Lewazbûna namzediya jinan ji bo hilbijartinên pêş hêviyan çênake

Tevî kampanyayên hişyariyê yên hilbijartinên parlamentoyê jinan bi rêve dibirin û gel agahdar dikirin her çiqasî ku hejmara namzedên jin û beşdariya wan bi riya kotayê ji ya dihat pêşbînîkirin jî be hejmara berendamên jin gelek kêm e.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, hejmara jinên ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên Lîbyayê ku dê di 24’ê Kanûnê de pêk werin, ji 4 hezar û 326 namzedan tenê 560 jê jin in. Hejmara namzedên jin ji bo sîstema giştî li ser asta Lîbyayê gihîşt 33 kesan û ji bo sîstema taybet jî 527 berbijêrên jin hebûn, ev jî bi ferqa 3 hezar û 766 berbijêrên mêr, dibe rêjeya ji sedî 8 a jinan. Hejmara hilbijêrên jin li beramberî milyon û nîvê mêran gihîşt milyon û 50 hezarî. Tevî kampanyên hişyarkirinê yên ku jin di warê hişyarkirina hilbijartinan de pê rabûn û hev agahdar kirin ji bo namzedî û tomarkirina di hilbijartinan de, çalakvana mafên mirovan Halîma Kallal dide diyarkirin ku kêmbûna hejmara berendamên jin kêm e û berovajî  hêviyan e.
"Li gorî hejmara namzedan hejmareke gelek kêm e"
Çalakvana mafên mirovan Halîma Kallal der barê hejmara kêm a jinan di hilbijartinê de dibêje: “Têkildarî hilbijartinan û tiştên ku ji wan dihat hêvîkirin, pir cuda ye, ya ku dihat pêşbînîkirin, nemaze di pêvajoya berê ya namzedî û tomarkirinê de. Ji ber ku di dema amadekariyên hilbijartinan de ji aliyê jinan ve coşeke mezin hebû. Ji bilî komek ji semîneran ku hişyarî dide ji bo beşdariya siyasî ya jinan weke dengdêr an berendam. Rêxistinên din jî ji bo perwerdekirina jinan li ser girîngiya hebûna wan di organên zagonsaz de gelek xebat kirin, ji ber ku ev alî rasterast bandorê li jiyana jinan dike. Mixabin, tevî ku jin çi dikir, dema ku pêla namzedan dest pê kir, hejmara berbijaran li Lîbyayê gihîşt zêdetirî 4000 kesan û em dibînin ku rêjeya jinan pir kême. Em behsa 400 namzedên jin li Lîbyayê dikin ku li gorî hejmara namzedan hejmareke gelek kêm e.”
"Ji 200 kursiyên parlamentoyê 33 kursî yên jinan in"
Halîma Kallal bi bîr xist ku jinan xwe ji bo sîstema taybet berbijartin di demeke ku dikaribûn xwe ji bo sîstema giştî berbijar bikin û wiha domand: “Li navçeyên mezin ên wek Trablûs û Bîngaziyê, ji ber ku hejmara kursiyên wan zêde ye û li vir ji bo jinan heye ku ji bo hevrikiyê bikin. Lê min dît ku ew nêzîkatiya taybet ango sîstema kotayê tercîh dikin û li vir rêjeya temsîliyeta jinan li gorî qanûna jimare 10 tenê  ji sedan 16 ye, ev jî dibe ji 200 kursiyên parlamentoyê 33 kursî. Lê bi îhtîmala ku em ji bo salekê bimeşin, em dikarin ji sedî 16 zêde bikin lê ez nikarim ji xeynî tirsê yan bêbaweriyê raveyek ji tiştê qewimî re bibînim. Ez sedemên eşkere ji bo vekişîna wan ji namzediyê nabînim, ji bilî wê yekê ku tu ravekirineke mantiqî ya wê vekişînê nîn e. Ji aliyekî din ve, ji aliyê civakê ve ji bo jinan tê xwestin ku beşdarî hilbijartinan bibin, ji ber ku wan hêza xwe îsbat kiriye û me di kongreya neteweyî û parlamentoyê de cihên baş ji jinan re dîtine û me helwestên jinan di Komîsyona Destûra Bingehîn de jî dîtiye. Divê jin zanibin ku ger li gorî sîstema kotayê werin hilbijartin jî erkên wan tenê bi karûbarên jinan ve ne sînordar e. Lê belê ew bi giştî bi karûbarên welat ve girêdayî ne. Mînakên jinên sereke yên di xebata siyasî de hene ku îlham û piştgirî dane gelek jinan, di nav de Nûner Amal Bayou ji bo navçeya Bîngazî, û Dr. Îptîsam Ibih ku bi rêkûpêk derdiket pêşberî medyayê ji bo ku ji xelkê re bêje ka karê wan di destûrê de gihîştiye ku û komîte gihîştiye kîjan qonaxê. Ev tişt em di piraniya siyasetmedaran de nabînin, ji ber ku bi gelemperî em wekî hemwelatî nizanin siyasetmedar çi dikin. Ji ber vê yekê em di vî warî de kêmasiya haydarbûnê dikşînin. Hat eşkerekirin ku di zagon û xalên ku komîtê di destûrê de amade kirine de xeletî hene.”
"Hejmara kursiyên jinan gelek kêm e"
Helîma Kahllal bal kişand ser parlamenter Amal Bayou û Dr. Îptîsam Ibih wek modelên femînîst hilbijart û wiha got: “Ji ber ku wan baweriya kolanan li Lîbyayê bi jinan wekî siyasetmedar xurt kirin lê dîsa jî baweriya jinan bi xwe nemaye û xwe pir kêm dibînin ku guhertinek bike. Ew karê xwe bi namzediya jinan sînordar dike lê ew namzedên gel in. Min hêvî dikir ku hejmara namzedên jin ji wê zêdetir be beriya ku serlêdan di 7’ê Kanûnê bi dawî bibe. Ger çerxa siyasî li gorî rêkeftina Cinêvê bimeşe, piştî çar salan em ê hilbijartinên din ên zaognî pêk bînin. Em hêvîdar in ku jin bêtir hişyar bin û sûdê ji zagona ku mafê namzediya kursiyên giştî dide wan, bi kar bînin da ku beşdarbûna xwe zêde bikin. Ji ber ku ji 200 kursiyan 33 ji bo wan hejmareke neheq e û gelek kêm e. Her wiha di desteya destûrî de ji 60 kursiyan tenê 6 kursî jin bûn. Sîstema piştgiriya berendaman bi gelemperî ji eşîrê dest pê dike û piştgirê herî mezin tê dîtin û di hemû rewşan de mêr wê distînin.