'Kurd nexşeriya bi Lozanê hat danîn guhertin’

Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Elî têkiliyên Rêveberiya Xweser di asta welatên Ereban, Rojhilata Navîn û navdewletî de nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi 11 saliya xwe ve diçe. Di 11 salan de Rêveberiya Xweser gelek têkilî di asta herêmî, navdewletî û cîhanî de dan avakirin. Têkildarê vê mijarê Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Elî nirxandin kir.

Gulistan Elî got ku di Rojhilata Navîn de krîzeke mezin hatibû destpêkirin û wiha domand: "Li gelek welatan krîz rû dabûn, di bin navê demokrasî û azadiyê de gelek şoreş hatin lidarxistin. Êdî dora Sûriyeyê jî hatibû, di rêzê de bû ku piştî berjewendiyên hêzên hegemon li wan welatên şoreş di bin navê cuda de hatin destpêkirin amade bûn, li vir serhildan dest pê kirin. Cudahiya şoreşa Sûriyeyê jî ev bû ku li gelek welatên şoreşan dest pê kirin bi krîzan re rû bi rû man, welat hatin wêrankirin û tenê desthilatdarî hat guhertin. Şoreşên wiha ji daxwazên civakê re nebûn bersiv. Hêzên desthilatdar çawa bi siyasetên dijber destwerdana şoreş û serhildanên li Tûnis, Iraq û Lîbyayê kirin, xwestin li Sûriyeyê jî heman tiştî bikin lê dema ku şoreş li Sûriyeyê gihîşt asta hebûn û tunebûnê ji her alî ve gel serî hilda. Rastiya şoreşa me ye ku nabe were înkarkirin ku gelê Kurd pêşengî ji şoreşê re kir."

'Kurdan nexşerê guhert û Lozanê vala derdixin'

Gulistan Elî got ku gelê Kurd nexşeriyê guherand û wiha encamên şoreşê bi lêv kir: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da bendên peymana Lozanê ku Kurdistan kirin çar parçe, di gel û netewan de parçebûn û veqetandinekê çêbike, vala derbixe û têkiliyên neteweyan xurtir kir. Kurdan, hevalbend û dostên wan peyman û tifaqên li dijî gelan xêz kiribûn, eşkerekirin û hewldana têkbirina wê dikin. Îlankirina Rêveberiya Xweser bû bersivek ji hemû êrîş û planên hatibû amadekirin re. Ev ne tenê gotin in, li ser erdê bûye rasteqînek. Em îro bi çalakvan, azadîxwaz û kesayetên serbixwe û aştîxwazan re, yên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û xwestin destek bidin. Ji ber fikrên ku li ser dixwendin, dîtin ku di qozîkeke vê dinyayê de, di nav ewqas êrîş, şert û mercên zehmet de, heye û ne fîlmek rastiyeke li ser erdê tê jiyîn e. Şoreşa me şoreşeke wisa bû ku ne mumkin bû li Rojhilata Navîn li gel hemû zextên dewletê, biwelide û çêbû."

‘Xwestin projeya şoreşê çewt bidin nasîn'

Gulistan Elî bal kişand ser têkiliyên ku bi şoreşê re hatin avakirin û wiha axivî: "Ji ber şerê li dijî DAIŞ'ê hin têkilî di warê leşkerî de hatin danîn. Ji bo fêmkirin û naskirina projeya Netewa Demokratîk a ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre wê, hin têkilî hatin pêşxistin. Ji ber hin dewletên ku Kurdistan parçe kirin, xwestin projeya şoreşê ber bi projeyeke ku dixwaze xwe ji Sûriyeyê dabeş bike, parçebûyînê çêbike û tenê wê wekî Kurdistanê nîşan bide ve, bibe. Têkiliyên ku hatin avakirin xwestin rastiya nûçeyên ku di çapemeniya cîhanî de, der barê projeya Netewa Demorkatîk de tên parvekirin, nas bikin. Hatin geriyan û rastî ji nêz ve dîtin û jiyan."

'Qada dîplomasiyê ji qadên herî girîng û bi bandor bû'

Gulistan Elî got ku qada dîplomasiya ji qadên herî girîng e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gavên di qada dîplomasiyê de hatine avêtin, em nikarin ji nedîtî ve werin. Şoreş û destkeftiyên wê bi gelek welatên derve re bi fermiyet an jî bi riya nameyan re dihatin parvekirin. Gelek têkilî hatine avakirin, gelek name jî ji welatên Ereban re ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û armancên wê, tên şandin. Xebatên di qada dîplomasiyê de hatin kirin ne kêmî leşkerî û qada civakî bû. Ji ber ku ewqas êrîşên çêbûn û yên ku wê çêbûbûna, di encama dîplomasiyê û têkiliyên hatibûn avakirin de, heta astekê jî be pêşî li êrîşan girt."

'Gelek welat li gorî berjewendî û siyaseta sedsalê têkiliyan didin avakirin'

Gulistan Elî da zanîn ku sedema nenaskirina Rêveberiya Xweser heta niha encamên têkiliyên berjewendîperest bûn û wiha pêl da gotinên xwe: "Nenaskirina Rêveberiya Xweser di asta navneteweyî de, li pey wê gelek sedem hene. Di vê sedsalê û sedsalên borî de jî li gorî berjewendiyên dewletê û hêzên hegemon bi gelemperî têkilî tên avakirin. Kurd bi projeya xwe ya demokratîk kaxeza herî bi bandor in ku hemû dewlet jî, wê li ser desthilatdar û hebûna xwe xeter dibînin. Dibe ku eşkere nekin lê belê kapîtalîzma heyî li dijî hemû fikrên azadî û demokrasiya netewan in ji lewre li gorî berjewendiyên xwe bi Rêveberiya Xweser re di nav têkiliyan de ne. Gelek xebatên hevbeş hatin meşandin lê belê ji bo ku ew welat bi dewleta tirk re têkiliyên xwe xirab nekin, bi berjewendîtî têkiliyan ava dikirin. Siyaseta îro tê meşandin mixabin li gorî hêza dewletan e, ne li gorî pîvanên exlaqî yên civakan û demokrasiya wan e. Ji lewre dewletên ku vê sedsalê bi rê ve dibin, projeya Netewa Demokratîk ji siyaseta xwe re xeter dibînin. Ji lewre ji bo naskirina Rêveberiya Xweser xebat û têkoşîneke mezin lazim dike."

Girîngiya têkiliyên Rêveberiya Xweser bi welatên Ereban re

Gulistan Elî da xuyakirin ku pir girîng e welatên Ereban projeya Rêveberiya Xweser nas bikin û wiha pê de çû: "Ji ber em di Rojhilata Navîn de dijîn, pir girîng e ku welatên Ereban di roja îro de destekê bidin Rêveberiya Xweser û projeya wê ji nêz ve nas bikin û wê qebûl bikin. Ji ber li ser vê axê her netew pêwîst e bi ziman û çanda xwe bijî û divê ku em netewekî negrin ser netewekî din û paşguhkirina mezheban jî em napejirînin. Ji lewre em girîngiyê didin têkiliyên bi welatên Ereban re û em hewl didin ew jî siyaseta Rêveberiya Xweser dide meşandin, qebûl bikin. Li ser vî bingehî Rêveberiya Xweser hin nameyên taybet ji welatên Ereban re dişîne da ku bizanibin têkoşîna îro tê kirin dikeve xizmeta jin, civak û hemû netewan."

'Ji ber aliyê herî bi bandor e divê di çareseriya siyasî de amade be'

Gulistan Elî bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em ê hewl bidin wekî jin û giştî Rêveberiya Xweser siyaseta ku didin meşandin bixin xizmeta civaka xwe. Em di siyaseta vegerandina herêmên xwe yên dagirkirî de wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de zelal in û biryar û helwestên xwe naguherînin. Divê ku xwedîderketinek ji herêmên me re bê kirin ku biçek jî be, ji qurbaniyên hatin dayin re bibe bersivek. Pêwîst e wekî her carê, vê carê jî Kurd nebin qurbanê hevpeymanên nû yên ku werin îmzekirin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser terefê herî bi bandor e di Sûriyeyê de û dikare di çareseriya siyasî ya vî welatî de rol bilîze divê di civînên ji bo çareseriya krîzê de jî amade bin. Ji bo Sûriyeya azad, demokratîk û ne navendî projeya Netewa Demokratîk pêkan e."