Kêmaniyên malên stargeh di rojeva meclîsê deye

Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Dersimê Ayten Kordu, kêmaniya malên sitargeh ên jinan xist rojeva Meclîsê.

Enqere- Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Dersimê Ayten Kordu, zêdebûna tundîtûjiya beramberî jinan û kêmaniya malên sitargeh ên jinan ji wezîrên Mabat û Xizmeta civakê Mahinur Ozdemir Goktaş pirs kir.

Di pêşnûme pirsa ku Ayten Kordu pêşkêşî meclîsê kirî de destnîşan kir ku jin piranî ji aliyê kesê nêzî xwe ve ratî tundîtûjiyê tên, ji bo ji tundiyê rizagar bibin sitargehên ku bikarin xwe bigîhinin nine, tundî û kuştin bi aşkira tê pêkanîn. Ayten Kordu da zanîn ku wezaret derbarê xebatên sitargehê de kêm maye û got: “Divê malên sitargeh ên jinan û cihên ku jin xwe lê bi ewle hîs bikin hebe. Bi taybet divê li sitargehan pêwîstiyên jinên astengdar were şopandin û bikarin xwe bigihînin. Bi vêve girêdayî malên sitargeh, dayîkên ku bikarin bi zarokên xwe ên astengdar re lê bimînin werin pilankirin. Divê di malên sitargeh de dayik dema ku pêwîstî bi tiştekê bibinin bikarin xwe bigihînin û divê navendên xizmet û piştevaniyê ên roj jî werin avakirin.” 

‘Divê ji bo jinan xebat were kirin’

Ayten Kordu diyarkir ku jinên ku rastî  tundîtûjiyê hatine mayîna wan a di malên sitargeh de tenê 6 mehan hatiye sînordarkirin û wiha got: “Jinê ku li malên sitargeh dimînin, divê polîtakayên ku jin bikarin hem aborî hem jî civakî jiyana xwe pêkbînin were avakirin û bikeve meryetê. Ji bo ev pirsgirêk bi temamî were çareserkirin jinên ku li malên sitargeh dimînin bibin xwedî pîşe û divê ji semînerên pîşeyî sud bigrin, pirojeyan pêşbixin û dewreyên perwerdeyan werin dayî, daku bikarin jiyana xwe berdewam bikin. Rêveberiyên xwecihî jinên ku rastî tundiyê hatine bê beramber, alîkariya hiqûqî û wê piştgiriya tibî bidin. Dewreya perwedeya pişeyî ya bicih bûnê û derfetê kar were avkirin, ji bo zarokan divê perwerdeyên kreş dabin bikin werin avakirin.”

Di pêşnûmeyê de, ev pirs ji wezîr hete pirskirin: 

“*Li seranserê Tirkiyeyê gelo hejmara malên stargeh ên jinan û belavkirina wan li gorî bajarane?

Gelo der barê çareserkirina kapasîteya malên stargeh ên jinan de planek we heye an ne?

Hejmara jinên ku bi zarokên xwe re li malên stargeh dimînin çend e?

Ji bo jinên ku di stargehên jinan de dimînin, bi karibin bibin xwedî pîşe û jiyana xwe berdewam bikin, ji semînerên perwerdehiya pîşeyî sûd werbigirin, ji aliyê wezareta we ve çi proje, dewre û perwerde tên pêkanîn?

Polîtîkayek we ya têkildarî rêveberiyên herêmî ji bo jinên ku rastî tundiyê tên alîkariya hiqûqî ya bêpere, demdirêj û piştgiriya tedawiya bijîjkî pêşkêş bikin, stargeh, perwerdeyên pîşeyî û derfetên kar peyda bikin û ji bo zarokan derfetên kreş û perwerdehiyê peyda bikin heye an ne?

Gelo malên stargehên jinan li gorî bicihkirina jinên astengdar hatine amedekirin an ne? Gelo mimkûne ku jinên astengdar bi zarokên xwe re yan jî jin bi zarokên xwe yên astengdar re bimînin?

Hejmara jinên astengdar ên li malên stargehên jinan dimînin çend e?

Hejmara jinên ku bi zarokên xwe yên astengdar re di malên stargehên jinan de dimînin çend e?

Hûn dikarin derbarê hejmar û kalîteya xebatkarên ku di malên stargehên jinan de dixebitin agahiyan bidin?

Pêkaninek we ya di perwerdekirin û piştgirîkirina personelan de domdariya xwe didomîne heye an ne?

Ji bo tedbîrên ewlehiyê yên li malên stargehên jinan û parastina nepeniya jinan, mekanîzmayek çawa ya kontrol û sererast kirinê heye?

Pêvajoyên berhevkirin û şopandina daneyan ya têkildarî malên stargehên jinan çawa tê meşandin?

Biçalakbûn û zelalbûna van pêvajoyan çawa tê meşandin?

Di malên stargehên jinan de, bi taybetî yên ku bi Kurdî (Kirmanckî û Kurmancî) diaxivin, ji bo kesên ku ji bilî tirkî bi zimanekî din nizanin wergêrvan heye an ne?”