Leyla Qehreman: Ji bo Sûriyeya nû ya demokratîk riya çareseriyê diyalog e

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman destnîşan kir ku Sûriye di pêvajoya dîrokî re derbas dibe û tenê bi diyalogê, riya çareserî û avakirina Sûriyeya demokratîk û wekhev dikare vebe.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 8'ê Kanûnê de Rêjîma Baasê ya 61 salî û desthilata Esadê ya 54 salî hilweşiya û Sûriye ber bi qonaxek nû û hesas re diçe. Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo Sûriyeya nû ew dikarin pêşengiya Sûriyeyek nû ya demokratîk bikin û li ser vê bigehê destnîşan kir ku pêdivî bi diyaloga aliyan heye.

Têkildarî geşedanên li heremê rû didin Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman ji ajansa me re axivî.

Leyla Qehreman tekez kir ku beriya 2011’an li Sûriyeyê rengê jiyana siyasî, demokrasî û wekhevî derneketiye pêş û wiha got: “Pêvajoya Sûriyeyê ya ku em tê de derbas dibin, pêvajoyek gelek girîng û hesas e. Ger ku em dîroka Sûriyeyê binirxînin, salên dirêj ên zehmet di ser gel û pêkhateyên Sûriyeyê de derbas bûn. Tu rengê jiyana siyasî, demokrasî û azadiyê dernediket pêş, tundiyek pir hişk dihat meşandin. Vê yekê jî bandoreke mezin di aliyê civakî de li ser gelê Sûriyeyê çêkir. Ji bo wê, gelê Sûriyeyê her dem di nava aloziyek de bû, di sala 2011’an de serhildan derketin pêş.”

‘Rejîma Sûriyeyê ji ber ku li gelan guhdarî nekir hilweşiya’

Leyla Qehreman da zanîn ku neguherandina gelên Sûriyeyê biryara Sûriyeyê ji destên Sûriyeyiyan derxistiye û wiha domand: “Piştî salên dirêj ên desthilatdariyê, zilm û tunebûnê, gelê Sûriyeyê hêviyên xwe hemû bi serhildana 2011’an ve girêdan. Lê kesên ku vê serhildanê birêve bibin jî tunebûn lewma rejîma Sûriyeyê êriş kir, gelek mirov ketin zindanê, hatin qetilkirin û windakirin. Pêvajoya Sûriyeyê pêwîst bû ber bi çareseriyê ve biçe lê rejîma Sûriyeyê li gelê Sûriyeyê guhdarî nekir. Êdî hêzên dewletî û herêmî cihê xwe li Sûriyeyê girtin û ber bi rengekî komên çete ve çû, DAIŞ derket û biryara Sûriyeyê ji destên Sûriyeyiyan hat girtin. Ji ber ku li pêdivî û daxwazên gel nehat guhdarîkirin. Ger îro tu ji bo azadî û demokrasiyê bang dikî û guh nadî wan, wê demê di pratîkê de tu rastiya gotinan namîne.”

‘Di nava aloziyê de azadî wekhevî û demokrasî li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû da’

Leyla Qehreman bal kişand ser girîngiya pejirandina riya diyalogê û wiha got: “Ji roja yekem ve du rê li pêşiya rejîma Sûriyeyê hebûn. Riyek diyalog û riyek jî tundî bû lê wî riya tundiyê bijart. Ger ku riya diyalogê hilbijarta wê Sûriyeyê ewqas tiştên xirab nedîta. Di heman demê de li ser erdnîgariya Sûriyeyê li beşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa ku li Sûriyeyê dest pê kiribû, dibe ku ev erdnîgarî ku ji erdnîgariya Sûriyeyê ye, xwe bi rêk û pêk birêxistin kir, deste û Rêveberiya Xweser çêbûn û gel xwe bi xwe birêve dibe. Ev wek mînakek çareseriyê tê dîtin. Ji ber ku bi pêla heyî re neçû. Pir girîng e di şoreşan de yan jî di rewşên cuda yên bi aloz de tu bikaribî xwe biparêzî, bikaribî hemû hebûn, nasname, çanda pêkhateyan nêzî hev bikî û biparêzî, gelek baş e. Di dîroka Sûriyeyê de pir zimanên dijwar, çewisandina pêkhateyan û hiştina wan a li derveyî nasname û jiyana Sûriyeyê çêbû. Lê li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêzkirina hemû pêkhateyan ku li ser axa xwe man û axa xwe parastin, di heman demê de xêr û bêrên wê bi hev re parve kirin û jiyanê wisa domandin. Ev gelek girîng e û kêliyên azadiyê, wekhevî û demokratiyê tê dîtin. Rêveberiya Xweser her banga diyalogê dikir da ku bikaribin di riya wê de çareseriyek bingehîn ji bo rewşa Sûriyeyê bibînin. Lê rejîma Sûriyeyê li wan guhdarî nedikir lewma Sûriye ber bi xirabûnê ve çûye.”

‘Hêviya gel a 2011’an vê pêvajoyê ava kir’

Leyla Qehreman anî ziman ku di 29’ê Kanûnê de êriş ji aliyê desteya rizgarkirina Şamê ve li ser Heleb, Hema, Humis û Şamê hatiye kirin. Leyla Qehreman wiha got: “Lê gel bi xwe vê pêvajoyê ava kir. Hêviya gel a 2011’an neşikesta, digel zilm û şîdeta ku dihat meşandin îro em dibînin roleke pir mezin a gel di pêngavek ku pêk hatiye de heye. Ew liv û tevgera ku di nava gel de di sala 2011’an de ma, carek din îfadeya xwe dike. Ji bo wê jî rola gel rolek sereke ye di pêkhatina çareseriyê ya ji bo avakirina aramî û ewlehiyek de.”

‘Di avakirina Sûriyeya nû de pêwîst e hemû rengên pêkhateyan hebin’

Leyla Qehreman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û rejîmê, Sûriyeyê xistin rewşek bi aloz û wiha got: “Meclisa me ya Sûriyeya Demokratîk her dem destnîşan dike ku diyalog zimanek pir girîng e di hemû pêvajoyên ku mirov dijîn de. Bi taybetî jî di pêvajoya Sûriyeyê de. Lewma jî ji bo avakirina Sûriyeya nû ya piştî Esed ku hemû rengên pêkhateyan di vê Sûriyeyê de hebe, pêwîstî bi hemû nasnameyên di Sûriyeyê de heye. Divê cihê xwe bigrin ji bo ku weke salên din nebe û pêvajoyên berê dubare nebe, careke din fatûreya wê ji gelê Kurd re nemîne, pêwîst e ji yek alî dûrketin çêbibe. Pêwîst e hemû reng li ser maseya çareseriya siyasî li hev rûnên. Ji ber ku di pêvajoya 14 salan de gelê Sûriyeyê gelek zirar dît. Rewşa ku îro Sûriye gihîştiyê, di asta yekem de sûcê rejîma Sûriyeyê û ya din jî dewleta Tirk a dagirker e. Ji bo wê jî ji îro pê de gerek biryara Sûriyeya nû ya gelê Sûriyeyê bi xwe be.”

‘Çareseriya siyasî bi hebûna hemû rengan e’

Leyla Qehreman diyar kir ku pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe, pêwîstî bi hevgirtin û yekitiyê heye û got: “Niha hikûmetek nû ji Sûriyeyê re hatiye çêkirin. Di nava 3 mehan de wê Sûriye birêve bibe lê ev hikûmet yek alî hatiye çêkirin. Pêwîst e ku hemû reng di vê hikûmetê de cih bigrin. Ji ber ku ev pêvajoyek wisa ye ku Sûriyeyê bi xwe dikarin qedera xwe diyar bikin. Lewma em dibînin ku çareseriya siyasî bi hemû rengan e, ji ber ku di vê pêvajoyê de hewcedariya me bi hev heye, dem dema ku em bi destên hev bigrin e. Ji ber ku em dixwazin Sûriyeya demokrat û pir rengî ava bikin.”

‘Em bi hev re nexşeriyek ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê derxin’

Leyla Qehreman anî ziman ku li pêşiya wan xetereyên pir mezin hene û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Di vî alî de parastin xurtir be, di heman demê de divê riyên çareseriyê hîn zêdetir vekirî bin. Banga me ew e ku hemû hêzên demokratîk dikarin careke din li hev kom bibin ji bo ku nexşeriyek ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê derxin. Hebûna Sûriyeyê bi hemû pêkhate, rengên Sûriyeyê, kesayet û rêxistinên demokratîk dikare bê avakirin. ”