişt wan sîstem heye û bêyî dudilî, wan qir dike û tune dike. Tenê li Iraqê dema ku mirov li rêjeya qetilkirin û tundiya li ser jinan tê meşandin dinêre, ji avabûna dewletê bigre heya niha her sala ku derbas dibe ev rêje zêdetir dibe. Li gorî raporên Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan di nava 6 mehên sala 2022’an de tenê li herêma Başûrê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên civakî 29 jinan xwe şewitandiye yan hatine şewitandin, 31 jinan dawî li jiyana xwe anîne û her wiha 22 jin jî qaşo ji ber sedema namûs û pirsgirêkên civakî hatine qetilkirin.

Jin û jiyan du têgehên ku mirov nikare bi tu şêwazan ji hev cuda bike û bêyî hev wateyek têrker jê re bibîne ye. Du têgehên ku bêyî hev nayên fikirandin. Lewma di aliyê peyv û wateyê de jî du peyvên di zik hev de hev temam dikin e. Ji destpêka çêbûna mirovahiyê û avabûna civakan heya roja me ya îro qonax bi qonax ev jiyana civakbûnê ji aliyê jinan ve mîna rêsana teşiyê hatiye rêsan û gihîştiye vê astê.

Li ser vana axan jinan cara yekem tovê jiyanê reşandin

Iraq ku ji avabûna jiyana mirovahiyê heya roja me ya îro, di her qonaxê de ji mirovahiyê re malovanî kiriye; di bin pencên desthilatdaran de ber bi dojehê ve diçe. Li ser van xakan jinan cara yekem tovên jiyanê avêtin. Li ser van xakan jinan cara yekem jiyana komînal afirand û ji bo berdewamkirina nifşên nû di civakê de çand, exlaq, ziman û têkiliyên mirovahiyê danîn û jiyanê ber bi civakbûnê ve birin. Her wiha li ser van xakan li ser keda jinan bingeha zanîn, zanist, felsefe û hezkirinê hat danîn. Lê ji aliyê zilamê zordar, bi destwerdana keda jinan a bi hezaran salan ku mirovahiyê xwedî kir, jiyana civakê serûbin kir. Di nava civakê de exlaq xirab kir, mirov dabeş kirin, çîn dan avakirin, têkiliyên civakê felc kir û li ser keda ku bi xwêdana însanan hatibû avakirin sîstema xwe da avakirin. Bêguman ev di demeke kurt de pêk nehat, bi pêvajoyên dûr û dirêj û bi rêbazên hovane ku bi hişmendiya aqilê zilam hatibu avakirin ev dîrok hat guherandin.

Bi îslama sexte û hişmendiya zilamê serdest zagon hatin çêkirin

Bi pêvajoya hatina îslamê ya li ser vê xakê re jinên ku jiyan afirandibûn, bi çarşevên reş pêçan û di nava malê de hatin hepskirin. Her wiha bi avabûn û pêşketina sîstema kapîtalîst re, ji aliyekê ve jin di malê de weke amûra zayînê hat dîtin û ji aliyekê ve jî bi hişmendiya azadiya sexte ya lîberal bedena jinan wekî amûra reklam û bazarê bi kar anîn. Jin ji zanistên siyaset, aborî, çandî û civakî hatin dûrxistin û di malê de hatin dîlgirtin. Desthilatdariya hikumeta Iraqê û di navê de hikumeta Federal a Başûrê Kurdistane ku zagonên wê li ser bingeha îslama sexte û hişmendiya zilamê serdest hatine nivîsandin ku tu jin tê de nikare bi rastiya xwebûna xwe ya resen bijî bûye sîstemeke qirkirina jinan.

Ji zarokatiyê ve her zilam fêr dibe ku hêrs û kîna di hundirê xwe de li ser jinan birijîne û vê yekê ji xwe re maf dibîne. Jinên ku nîvê civakê ne, weke zayenda duyem di rêza duyem de piştî zilam tê hesibandin. Zilam ku nikarin berpirsyariyên xwe di malbatê de bi cih bîne hêrsa xwe bi ser jin û zarokan de dirijîne, ji derve hêrs dibe tê malê hêrsa xwe bi ser jin û zarokan de dirijîne. Ji ber hişmendiya zilamê qirker ku jinan weke namûsa xwe digrin dest, li her qadê bi hincetên herî biçûk û her wiha bi hinceta qaşo ‘min namûsa xwe li erdê nehişt’ ji aliyê bav, bira, hezkirî û hevjînê xwe ve tê qetilkirin li rastî tacîz, tecawiz û tundiyekî mezin tê. Kengî derkeve derve, kengî were mala xwe, çi li xwe bike, di pêşeroja xwe de çi plansaziyê ji bo jiyana xwe deyne... Tu jin der barê jiyana xwe de ne xwedî mafê biryardayînê ye. Ev biryar di çarçoveya qayde û quralên bi hişmendiya zilam di malbat û civakê de ji bo jinan hatine rûniştandin, tên girtin.

Jinên Kurd bi saya şoreşê kefenê mirinê qetandin

Baş e gelo jin çawa dikarin xwe ji vê rewşa metirsîdar rizgar bikin? Jin çawa dikarin ev jiyana ku jê re bûye dojeh vegerînin jiyana azad? Jin bi xwezayî xwedî ruhê serhildan û berxwedanê ye. Bi taybetî jî jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd e. Li Kurdistanê jinên Kurd bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kefenê mirinê qetandine û li hemberî hişmendiya 5 hezar salan ku li ser jinan hemû awayê zilmê dimeşand û hêj dide meşandin serî hildaye û têdikoşe. Ev serhildan ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye çirayeke hêviyê û hemû jin dikarin li derdora wê bibin xelek û bi rastiya xwebûna xwe re bibin yek. Eger ku di welatekî mîna Iraqê de jin serî hilnede û nebe pêşenga şoreşê ne gengaze ku pirsgirêkên ku niha Iraq tê de digevize werin çareserkirin. Ji ber ku şoreşa jinan di heman demê de şoreşa civakê jî ava dike. Jina azad civaka azad diafirîne û azadiya jinan di nav civakê de weke çand û exlaqê bi cih bûye. Ji ber ku ya civakê ava dike, nirx û normên civakê diparêze jin e. Pêdivî heye ku li hemberî hemû cureyên qirkirinê û sîstema zilimkar a zilam bi awayekî topyekun bi îdiayeke pir mezin û xurt têkoşîna xwe ji her dem zêdetir bilind bikin. Heya ku jin hemû li her derê bi yek dengê li hemberî vê zîhniyetê ranebin dê nikaribin sîstema ku li tevahiya cîhanê serdest bûye hilweşînin.