‘Li Iraqê ji bo temsîliyeta wekhev pêdivî bi reformên lezgîn hene’

Lêkolînera siyasî Ayat Muzafer Al-Nourî di qada siyasetê de astengiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin anî ziman û bal kişand ku li hemberî vê û ji bo pêkanîna temsîliyeta wekhev a di qada siyasetê de pêdivî bi reformekê lezgîn heye.

NÛR EL-MERSÛMÎ

Bexda – Irak ji bo hilbijartinên ku dê di 6’ê Mijdarê de bê lidarxistin xwe amade dike. Lêkolînera siyasî Ayat Muzefer Al-Nourî der barê astengiyên li pêşiya jinan a di warê beşdarbûna wan a siyasî de axivî li hemberî van astengiyan destnÎşan kir ku pêdivî bi reformekê lezgîn heye.

Ji bo beşdarbûna jinan a siyasetê astengî li pêşberî jinan hene

Ayat Muzefer Al-Nourî diyar kir ku li Îraqa ku divê jin ji sînordarkirinên civakî û çandî bên rizgarkirin de, hîn jî beşdarbûna jinan di siyasetê de di bin asta ku tê xwestin de ye, destnîşan kir ku orf, adet û kevneşopî ji bo jin di siyasetê de cih bigirin û qebûlkirina xwe ya di siyasetê de astenga herî mezin e. Ayat Muzefer Al-Nourî da zanîn ji ber ku mêr her tim hewl dide îradeya wan bişkîne û li hember wan bisekine, lîstina rola xwe ya di civakê de hin kevneşopî û nirxên civakî yên ku mêr wekî rola pêşeng dibînin nîşan dide.

Ayat Muzefer Al-Nourî, der barê mijar namzediya hilbijartinên parêzgehan de jî wiha dibêje: "Karê meclîsan her dem li ser xizmetguzariyê ye, lewra dema ji ber ku civaka baviksalarî dema ku li kolanan e ji tiştên ku pêşkêş dikin razî nabe tên verderkirin." Ayat Muzefer Al-Nourî balkişand ku divê jin di dîka siyasetê de xwe birêxistin bikin û xwe bidin qebûlkirin û wiha got: "Me dît ku gelek jin ji bo hilbijêran îkna bikin ku berpirsyarî bigrin û biryarên rast daketin qadan.”

‘Hêza jinan û mafên wan a biryardanê nayê nasîn’

Ayat Muzefer Al-Nourî bal kişand ku "partiyên siyasî hêza jinan, karîna wê ya birêvebirinê û biryardanê nas nakin, lewma jinan ji pozîsyona lîdertî ya girîng dûrdixin” û dest nîşan kir ku divê jin tevî hemû zehmetiyên rû bi rû tên jî tevlî pêvajoya siyasî bibin.” Ayat Muzefer Al-Nourî dest nîşan kir ku ji bo hewildanên xwe di qadê de nîşan bidin, pêwîste nûneratiya jinan di siyasetê de bê zêdekirin û wiha got: “Îro gelek jinên Iraqî ku bêyî hemberanberî biseknîn di warê praktîkî û pîşeyî de bi hewlên xwe ve bihêz bûne hene. Em piştgiriya wan dikin. Ji bo tevlî qada siyasî bibin sedem û hedefên wan heye.”

Di pêvajoyê hilbijartinan de li dijÎ jinan gef û şantaj

Ayat Muzefer Al-Nourî der barê tercûbeya xwe ya di qadê siyasetê de jî wiha axivî: "Tiştê ku herî zêde min wêrek kir, doktoraya min di zanistên siyasî de ye. Ez li gorî hin pîvanên ku piştre di hilbijartinên 2014’an de hatin ragihandin hatim hilbijartin û piştî rêze fîlter û hevpeyvînan ez wek yek ji namzetên lîsteyê hatim hilbijartin. Raste, ez ne bişans bû lê di xebata siyasî de gelek derfet ji bo min hatin vekirin û ez îro berdevka Tevgera Koalîsyona Zaferê me.”

Ayat Muzefer Al-Nourî têkildarî zehmetiyên ku jin rû bi rû dimînin jî wiha got: “Jin ji bilî şantajê, bi taybetî di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de rastî li hemberî hemû cureyên tundiyê, bi taybet tundiya siyasî heta radeya dûrxistin û îftirayê tên. Di nava hemû cureyên tundiyê de, biçûkxistin û dûrxistinê ya herî bêparastin e.”

‘Divê li ser mijarê konferans û semîner bên li dar xistin’

Ayat Muzefer Al-Nourî bawer dike ku divê malbat ji bo ramanên kesên ku di vî warî de mijûl dibin bibe piştgiriya yekem û wiha got: "Divê ji wan re bi ramanên xwe û bi şiyana wan a guhertinê bawer bikin. Medya ku wek hêza çaremîn tê hesibandin, di ronîkirina wan de û şiyana wan a mezin a guhertina denklem de rola mezin dilîze. Divê saziyên qanûndanîn û cîbicîkar di qanûnan de piştgiriya jinan bikin, saziyên jinan û civaka sivîl jî pirsgirêkên jinan bi cih bînin û li ser vê mijarê konferans û semîneran li dar bixin.”

Ayat Muzefer Al-Nourî anî ziman ku di hilbijartinên parêzgehê ya 2023’an de, ji bo piştgiriya siyasî ya jinan û ji bo zêdekirina beşdariya jinan bi amadekirina plansaziyeke pêkanîna berfireh ku gelek bername û çalakiyan tê de hene, komîteyek hate avakirin. Ayat Muzefer Al-Nourî di dawiya axaftina xwe de got ku “Tevî beşdariya aktîf a jinên Iraqê di Parlamentoyê de jî ji ber gelek sedeman edalet ji wan dûr e, serokên partiyên mêr li ser jinan serwerî dikin” û bal kişand pêwistiya piştgirî dayîna jinan.