Jiyan Dêrik: Entegerasyon ji bo têkoşîna me qadeke berfirehtir vedike

Şêwermenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Dêrik tekez kir ku entegerasyona demokratîk ji bo hemû pirsgirêk û pevçûnan derman e û got ku “Parêzgeha Hesekê bi hebûna jinê, xwedî taybetmendiyek cuda ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê –Piştî lihevkirina di navbera Hikûmeta demkî û QSD’ê de û pêkanîna hin bendên lihevkirinê, girîngiya entegerasyona demokratîk a bi taybetî di demeke wiha hesas ku Rojhilata Navîn hemû jî di nava pevçûnê de ye, saziyên Kurd xebatên xwe didomînin. Têkildarî mijarê Şêwermenda Rêvberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Dêrik ji ajansa me re nirxandinên girîng kir.

‘Aloziya li Sûriyeyê bi dawî nebûye’

Jiyan Dêrik da zanîn ku heya niha aloziya li Sûriyeyê neqediyaye, pêwîstî bi entegrasyona Demokratîk heye û axaftina xwe wiha domand: “Em di şerê cîhanê yê sêyem de dijîn; li dora me agir heye û Sûriye ev 14 sal in di nav vê pevçûn û agirê de dijî. Ji ber vê yekê, Sûriye û Rojhilata Navîn jî hewceyê projeyek demokratîk in. Ji ber vê yekê entegrasyona demokratîk di vê demê de pir girîng e. Li Sûriyeyê, piştî hilweşîna rejîma Baasê, hikûmetek demkî heye, lê krîza Sûriyeyê ne qediyaye û ne jî çareser bûye.”

‘Dixwazin Sûriyeyê ber bi bêaramiyê ve bibin

Jiyan destnîşan kir ku Sûriye dîsa li ber xwe dide ji ber ku di navbera parêzgehên wê de cûdahiyên girîng hene û wiha got: “Me dît ku li peravên Sûriyeyê û li Suweydayê û niha li herêmên Kurdî çi qewimî. Ji ber vê yekê, Sûriyeyê hîn aramî bi dest nexistiye û ewlehî nehatiye damezrandin. Di şerekî wiha de û bi afirandina nakokiyan di navbera pêkhateyan de, armanc ew e ku Sûriyeyê ber bi bêaramiyê ve bibin. Ji ber vê yekê, em nikarin bêjin ku li Sûriyeyê sîstemek demokratîk heye .Ji ber ku ji aliyekî ve zîhniyeta Baasê li ber xwe dide û ji aliyê din ve jî, kesên ku xwe wekî modelek dibînin û dixwazin modelek biyanî li Sûriyeyê bicîh bînin hene. Lê belê, gelê Sûriyeyê xwedî çanda xwe ye û gelek ol li Sûriyeyê hene ku bi hezaran salan bi hev re dijîn û ew modelên biyanî qebûl nakin. Ji ber vê yekê, li gelek deveran pirsgirêk hene.”

‘Em xwedî hêzek in ku karîbû hêza herî xeternak têk bibe

Jiyan da zanîn ku civaka Sûrî ji bo aramiyê têkoşiyane û wiha pê de çû: “Her kes li Sûriyeyê hewl dide modelek ava bike. Idlib jî dibêje, "Em modelek in" û em, wekî Rêveberiya Xweser dibêjin, "Em modelek serkeftî ne. Me 14 salan li ber xwe da, da ku projeya xwe, doza xwe û gelê xwe biparêzin, tevî hemû êrîşan û kêmbûna derfetan. 14 salan me herêma xwe birêve bir. 14 salan me hêza xwe îspat kir û li dijî hêza herî xeternak a li ser rûyê erdê, DAIŞ’ê şer kir. Ji ber vê yekê, gelek destkeftiyên me hene. Durzî jî dibêjin, "Em modelek in." Ji ber vê yekê, hemû civakên li Sûriyeyê ji bo aramiyê têkoşiyan.”

‘Kurdan cihê xwe birêve bir û gelê xwe parast pêwîst e di destûrê de bên parastin

Jiyan got ku entegrasyona demokratîk çareseriya qonaxa niha ya ku Sûriye tê re derbas dibe û wiha axaivî: “Me her tim gotiye ku projeya me projeyek demokratîk e û ji destpêkê heta niha, me negotiye ku em dixwazin bibin dewlet; em dixwazin wekî her kesê din li Sûriyeyê wek Kurd bijîn û mafên me di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin parastin. Ji ber ku em gelekî xwecihî ne ku di avakirina welat de cih girt û cihê xwe qezenc kirine. Divê çand, ziman û nasnameya me di qanûnê de were parastin. Ev welat yê her kesî ye, yê hemû mezheb û olan e. Çawa ku di dîrokê de bû, divê di vê qonaxê de jî wisa be.”

‘Entegerasyon ji bo têkoşîna me ya rewşenbîrî qadeke berfirehtir vedike

Jiyan balkişand ser cudahiya parêzgeha Hesekê ji parêzgehên din yên Sûriyeyê ya di li hevkirina di navbera Şam û QSD’ê de û vê cudahiyê wiha anî ziman: “Parêzgeha Hesekê ji parêzgehên din ên Sûriyeyê pir cuda ye ji ber ku li Hesekê lihevkirinek heye. Li vê parêzgehê, me wekî gel xwe parastiye û ew xwedî hêz e û xwe birêve dibe. Endam hene ku demek dirêj e di saziyên dewletê de dixebitin û berdewam dikin. Ev yekbûn, ev îlankirina statuya me ya fermî bi hikûmetê re, tê vê wateyê ku saziyên me bûne saziyên fermî di hundirê hikûmetê de. Em dikarin bêjin ku demokrasî û dewlet li vir dixebitin. Ev ji bo têkoşîna me ya rewşenbîrî qadeke berfirehtir vedike.”

Xala bingehîn a nîqaşê hebûna jinê ye’

Jiyan diyar kir ku di entegerasyonê de xala yekem ku balê dikşînin ser, hebûn û rola jinê ye û wiha got: “Di sîstema me de, jin di hemû aliyên jiyanê de pêşeng û bingehîn in. Lê belê mixabin, di hikûmeta Şamê de cihê jinan tune. 23 wezaret hene, lê Wezareta Jinan tune. Ji 23 wezîran, tenê yek jin e û ew di qada civakî de dixebite. Vê yekê gelê Sûriyeyê pir hêrs kiriye. Tevgereke jinan li Sûriyê heye, lê ev îradeya wan li Sûriyeyê temsîl nake. Em, wekî jinên ku li ser entegrasyonê dixebitin, bi giranî li ser rola jinan disekinin. Bi taybetî, Parêzgeha Hesekê bi civakên xwe yên olî û mezhebî yên cihêreng, wekî parêzgeheke netewa demokratîk a, beşek ji Rojava ye. Jin li vir roleke girîng dilîzin û hebûna wan ji parêzgehên din bêtir diyar e. Têkoşîna jinan li vê parêzgehê nasname, hêz û berxwedana jinan li çar aliyê cîhanê nîşan daye û kes nikare hêz û rêxistina wan înkar bike. Dema ku şandeyek serdana me dike, em li ser rol û rewşa jinan nîqaş dikin û em ê hewl bidin ku vê armancê bi dest bixin.”

‘Divê jin nasnameya xwe li cihê xwe bibînin’

Jiyan got ku fermanek ji Serokê Şamê heye ku dibêje jin dikarin li her derê amade bin, lê ev ji bo jinan têr nake û wiha dewam kir: “Divê jin nasnameya xwe li cihê xwe bibînin. Di nav şandeyên ku tên de jin tune ne. Ew rejîmek bi zîhniyetek e ku jinan silav nake, lê gava ew tên Parêzgeha Hesekê, ew li pêşiya xwe jinan dibînin- jinên biryardar, jinên bi hêz. Ev bi saya têkoşîna dirêj a jinên Kurd pêk hatiye. Em piştrast in ku jinên li Parêzgeha Hesekê, bi rêya pêvajoya entegrasyonê, dikarin wê têgihîştin û zîhniyeta ku cihê jinan tuneye û li pêşiya wan astengî hene biguherînin. Em ê hemû parêzgehan biguherînin ji ber ku êş û zehmetiyên ku jin li herêma peravê, Suweyda, Hums, Îdlib û Rojava pê re rû bi rû dimînin, hemû wek hev in.”

‘Divê Wezareta jinê hebe’

Jiyan Dêrik ragihand ku yek ji nîqaşên herî girîng ên bi şandeyan re, divê jin xwedî wezaret û mafên xwe yên di destûrê de hebin e û wiha pê de çû: “Divê ti astengî li pêşiya wan tune bin. Ger astengî hebin, em nikarin Sûriyeyek demokratîk xeyal bikin û em nikarin entegrasyona demokratîk bibînin. Projeya me bingehîn e û bi têkoşîna xwe, em ê Sûriyeyê ber bi başiyê ve biguherînin.”

‘Bi têkoşînê em ê bikaribin deng û nasnameya jinên li Sûriyeyê bidin xuyakirin’

Jiyan behsa girîngiya têkoşîn û baweriyê kir û diyar kir ku tekane tiştê ku divê hikûmet li ser bixebite, hebûna jinan a li Sûriyeyê ye. Jiyan Dêrik hişyariya “Em bi zîhniyetekê re rû bi rû ne ku dewlet û kursiyên desthilatdariyê wekî yên xwe dibîne û jin qels in” kir û wiha domand: “Lê peyama jinan  zelal e: ev cihê me ye, axa me ye, hêza me ye. Ji ber vê yekê, bawerî bingehîn e û divê em têkoşîna xwe xurttir bikin. Bi saya vê têkoşînê, em ê bikaribin deng û nasnameya jinên li Sûriyeyê bidin xuyakirin.”

‘Du Midûriyet entegre bûne’

Jiyan Dêrik behsa rewşa enegerasyon li parêzgeha Hesekê kir û ev agahî dan: “Heta niha du Midûriyet hene: Midûriyeta Tenduristiyê û Midûriyeta Perwerdehiyê. Di pêkanînê de kêmasî hene. Ji ber ku entegrasyoneke sîstemê bi dewletê re heye, gelek zehmetî hene, lê bi hev re em ê vê qonaxê derbas bikin. Di vê qonaxê de, ji me hemûyan tê xwestin ku em vê peymanê û destkeftiyên ku me bi dest xistine, biparêzin. Gelek rêveberî li pêşiya me ne û gelek endam hene û her kes dê rola xwe bilîze û karê xwe bidomîne. Divê em ji xwe bawer bin û tiştekî li jorî xwe nebînin, ji ber ku berxwedana gel dikare sîstema hikûmetê biguherîne demokrasiyê. Ev qonax, qonaxa guhertinê ye.”

‘Bi hebûna jinan rengê bedew ê demokrasî û azadiyê tê nîşandan’

Jiyan Dêrik got ku “Divê em rê li ber kesên ku dixwazin nakokîyê biçînin venekin” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ku derê têkoşîn hebe, serkeftin jî heye. Li ku derê jin hebin, rengê bedew ê demokrasî û azadiyê jî wê hebe. Divê em wekî jin bibin yek û têkoşîna xwe xurtir bikin da ku gavên mezin ber bi pêş ve bavêjin.”