Kurteya dengdana budçeyê: "Jin nikarin bibin mijara siyasetê"
Budçeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bêyî ku di xalekê de guhertin çêbibe bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin.
Navenda Nûçeyan- Budçeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di Komîsyona Meclîsê de hat qebûlkirin. Di hevdîtinê de axaftin û nerazîbûnên wekîlên jin ên HDP û CHP'ê zêde bûn.
Wezîr Derya Yanîk a ku guh neda tu pirsên muxalefetê, di derbarê Peymana Stenbolê de jî di nava parastinê de bû û diyar kir ku ew li pişt daxuyaniyên xwe yên berê disekinin û destnîşan kir ku divê peyman û metnên qanûnî weke rêyek rizgariyê neyê dîtin.
Wekîla CHP'ê yê Kutahyayê Alî Fazil Kasap, ji ber xizaniyê Wezîr Derya Yanik rexne kir, endamê Komîsyona HDP'ê Garo Paylan jî li ser armanc nekirina wezaretê ya ji bo qedandina xizaniyê axivî.
Ji Wezîr re pirs
Di hevdîtinên ku ji bo pirs û bersivan hatin kirin de Emîne Gulîzar Emecan a ji CHP’ê wiha pirs kir, “Hûn dikarin daneyên karkeriya zarokan a beriya pergala perwerdehiya 4+4+4 û piştî pergala perwerdehiyê ya 4+4+4 hatine jiyîn parve bikin? Ji bo pêşîgirtina zewaca zarokan çi pêkanînên wezaretê hene?
Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû jî ve pirs pirsî: “Dê 3 hezar kreşên nû û 40 hezar projeyên kreşê yên nû yên di bernameya Serokatiyê ya 2022'an de cih bigirin çawa têkevin meriyetê, şaredarî jî tevlî pêvajoyê bibin an ne, xebatek ji bo LGBT+yan ji stargehan û mekanîzmayên piştgirîkirina li dijî şîdetê sûd werbigirin heye an ne, di sepana KADES’ê de însiyatîfek ji bo pêşkêşkirina xizmetên zimanê kurdî hebe an na.”
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî bal kişand ser rewşa jin û zarokan a li welêt û van pirsan pirsî, “Li Tirkiyeyê di qada lênêrîna bi pere de çend kedkarên malê hene, çendê wan karkerên malê yên koçber in? Çend karkerên malê bi sîgorte dixebitin? Di salên 2020-2021’an de çend jin di encama tundiya mêran de hatine kuştin? Çend jin rastî îstîsmarê hatine? Çend zarok rastî îstîsmara zayendî hatine? Çend xwendekarên mezûnbûne ên zanîngehê bi hinceta ku nikarin deynê xwe yê krediya xwendekariyê bidin sewqî înfazê hatin kirin, çend ji wan jin in? pirsî.”
Derya Yanik: Jin nikarin bibin mijara siyasetê
Wezîr Derya Yanîk diyar kir ku pirs di ser siyasetê re ne û destnîşan kir ku divê sernav nebin mijara "siyaseta qebe" û got, "Jin nikarin bibin mijara siyasetê, jinên rastî şîdetê tên nikarin bibin mijara siyasetê, zarokên pêwîstiya wan bi lênêrînê heye û pêwîstiya wan bi parastinê heye, nikarin bibin mijara siyasetê. Komên ku muhtacî alîkariya civakî ne, astengdar, kal û pîr nabin mijara siyaseta qebe û nebin materyel."
Derya Yanîk a ku berdewambûna alîkariyên civakî parast, wekîlên CHP'ê protesto kir. Wezîr li ser rexneyên ku budçeya ku ji bo hêza jinan hatiye veqetandin têr nayê dîtin îdia kir ku budçe têr û rast e.
Gotinên Wezîrên der barê Peymana Stenbolê bû sedema bertekan, “Tiştên ku min berê di derbarê Peymana Stenbolê de gotibûn di qeydan de hene. Min yek ji wan nêrînên xwe neguherand.”
Piştî axaftinan budçe hat qebûlkirin. Budçe bêyî ku di xalekê de guhertin çêbibe bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin.