Li Başûrê Kurdistanê panaromaya sala bexwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên salê 1’ê Çile bi kampanye ya “100 sedem ji bo darezandina dîktator” destpê kirin û bi 9’ê Çile roja di kesayeta Sakîne Cansiz û hevalên wê de têkoşîna jinan hatî hedefgirtin domandin. Li hemberî dagirkeriya ser axa Başûrê Kurdistanê ji çalakiya Dayikên Laçik Spî heta çalakiyên bi diruşma “Silêmanî li gel Behdînane” jinan pêşengiya xwe ya di hemû çalakiyan de heya dawiya salê dewam kirin.

LAVÎN MEHMÛD
Silêmanî – Li Herêma Başûrê Kurdistanê panaromaya sala bexwedanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û pêşengiya jinan. Di vê panaromayê de me hewilda buyerên herî giring ên nava salê carekdin bi bîra xwêneran bînin. Dema me li çalakiyên nava salê nêrî dît ku têkoşîna jinê mohra xwe li hemû çalakiyan daye. Di serî de çalakiyan 1’ê Çile bi kampanye ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ destpê kirin û bi 9’ê Çile roja di kesayeta Sakîne Cansiz û hevalên wê de têkoşîna jinan hatî hedefgirtin domandin û heya dawiya salê dewam kirin.
kampanye ya “100 sedem ji bo darezandina dîktator”
Di çarçoveya kampanye ya “100 sedem ji bo darezandina dîktator” ku 25’ê Mijdara 2020’an ji aliyê Tevgera Jinên Azadên Kurdistanê ve hat destpê kirin de gelek çalakî hatin lidarxistin. Jinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji 1’ê Çileya 2021’an û şonde dest bi komkirina îmzayên darezandina diktator Erdogan ê tayîbetî jinan hedef digire kirin.
9’ê Çile 8’emîn bîranîna komkojiya Parîs ku têde sê siyasetmendarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, li Ranya, Hewlêr, Silêmnanî, gundewarên binarên Qendil gelek bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê hat li darxistin. Di merasîmên bîranînê de jinan peyama şopandina rêya wan dan.
10’ê Sibatê Dewleta Tirk dest bi oparasyona Behdînan kir û êrîşî jerêma Gare kir. Eve êrî bû sedema nerazîbûnan xelkê li çar aliyê Kurdistanê, pêre jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gel bi girseyî rabû ser piyan û gelek çalakiyên cûr be cûr li darxistin. Pêşangiya van çalakiyan jî jinan kirin. Lê belê Desthilata Başûrê Kurdistanê û hikumeta wê tu helwestek li beramberî êrîşên dagirkeriya dewletaTirk nîşan nedan. Piştî berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya 10 rojan bi serketin û dewleta Tirk li Garê têk çû, serketîna Gerîla li hemû cîhanê bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Girtina çalakvan, mamosta û rojnamevanên Behdînan ên li hemberî dagirkeriyê bûn dengê civakê ji aliyê PDK’ê ve mijarek din a germ a salê bû. Li gorî daneyên rêxistina S.P.T 18’ê Tebaxa 2020’an heta 26’ê Çileya 2021’an 76 kes hatin girtin ku di nav de çalakvan jî hene û ev rêje her çu zêdetir bû. Hinek ji wan çalakvanên hatîn girtin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û ev çalakiya wan mehekê berdewam kir.
Çalakiyên: “Silêmanî li gel Behdînane”
Azadîxwaz û çalakvanên Başûrê Kurdistanê bi gelek çalakiyên cûr be cûr nerazîbûnên xwe anîn ziman. Ji ber sezayê 6 sal girtina 5 rojnamevanên Behdînan li Silêmanî bi dirûşmên ‘Silêmanî li gel Behdînane’ çalakiyên nerazîbûnê hatin li darxistin. 
Di meha Nîsanê de gelek çalakî ji bo şikandina tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat li darxistin. 
Di şeva 23’ê Nîsanê de carek din dewleta Tirk dest bi oprasyonên xwe yê dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir û êrîşî herêmên Metîna, Avaşîn û Zap kirin. Her wiha bi alîkariya yasay navdewletî, dewleta Tirk îsal êrîşî xweza û jingeha Kurdistanê kir û daristanên Kurdistanê talan kir. Zêdeyî 5 hezar donim zevî li Dihokê şewitand ziyanek zêde giha bax û baxçeyên hemwelatiyan. Bi karanîna Çekên Kimyayî beşek din a tewanên dewleta Tirke li Başûrê Kurdistanê kiriye, li gora daneyên Hêzên Parastina Gel (HPG) belavkirin, di nava 6 mehan de dewleta Tirk 323 caran çekên kimyayî li dijî wan kar anîne û ji ber çekên kimyayî 33 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane ku 9 ji wan jinin. Li beramberî êrîş û destdirêjiya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiya Kurdistanê têkoşînek mezin kirin. Welatî jî ji bo piştgirîdaya gerîla li qadan bûn.
5’emîn kongreya RPAK’ê hat lidarxistin
28’ê Gulanê Rêxîstîna Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) kongreya xwe ya 5’emîn li darxist û 21 jin weke endamên rêveberiya RJAK’ê hatin hilbijartin. Di serî de xebatên perwerde û dîplomasiyê ji bo du salan gelek bername dan pêşiya xwe.
9’ê Hezîranê dayikên Laçik Sipî bi çalakiyekê daxuyanî di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de dan û piştre nameyek radestî Encumena Nunerên Îraqê kirin. Dayikan di nameya xwe de daxwaz kirin ku rola Kurdan diyarker be, di derbarê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk de bibin xwedî helwest. Bi vê boneyê rêze hevditin li gel partî û rêxistinan hatin kirin.
 17 rêxistinên civaka sivîl li hemberî dagirkeriyê rabûn
17 rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyek hevpar giliyê yasayî di derbarê dewleta Tirk de kirin û êrîşên dewleta Tirk ên ser xwezaya Kurdistanê weke cînosayda xwezayê bi nav kirin. 
Bi bejdariya 200 kesan li herçar parçeyên Kurdistanê konfaransek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di tora Zoomê de hat li darxistin. Gelek hunermend, rojnamevan û endamên partî û rêxistinan bejdar bûn. Paşê jî bi bejdarbûna hezaran hunermend, nivîskar, çalakvan û hemwelatiyan xwepêşandanek girseyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêkhat û daxwaz ji hikumeta herêma Kurdistanê kirin ku helwesta xwe bidin nîşandan.
109 rewşenbîrên Kurdistan û Îraqê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û komiteya bi cihkirina qedexeya çekên kimyayî OPCW hat kirin ku lêkolînê di derbarê bi karanîna çekên kimyayî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Avaşîn, Metîna û Zapê hatî bi karanîn bikin.
Şandeya navdewletî ya aştî û Azadiyê li Hewlêr ji aliyê PDK’ê ve hat asteng kirin
16’ê Hezîranê şandeya navdewletî ya aştî û Azadî bi mebesta pêkanîna aştî û yekitiya gelê Kurd û li dijî êrîşên dewleta Tirk serdana Başûrê Kurdistanê kirin, lê belê di demê serdanê de li Hewlêrê hatin girtin û rê nehat dayîn ku çalakiyên xwe berfireh bikin. Piştre di daxuyaniyek ya çapemeniyê ya li Silêmaniyê de rexne li Partiya PDK’ê kirin û banga yekitiyê û sekinandina li dijî dagirkeriyê kirin. Haman şandê serdana Munîminta Helepçe kir û li gel gelek rêxistinên Kurdistanê yên weke rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan, Dayîkên Lacik Sipî, partî û aliyên siyasî civiyan û di hevdîtinên xwe de bal kişandin ser aştiyek mayînde.
Dayikên Laçik Sipî li Silêmaniyê civiyan
21’ê Tîrmehê ji çar aliyên Kurdistanê Dayikên Laçik Sipî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kombûn û daxwaza aramiyê kirin. Dayikan dan diyarkirin ku heta aliyên siyasî li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk nebin xwedî helwest wê çalakiyên xwe berdewam bikin.
30’ê Tîrmehê bi durişma “Bi yekitiya jinan û şoreşa demokratîk wê azadî pêk were” 2’emîn konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa li paytexta Lubnan Beyrudê hat li darxistin û 9 jinên Başûrê Kurdistanê bejdar bûn. Di encamnameya konfaransê de bal hat kijandina li ser pirsgirêkên jinan li welatên cûda. 
Ciwan Ebdulbaqî ya ji aliyê PDK’ê ve hatî girtin piştî 71 rojan hat berdan
3’ê Tebaxê bi boneya 7’emîn salvegera êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê, şandek jinên rêxistina RJAK’ê serdana Şingalê kirin. Li çar aliyên Kurdistanê û Evrûpa çalakiyên bi daxwaza azadiya sê jinên çalakvan hat kirin. Piştî mehekê endamên RJAK’ê Xewle Mehemed û Seyran Ehmed hatin berdan, piştî 71 rojan jî Ciwan Ebdulbaqî hat berdan.
27’ê Îlonê şandek a parlementerên Partî Demokrata Gelan (HDP) ji Bakûrê Kurdistanê bi nunertiya Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul gihan Silêmanî û serdana partiya Goran, Yekitiya Nîştîmana Kurdistan û aliyên Başûrê Kurdistanê kirin. 
Hêviya welatiyan ji hilbijartinê şikest
Hilbijartinên pêşwext ên Encumena Nunerên Îraqê di 10’ê Cotmehê de hat lidarxistin û di hilbijartinê de bêhêvîtiya welatiya diyar bû. Rêjeya bejdabûna hilbijartinan ji sedan 41 bû. Li gora hilbijartinên parlementeran li Îraqê li gora sala 2018’an rêjeya bejdarvanên berendamên jin ji dû hezar berendaman daketibû 951 berendamên jin. Lê belê jinan karî rêjeya kota derbaz bikin û bi dengên xwe ji 83 kurîsiyan 97 kursî bidestbixin. Li gora wê ji sedî 38 jinan di Ecumena Nunerên Îraqê de cîh girtin.
Xwendevanên zanîngeh qedandî di çalakiyê debûn
Di dawiya sala 2021’an de rewşa hemwelatiyan berbi dijwariyê ve çû, qeyrana aborî, nebûna xizmetgozariyê, nedana muçeyan û gelek pirsgirêkên din bûn sedemê nerzîbûna gelên Başûrê Kurdistanê. Fermanberên bi peyman, mamostayên bi peyman, xwendevanên zanîngeh qedanin û bê kar man, xwendevanên zanîngehan û şofêrên Taxsî û pasan daketin qadan û bi çalakiyan nerazîbûn li dijî rewşa heyî nîşan dan û daxwaza çareseriyê ji hikumeta herêmê kirin. 
13 koçberên ji Başûr li ser sînorê polonya jiyana xwe ji dest dan
Her wiha koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê jî di rojevê de bû. Zêdeyî 4 hezar kes koçberbûn û li Belursiya ser sînorê Polanya asê man û li wêderê daxwaz mafê penaberiyê ji welatên Evrûpa kirin. Penaberên piraniya wan jin û zarok bûn gelek rojan li ser sînor man. Ji ber xirabiya rewşa sermayê û nebûna pêdawîstiyên xwarinê nêzî 13 koçeberan jiyana xwe ji dest da û gelek ji wan jî ji aliyê polîsên Polanya ve hatin girtin.
Di 18’ê meha Mijdarê de karwanê yekem ê Koçberan carek din vegeran Başûrê Kurdistanê û bi çend karwanên din hêjmarek din ya koçberan vegeran. Hinek ji koçberan heta niha jî li ser sînor mane û nizanin ka wê çaranusa wan çawa be.