“Koalîsyona Navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolê xwe nalîze”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd rola Koalîsyona Navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xeteriya DAIŞ'ê û girîngiya avakirina dadgeheka navdewletî û darizandina çeteyan bi berfirehî nirxand.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Hêzên Koalîsyona Navdewletî ku sala 2014'an, di şerê Kobanê yê navbera çeteyên DAIŞ'ê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de qawimî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Ji wê demê heya roja îro li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevkarî û têkoşîna li dijî têkbirina DAIŞ'ê dike. Ji 2014'an ve hêzên Koalîsyonê Qada Hewayî xistin bin kontrola xwe, mirov dikare bêje ku bê agahiya koalîsyonê tu balafirek ji welatekî din li ser asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nikare bifire. Li ser rola hêzên Koalîsyona Navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û hevkariya wan bi Tirkiyeyê re, Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Madlên El-Ibêd, axivî.
“Koalîsyona Navdewletî naxwaze DAIŞ têk biçe” 
Madlên El-Ibêd got ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan û êrîşan tên û wiha domand: "Ruxmî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî gelek êrîş, şer û binpêkirinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ'ê ve tên, li gorî ku tê xwestin, koalîsyona navdewletî bi erk û misyona xwe ranabe. Dewleta tirk gelek parçeyên Sûriyeyê dagir kirine, bi hezaran jin û zarok bûne qurbanî di vê pêvajoyê de. Her wiha di dema dawî de jî DAIŞ a ku bi destên hêzên derve hatiye çêkirin, di Sûriyeyê tevahî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rengekî berbiçav çalak bûye. Hebûna DAIŞ’ê li Sûriyeyê bi destên hêzên hegemonîk ên derve bû. Li gorî ku tê dîtin, hebûna Koalîsyona Navdewletî ne ji bo têkbirina DAIŞ'ê ye, ji ber wan bi xwe ew çete li Sûriyeyê belav kirine û naxwazin ku wê têk bibin."
“Di destpêka bûyera girtîgeha Xiwêran de koalîsyonê mudaxele nekir”
Madlên El-Ibêd wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ger ku em vegerin dîrokê, berjewendiyên welatên ewropayê li Sûriyeyê û tevahî welatên Ereban û parçekirina wê li du eyaletên biçûk, ji şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ve pir kûr in. Armanc ew bû ku wan zeyîf bike û planên hêzên hegemonîk pêk bînin. Hêzên Koalîsyona Navdewletî berjewendiyên wê li Îraq û Sûriyeyê hene. Ji lewre derbaskirina DAIŞ’ê ji Sûriye û Iraqê re li pey wê pir hedef hebûn. Armanca Koalîsyona Navdewletî jî ew e ku bi hinceta şerê li dijî DAŞ'ê, hîn bêtir di xaka Sûriye û Iraqê de xwe kûr bike û hebûna xwe mayinde bike. Ji lewre bûyerên girtîgeha Hesekê jî bi agahiya koalîsyonê çêbûne. Ger bê bîra we jî hêzên koalîsyonê di destpêka bûyerê de mudaxele nekirin û êrîş di dema wê de nedan sekinandin."
“Koalîsyona Navdewletî dirûtiyê dike”
Madlên El-Ibêd pirsî û got çima heya niha girtiyên DAIŞ'ê bêyî darizandin mane û wiha pêl da gotinên xwe: "3 sal in çeteyên DAIŞ'ê di Girtîgeha Xiwêran de ne û heya niha nehatine darizandin. Ne koalîsyonê û ne jî welatên wan piştgiriya avakirina dadgeheke navdewletî nekirine ku ev çete werin darizandin û cîhan ji xeteriya terorê xilas bibe. Nedadgehkirina DAIŞ'ê polîtîkayeke cîhanî ye. Berovajî vê yekê, di serî de hêzên koalîsyonê hewl didin ku terora DAIŞ'ê li herêmê demdirêj bimîne, da ku destên xwe ji herêmê nekşînin û her di bin kontrola wê de be. Teqeziya li er vê gotinê jî ku me berê bîr xistiye, nemudaxelekirina koalîsyonê di saetên destpêkê yên êrîşa çeteyên DAIŞ li ser girtîgehê û reva bi dehan çeteyan ji hundirê wê, bû. Xwestin ku li herêmê krîzeke nû çêbibe. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Deomkratîk QSD'ê Girtîgeha Xiwêran paqij kirin û dikaribûn herêmê ji komkujiyên mezin xilas bikin, koalîsyona navdewletî rê da dewleta tirk a dagirker li ser bajarên sînorî gelek binpêkirinan bike. Di vir de hevkariya koalîsyonê bi dewleta tirk re hat der ku armanc ew bû derbên mezin li herêmê bixin. Hêzên Koalîsyonê li herêmê dirûtiyê dikin û ev yek xweş tê dîtin."
“Ji bo ku çekên xwe bidin firotin herêma Rojhilata Navîn di nav krîzan de dihêlin”
Madlên da payin ku ne ji berjewendiyên dewletên Ewropayê ye ku şer biqede û wiha pêde çû: "Rawestîna şer û serwerbûna aştiyê nakeve xizmeta dewletên Ewropayê, berovajî wê ew ji şer û krîzên ku li welatan çêdibin pir sûdê digrin. Mînak, di warê aborî de gelek sûdê digre, bi taybetî li Sûriy û Îraqê, ji ber ku herêmên me bi dewlemendiya wê ya ezoterîk tê nasîn. Ji aliyekî din ve jî her kes dizane ku ew welat avakerên çekan in, da ku çekên xwe bifroşin. Ji lewre hebûna şer dikeve xizmeta wan ku hemû çekên xwe bidin firotin û hejmareke zêde ji sivîlan qetil bikin. Aştî û ewlehiya herêmê ne bi dilê wan e, ji ber vê yekê jî wê her hewl bidin ku şerê dirêj bikin. Her ku em nêzî ewlekirina herêmê dibin, ew dewlet û welat tiştekî nû çêdikin ku em dîsa bi komkujiyên nû re rûbirû bimînin. Ne tenê li vir li tevahî Rojhilata Navîn wiha ye."
Madlên El-Ibêd da xuyakirin ku gelek bûyer di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dişibin hev û wiha domand: "Dema ku pêngava Xezeba Firatê ya rizgakirina Reqayê di sala 2017'an de ber bi dawî ve diçû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)ê hilweşandina xîlafeta DAIŞ'ê wê ragihandana, yekem car hêzên Koalîsyonê Qada xwe ya Hewayî li hember Tirkiyeyê vekir û Çiyayê Qereçoxê li Dêrikê bombebaran kir. Ku di encama wê de jî 20 şervanên jin û xort şehîd bûn. Heman tişt dîsa li Girtîgeha ku 5 hezar çeteyên DAIŞ'ê di nava xwe de dihewîne, dubare bû. Dema ku QSD'ê serkeftina pêngava (Gurzê Gelan) ragihand, Koalîsyonê dîsa qada hewayî vekir û balafirên dewleta tirk stasyona elektrîkê ya nêzî Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin û 4 şervan şehîd xistin. Di vir de em dixwazin balê bikşînin ser hevkariya koalîsyonê bi dewleta tirk a dagirker re û êrîşên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her tim dixwazin ku gel bê îrade bihêlin û bihêlin ku her tim di nav kabûsa DAIŞ'ê de bijîn."
“DAIŞ rêxistineke cîhanî ye divê ku çeteyên wê werin darizandin” 
Madlên El-Ibêd da zanîn ku DAIŞ rêxistineke cîhanî ye û wiha domand: "DAIŞ ne rêxistineke biçûk e lê belê ew rêxistineke cîhanî ye û avakirina wê pêkanîna daxwaz û berjewendiyên welatên wan li Sûriye û Iraqê pêk anîne. Ger ku koalîsyonê û welatên wan çeteyan ku digihîje 50 welatî, sûd ji hebûna wî negirtana wê dadgehek ava bikirana û çete darizandana û herêm ji xeteriya wê xilas bikirana. Em daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî dikin ku çeteyan bidarizînin û cîhanê ji xeterî û hovîtiya wan çeteyan xilas bikin."
“Ger pirsgirêka DAIŞ’ê berî peymana Lozanê neyê çareserkirin, wê bi sedsalan bidome”
Madlên El-Ibêd bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Beriya ku hevpeymana Lozanê bi dawî bibe divê çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bi riya dadgeheke navdewletî werin darizandin. Ger neyên darizandin, wê di sal û sedsalên pêşiya me de karesatên pir mezin bi xwe re bîne. Divê ku berjewendiyên welatên Ewropayê bi dawî bibin û çete cezayê xwe bixwin ger wiha nebe dibe ku em neçar bimînin bi salên demdirêj şer û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bimeşînin."