Li Bîngaziyê jin ji bo beşdarbûna hilbijartinan tên teşwîqkirin

Mehmûd EL-Kadikî destnîşan dike ku armanca destpêkirina vê bernameyê hewldanên gihîştina her jinê bi riya jineke din e. Sefîr ramana vê tecrubeyê dighijîne her jinê û wan hişyar dike ku dengên xwe nedin tu kesê ku ji wan nebawer in

.
ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Dewreyên geşedanê ji bo sefîrên jin ên haydarbûna hilbijartinê li Bîngaziyê piştî ku bernameya perwerdeya rû bi rû beriya meha Remezanê bi dawî bû hîn jî bi riya înternetê berdewam dikin.
Der barê çalakiyên bernameyê de me bi Endamê Nivîsgeha Hişyarî û Ragihandinê ya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, şaxê Bingaziyê, Mehmûd Ehmed El-Kadikî re hevdîtin kir da ku li ser ramana destpêkirina bernameyê ji me re biaxive. Tê zanîn ku rahêner nikarin daxuyaniyan bidin heya ku dewre bi dawî dibe.
  Endamê Nivîsgeha Hişyarî û Ragihandinê ya Komseriya Bilind a Hilbijartinan, şaxê Bingaziyê, Mehmûd Ehmed El-Kadikî der barê pêwîstiya vekirina dewreyan de got; “Ev bernameyeke ku Komseriya Bilind a Hilbijartinan li ser asta Lîbyayê bi hevkariya Weqfa Navneteweyî ya pergalên hilbijartinê amade kiriye, ew jî bi armanca anîna jinên dilxwaz ku bi karê haydarbûna hilbijartinan rabin da ku jin teşwîq bibin û wekî namzed û ji bo hilbijartinan navê xwe qeyd bikin.”
Hewldana gihîştina here jinê bi riya jineke din
.
Ew piştrast dike ku di komîseriya Bilind a Hilbijartinan de hejmara jinan ji milyonek zêdetir bûye û got; "Ev yek bo me wekî nîşaneyek e ku jin di pêvajoya hilbijartinê ya li pêş de dê bibin xwedî roleke mezin.”
Eleqeya wê bi demokrasî û hilbijartinan re heye
Der barê armancên vê bernameyê de, Mehmûd El-Kadikî dibêje; "Komîseriya Bilind a Hilbijartinê, bi hevkariya Weqfa Navneteweyî ya Pergalên Hilbijartinê, serlêdanek bi navgîniya înternetê da destpêkirin ku tê de jinên dixwazin bikevin vê bernameyê tên tomarkirin, piştre, 23 sefîr ku temenê wan di navbera 25 û 50 salî de ye dê bên hilbijartin û divê ku ew ji beşdarbûna hemî dewreyan re amade be, dibe ku dewre li derveyî bajarê wê were kirin. Her wiha divê ew xwediyê giyana berpirsyar be û girîngiyê bide geşedan û pêşxistina komê. Bêguman divê eleqeya wê di warên demokrasî û hilbijartinan de hebe û di civak û karên sivîl de tecrubeyên wê hebin.
Mehmûd El-Kadikî diyar dike ku yek ji van mercan jî ew e ku divê  xwedan giyanê destpêşxerî û rêberiyê be û hêza wê ya pêwendiyan xurt be her wiha divê ew kesayetek objektîf be.
 Xalên herî girîng ên nexşeya kar
Mehmûd El-Kadikî dibêje ku wan di navbera komîsyon û sefîran de peymanek rûmetê çêkirine. Di rêziknameyê de komek xalên girîng hene, di nav de pêşbaziya di navbera sefîran de ji bo motîvasyonê, neweşandina ramanên siyasî û civakî û der heqê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan de tu daxuyanî li ser malperên tora civakî neyên belavkirin hene.  
Mehmûd El-Kadîkî her wiha got ku di rêziknameyê de bendek heye dibêje ku sefîr nûnertiya herêma xwe dike û projeya sefîrên jin bi tevahî divê ji peyvên bi êş ên ku pîvanên exlaqî aciz dikin dûr bikeve û ji belavkirina hişmendiyê li cihên perestgehê û mizgeftan dûr bikeve ji xeynî çarçoveyek giştî ya şaredarî yan meclisa herêmî.
Ji gelek bajarên Lîbyayê sefîrên jin hene
Mehmûd El-Kadikî bersiva pirsa me ya der barê domandina bername û perwerdekirina sefîrên din de dide û dibêje; "Dê hejmar were diyarkirin, wate 23 jinên ku ji bo pêkanîna vê peywira xwebexş di asta Bîngaziyê de hatine hilbijartin, jixwe bername tevahî Lîbyayê digre nav xwe û ji hemû bajarên Lîbyayê sefîrên jin hene, her yek li gorî herêma xwe ye. Ez li vir behsa Lîbyayê dikim divê ku yên din werin perwerdekirin ger yek ji sefîran îstîfa bike ew ê şûna wê bigre. Perwerde hê di riya sepana Zoomê de berdewam dike.
Ew diyar dike ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan hemî şiyan û çavkaniyên mirovî bi kar tîne da ku haya wan ji girîngiya hilbijartinan hebe û di warê perwerde, geşedan û jêhatbûnê de bi kargehên kar û qursên perwerdeyê re piştgiriya lojîstîkî peyda dike. Têkiliya komîsyonê bi sefîrên jin re ne îdarî ye, rola wan dişibe ya rêxistinên civaka sivîl ên ku piştgiriyê didin û bi hişyariya hilbijartinê re eleqedar dibin
Di dawiya axaftina xwe de, endamê Nivîsgeha Hişyarî û Ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, şaxê Bîngaziyê, Mehmûd Ehmed El-Kadikî, hêvî kir ku "sefîr bi rola xwe rabin da ku jinan li Lîbyayê fêr û perwerde bikin û der barê pêvajoya hilbijartinê de piştgiriya wan bikin.