Li cîhanê û Îranê li dora peyva ‘Kurd’ komployên siyasî
Peyva "Kurd" li Îranê ne tenê nasnameyeke neteweyî ye, vegotina berxwedan, zordarî û têkoşîna dîrokî ye ji boykotkirina referandûma Komara Îslamî bigre heta serhildana "Jin Jiyan Azadî" dirêj dibe.
KÎMYA NAZÊRÎ
Revanser – Di serdemeke dîroka têkoşîna mirovahiyê de, dibe ku gotina navdar a "dîrok ji aliyê serdestan ve tê nivîsandin" rastiyek neyê înkarkirin be; lê belê, bi zêdebûna amûrên nivîsandin û vegotinê di sedsala dawî de, her kesê ku pênûsek di dest wî de heye, dikare guhertoyek rastiyê pêşkêş bike. Lê belê di dawiyê de, delîlên berbiçav û ezmûnên jiyanî ne ku îdiayên dibistanên ramanê yên cuda piştrast dikin an red dikin. Ji bo ku em fêm bikin ka çima em di vê xala dîrokê de ne divê em li kokan binêrin. Kokên ku ji tovên bi salan berê hatine çandin şîn bûne. Ji ber vê yekê divê em hêza peyvan di şekildana bîra kolektîf û nivîsandina dîrokê de kêm nebînin.
Komployên li dora peyva “Kurd”
Îro, li cîhanê û bi taybetî li Îranê, hesasiyet, guman, fikar û heta komployên siyasî li dora peyva "Kurd" derketine holê. Mîna ku ev peyv dema bi têgehên din re tê berhevkirin wateya xwe diguherîne, giraniyek siyasî û civakî ya nû bi dest dixe. Lê pirsa rastîn ev e: Koka vê hesasiyetê ji ku ye û çima dema behsa "neteweya Kurd" tê kirin bertek tundtir û perspektîf tûjtir dibin?
Ji bo bersiva vê pirsê divê em li rabirdûya nêzîk binêrin. Lûtkeya aloziya di desthilatdariya Komara Îslamî de û yek ji derbên herî bihêz ên ku li vê pergalê hatine xistin, ji sê peyvên ku ji aliyê gelê Kurd ve hat ziman holê de. Ew jî dirûşma "Jin Jiyan Azadî ” ye. Ev hersê peyv ne tenê dirûşmeke siyasî; bingeha nêrîneke cîhanê, ezmûna dîrokî û daxwaza azadiyê ne. Veguherîna bilez a vê dirûşmê ji bo şoreşek yekgirtî li seranserê Îranê hevgirtina herî mezin di navbera gelên cuda yên Îranê de afirand. Vê hevgirtinê nîşan da ku şervanên Kurd, bi salan e, azadiya gelê Îranê bi awayekî kûrtir, berfirehtir û pêşverûtir ji gelek tevgerên din difikirîn û perspektîfeke berfirehtir pêşkêş dikirin.
Ji ber vê yekê, di vê serdema dîrokî de, peyva "Kurd" ne tenê navek e; wateya berxwedan, lêgerîna azadiyê û ji nû ve pênasekirina azadiyê ye.

Ji boykotkirina referandûmê heta tawanbarkirinên "cudaxwaziyê"
Ev hişmendiya siyasî ya gelê Kurd nû ye, yan li ser bingeha dehsalan ezmûn û bîra dîrokî ye? Ji bo fêmkirina vê yekê divê em vegerin serdema damezrandina Komara Îslamî.
Zêdetirî çil sal berê, di demeke ku rewşenbîr û komên lîberal li gelek bajarên Îranê Komara Îslamî wekî "riyek ber bi rizgariyê" ve didîtin, Kurdistanê ev referandûm boykot kir û neçû ser sindoqan. Ev boykot di demeke ku neteweyek li herêmên din di bin desthilatdariya oldaran de didîtin pêk hat.
Dijberiya gelê Kurd li hemberî rejîmên otorîter ne tenê bi Komara Îslamî ve sînordar e; heta di serdema Pehlewî de jî Kurdan piştgiriya monarşiyê nedikirin. Berawirdkirina herdu sîsteman bi zelalî dişibin hev wekî navendîbûn û tepeserkirina siyasî eşkere dike. Ev baweriya dîrokî ya Kurdan piştrast dike ku şêweya hikûmetê li Îranê bi piranî dîktatorî bûye.
Salên destpêkê yên Komara Îslamî ku bi tepeserkirinên berfireh, darvekirin û jiholêrakirina sîstematîk a muxalifan ve hatine destnîşankirin, bi zelalî nîşan dan ku çima Kurd ji destpêkê ve li dijî wê derketin. Komkujiyên pêşîn, êrîşên leşkerî û koçberiyên bi darê zorê li Kurdistanê pêk hatin; bi hezaran kes hatin kuştin an jî koçber bûn.
Lê belê, tepeserkirin ne tenê fizîkî bû. Rejîmê vegotin jî guherand, hewl da têgeha "Kurd" wekî gefek bi navgîniya etîketên wekî "cudaxwaz" û "komên terorîst ên Kurd" nîşan bide. Di heman demê de, bi afirandina têgeh û sembolên wekî "Pêşmergeyên Kurd ên Misilman" hewl da civaka Kurd parçe bike.
Ev ne tenê propaganda bû; hewldanek bû ji bo ji nû ve şekildana nasnameyê û ji nû ve nivîsandina dîrokê. Armanc rewakirina tundiyê û amadekirina raya giştî bû. Ev vegotin ji hêla gelek kesan ve li herêmên din bê pirs hatin pejirandin, bi vî rengî polîtîkayên tepeserkirinê di bin navê "parastina yekparebûna axê" de rewa kirin.
Koçberiyên bi zorê yên di encamên zextê de
Piştî şoreşa 1979’an, bi hezaran kes, bi taybetî di nava Kurdên Yarsan de, neçar man koçber bibin. Ev ne hilbijartinek bû, encama zextê bû. Gelek malbatan li derveyî welat penaber kirin û hê jî li sirgûnê dijîn.
Çarenûsa kesên ku nikaribûn koçber bibin, gelek caran girtin, cezayên dijwar û darvekirin bû. Dema ku meriv li nûçeyên rojane dinêre, di van rewşan de navên Kurdî pir caran tên dîtin. Ev ne tesaduf e, şêwazeke sîstematîk a zextê ye.
Bo nimûne, Zeynep Celaliyan, yek ji girtiyên Kurd ên siyasî yên jin e ku demek dirêj li Îranê di girtîgehê de maye. Hejmareke girîng ji kesên ku di salên dawî de hatine darvekirin jî ji Kurdistanê ne. Wekî din, kesayetiyên mîna Werîşe Moradî û Pexşan Ezîzî di bin gefa darvekirinê de ne.
Di demên dawî de li Kirmaşanê, du birayên Kurd (Mojteba û Meysem Veysî) bi tohmeta "piştgiriya komên dij-şoreşger" ji ber avakirina pirtûkxaneyek piçûk ji bo zarokan li taxa xwe hatin kuştin. Ev bûyer nîşan didin ku çalakiyên çandî û sivîl jî wekî gefek ewlehiyê tên dîtin.
Ev hemû eşkere dikin ku Kurd hedefa domdar a tepeserkirina sîstematîk û polîtîkayên ewlehiyê ne.
Ji Îranê bigre heta Efganistanê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Tevî van hemû zilm û zordariyê, civaka Kurd paşve gav neavêtiye; berevajî vê, bûye yek ji hêzên herî xurt ên berxwedanê. Jinên Kurd di vê berxwedanê de roleke diyarker lîstine.
Jinên Kurd di rêxistin û têkoşînê de bûne mînak, li gelek deverên cîhanê îlham dane jinan. Îro, jin ji Îranê bigre heta Efganistanê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" diqîrin.
Ev dirûşm ji sînorên erdnîgarî derbas bûye û veguheriye zimanê berxwedanê yê cîhanî. Vê ramana ku di civaka Kurd de kok girtiye, her çendî afirînerê wê Abdullah Ocalan, di girtîgehê de be jî; li çar aliyên cîhanê riya azadiyê nîşanî gelek kesan dide.