“Kesên hevkariyê bi dijminên Êzidiyan re dikin, nikarin nûnertiya vê civakê bikin”

Suham Şengalî polîtîkayên PDK’ê û kesên girêdayî wê yên dibêjin em Êzidî ne lê dijminahiya civaka Êzidî dikin nirxand û got: “Yên ku bi dewleta Tirk a dagirker û dijminên Êzidyan re hevkariyê dikin, nunertiya civaka Êzidî nakin.”

SITÎ ROZ

Şengal - Derbarê siyaseta ku PDK’ê li ser Şengal û Êzidiyan dide meşandin her wiha derbarê bikar anîna Êzidiyên weke Viyan Dexîl ku ne li gor berjewendiyên civaka Êzidî lê li gor berjewendiya PDK’ê de tevdigerin, Berdeva Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Suham Şengalî ji ajansa mere axivî.

Suham polîtîkayên kku bi taybetî bi destê hin kesên Êzidî li dijî civaka Êzidî tê meşandin wiha nirxand: “Yên li ser vê axê li berxwe didin û şehîd dane, ew xwedî biryar in, tenê ew dikarin temsîla vê civakê bikin, ne yên ku civaka xwe radestî dijmin dikin.”

“Piştî DAIŞ’ê bi dawî bû, dewleta tirk dest bi êrişên xwe kir”

Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de qala siyaseta ku li ser Şengal û Iraqê tê meşandin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di roja îro de siyasetên gelek kur û qirêj li ser Şengalê tên meşandin. Ev siyaset jî herî zêde PDK’ê pêşengtî û pratîka wê dike. Piştî şikandina piyonên dewleta tirk ango DAIŞ’ê; li Şengalê dewleta tirk bi xwe kete dewrê û ji 2017’an de heya niha êrîşên hewayî li ser Şengalê didomîne. Dewleta tirk cesareta xwe ji bêdengiya dewletên navnetewî digre, bi taybet jî bêdengiya hikumeta Iraqê ji tecawizkirina axa wê re. Herî dawî jî Meclîsa Gel ya Sinûnê hatibû bombebarankirin û zarokekî 12 salî û aktîvîstê siyasî Îbrahîm Derwîş Evdî şehîd bûn.”

“Yên li gor berjewendiya dijminê civakê kar dikin, nûnertiyê ji Êzidiyan re nake”

Derbarê siyaseta PDK’ê ya rawakirina êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Başur û Şengalê Suham Şengalî wiha got: “Ji bo rawakirina êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Şengalê, PDK’ê di nav liv û tevgerê de ye. Piştî êrîşên dawî ya li ser Meclîsa Gel ya navçeya Sinûnê, Viyan Dexîl li parlemana Iraqê axivî û daxweze hevkariya hikumeta Iraqê bi dijmina Êzîdiyan re, dewleta tirk re kir. Dîsa hincet kirin PKK’ê. Lazim e em baş bizanin ku Viyan Dexîl namzeta PDK’ê ye, nunertiya PDK’ê dike, ya Êzîdyan nake. Vê yekê bi gotinên Viyan Dexîl re piştrast bûn. Bêdengiya hikumeta Iraqê ji dagikeriya tirk re ne bes e, Viyan Dexîl eşkere daxwaza hevkariyê bi dewleta tirk re dike!”

“Ji ber xiyaneta PDK’ê civaka me fermanê jiya”

Suham Şengalî da zanîn ku yên bûye sedema jiyankirina fermanê PDK’ê bi xwe ye û wiha pêde çû: “Piştî ewqas êşa ku civaka me di fermanê de jiyan kir, bi taybet jî weke jinên Êzidî jî ku me bi sebeba xiyanete PDK’ê jênosîdekî jiyan kir, şerme ku jinekî Êzidî rabe nunertiya heman kesên ku bûna sedema kuştin û ravandina bi hezaran ji civaka me bike. Em nêzî salvegera fermanê dibin. Şûna ku Viyan Dexîl daweya qebûlkirina jênosîdê bike, şûna ku dawa mafê Êzîdiyên ku ru bi ruyê fermanê hatibûn bike, radibe dawa hevkariyê ya bi dijminê Êzidiyan re dike.”

“Destpêkê dost û dijminên civakê binasin”

Di dirêjahiya gotinên xwe de Suham Şengalî destnîşan kir ku eger mirovekî nunertiya civaka xwe dike, pêwîste li gor berjewendiyên civaka xwe tevbigere ne li gor partiyên siyasî û pê de çû: “Kesên siyasetmendar ku nunertiya civakekî dikin, pêwîst e dîroka wê civakê baş bizanibin. Dijmin ji dostê wê civakê bizanibin. Weke civaka Êzidî jî dijminê me yê bi sedasalan Osmaniyan bû û di dîrokê de jî yên ku hevkarî kiribûn Kurdên xayîn ên weke mala Berzanî bûn. Îro jî dewleta tirk bi heman feraseta Osmaniyan tevdigere. Bi kîjan nizîkatî yan jî armancî Viyan Dexîl radibe piştgirî dide dijminên civaka me û êrîşên wî rawa dike. Tiştên ku PDK’ê û dewleta tirk dixwaze, bi zimanê Viyan Dexîl tê gotin. Eger rast e Viyan Dexîl weke siyasetmendarkî xwe pênase dike, wê demê nêrîna Viyan Dexîl bi xwe li ku ye gelo? Tiştên ku Viyan Dexîl dibêje bi destê PDK’ê hatine nivîsandin, ew tenê tîne ziman.”

“Pêwist e em hemû ji bo berjewendiya civaka xwe kar bikin”

Suham Şengalî bang li tevahî Êzîdiyan kir û wiha got: “Eger Viyan Dexîl dixweze nunertiya vê civakê bike bila nunertiyekî rast bike. Viyan Dexîl di dema fermana 2014’an de ku bi helîkopter xwest alîkarî bide Şengalê lê ew helîkopter qeza kir. Wê demê gêrîllayên HPG û YJA-Starê bûn alîkar û wê rizgarkirin? Wê demê Fermandarê PKK’ê Egîd Civiyan bi xwe bû alîkar û tedawiya wê jî kirin. Îro çawa Viyan Dexîl dikare nankortiyekî wiha bike. Pêwîste Viyan Dexîl xwe neke lîstokekî di destê PDK’ê de. Gelek kar ku di berjewendiya civaka me de ne, lazim e em li ser kar bikin ne li dijî wê bisekinin.”

“Yên li Şengalê li ber xwe dan, ew nûnertiya vê civakê dikin”

Berdevaka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Suham Şengalî di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku yên li ser vê axê ji bo berjewendiya vê civakê kar dikin ew dikarin nunertiya Êzidaya bikin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Kî li ser navê civaka Êzidî axivî nunertiya Êzîdiyan nake. Dayîkên ku li ser vê axê berxwe didin, civaka ku li Şengalê ji bo baweriya xwe li berxwe dide... ew in yên ku heq dikin nunertiya civaka me bikin. Ji ber ku xwediyê vê axê yê ku ji bo vê axê xwe fedakirî ye. Ji derveyî vê tu nixandin yan jî nunertî ji Şengalê re derbasdar nîne. Lewma lazim e Êzidiyên me hişyar bin û êdî ji bin destiya PDK’ê derkevin.”