Jinên Sûdanî: Pêdivî bi projeyek neteweyî heye

Jinên Sûdanî tekez dikin krîza ku welat pê re rûbirû ye, ne tenê bi çareseriyeke leşkerî û ne jî bi çareseriyeke demkî ya di navbera hêzên nakok de bi dawî dibe û gotin: "Pêdivî bi projeyek neteweyî heye."

MÊRVAT EBD EL-QADÊR

Sûdan – Ji xwepêşandanên Îlona 2013'an heta şoreşa Kanûna 2018'an, kolanên Sûdanê li hemberî zordariyê û xirabûna şert û mercên jiyanê, hêrsa xwe bi berdewamî kom kirin. Xwepêşandan veguherîn şoreşeke gelêrî ya berfireh ku rejîmeke 30 salan welat bi rê ve biribû, di bin dirûşmeya "Azadî, Aştî û Dadmendî" de hilweşand. Jin û ciwanan roleke girîng lîstin û daxwazên wan ji hilweşandina rejîmê wêdetir çûn. Avakirina dewletekê li ser bingeha hemwelatîbûn, edalet û serdestiya hiqûqê jî xistin nava daxwazên xwe.

Dabeşbûnên civakî kûrtir bûn

Lê belê, veguherîna vê dewleta xwestî di nava têkoşîna desthilatdariyê û dabeşbûnên siyasî de lawaz bû. Paşê di 15'ê Nîsana 2023'yan de, şer di navbera Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de derket. Sûdan ji pevçûneke siyasî ya li ser pêşeroja rêveberiyê, veguherî şerekî aşkera ku gefê li yekîtiya dewletê û saziyên wê dixwe. Vê yekê koçberî, xizanî, birçîbûn, hilweşîna xizmetgan û dabeşbûnên civakî kûrtir kiriye.

Di navbera salvegerên Îlon û Kanûnê de, Sûdan îro bi pirseke hê dijwartir re rûbirû ye: Gelo hê jî gengaz e ku projeya dewletê ya ku gelê Sûdanê ji bo wê rabû ser piyan were vejandin, an şer welat ber bi rêyeke ku yekîtî û hebûna wê dixe xeterê ve dibe?

Koka krîzê: Nakokiyeke kevin şiklekî nû digire

Aktîvîsta siyasî ya serbixwe Salî Zakî da zanîn ku bersiv nikare tenê bi rawestandina şer dest pê bike û wiha domand: “Nakokiya di nav Sûdanê de ji serxwebûnê ve neqediyaye û sedemên wê berdewam ji nû ve derdikevin holê û xirabtir dibin; bi taybetî di pirsgirêkên navend û derdorê, nehevsengiya di belavkirina hêz û dewlemendiyê de û kombûna krîzên siyasî û civakî de.”

'Însiyatîf û rêxistinên jinan di nava pevçûnan de bûn'

Salî Zakî da xuyakirin ku ev nehevsengî di çarçoveyeke siyasî ya abstrakt de nemane, lê belê rasterast di jiyana gelê Sûdanê de bi rêya xizaniyê, xirabûna xizmetan û berfirehbûna valahiya di navbera navend û derdorê de derketine holê. Salî ev tişt gotin: “Însiyatîf û rêxistinên jinan wek 'Jin ji bo Aştiyê' û 'Tora Jinan a Li Dijî Tundiyê' her hişyarî dane ku her pêvajoyeke aştiyê ku jinan, kesên koçber, pirsgirêkên edaleta veguhêz û tundiya li ser bingeha zayendî di bingeha xwe de negire, dê nikaribe sedemên bingehîn ên krîzê çareser bike.”

Pêşniyara ji bo sê senaryoyên ku dawî li şer tînin

Salî Zakî li pêşeroja krîzê dinhêre û sê senaryoyên sereke pêşniyar dike: “Ya yekem, lihevkirina neteweyî ya bi rêya diyalogeke berfireh e, ku wekî rêya herî kurt û ewle ya aştî, aramî û demokrasiyê tê dîtin. Senaryoya duyem, vegera serweriya leşkerî ye, bi taybetî eger hêzên sivîl û siyasî nikaribin ji rewşa bêçare ya heyî derbas bibin û diyalogeke cidî bikin. Senaryoya sêyem jî danûstandin di bin zexta hevsengiya hêzê de ye. Lê encam an dibe çareseriyeke siyasî ku yekîtiya Sûdanê biparêze, an jî dibe hilweşîn û dabeşbûna dewletê."

'Pêdivî bi avakirina welatek ku herkes tê de bicih bike heye'

Salî Zakî vîzyona xwe bi gotina ku vebijarka çêtirîn ji bo Sûdanê di serkeftina projeya dewletekê de li ser bingeha hemwelatîbûn, serweriya hiqûqê û saziyên bihêz e, kurt dike. Salî gotinên xwe wiha didomîne: “Ji gelê Sûdanê tê xwestin ku tawîzên hevbeş bidin da ku welatekî ku her kesî tê de cih bigire ava bikin; Sûdaneke bi hemwelatîbûna wekhev, serweriya hiqûqê, azadî û edaletê.”

'Pevçûna li Sûdanê pevçûnek hebûnî ye'

Rêvebera Herêmî ya Însiyatîfa Jinan a Qiloçê ya Efrîkayê Dr. Hala El-Karib li ser serdema piştî şoreşa Kanûnê disekine. Hala diyar dike ku pirsgirêk ne di şoreşê de bi xwe ye, her wiha di pevçûna ku li dora wê û vîzyona wê derketiye holê de ye. Hala dibêje: “Pevçûna li Sûdanê di serî de pevçûnek hebûnî ye, ku gefê li ramana dewleta Sûdanê dixwe. Şerê heyî nikare ji vê rêça diyarkirî were veqetandin; li şûna ku şoreş veguhere projeyekê ji bo ji nû ve avakirina dewletê."

Hala El-Karib vê rewşê ji hawîrdora herêmî û navneteweyî cuda nake û wiha dibêje: “Bûyerên ku niha diqewimin bi giranî bi nakokî û berjewendiyên herêmî ve girêdayî ne û tevliheviyên peyzaja navneteweyî jî hiştine ku civaka navneteweyî kêmtir xwedî şiyana zexta biryarder a ber bi çareseriyekê ve be.”

'Şer bidestxistina aştiyê kiriye pêşîniya sereke'

Berdevkê fermî yê Bloka Demokratîk a li Sûdanê Nîdal Hîşam bawer dike ku Şoreşa Kanûnê bi dawî nebûye, lê belê pêşîniyên wê ji ber şer guherîne. Nîdal Hîşam wiha got: “Şoreşa Kanûnê ya bi heybet winda nebûye; ew hêzeke bihêz dimîne û saziyên wê yên pêkhatî vîzyonên xwe pêşkêş dikin. Şer, bidestxistina aştiyê kiriye pêşîniya sereke, ji ber ku bê aştî û aramiyê, netewe dê di rewşeke bêaramî û aloziyê de bimîne.”

Nîdal Hîşam tekez kir ku ji dezgehên şoreşger û siyasî, partî û hemû hêzên çalak tê xwestin ku di çarçoveya diyalogeke ku bi tevahî ji aliyê Sûdanê ve tê rêvebirin de bi hev re rûnin. Nîdal, di heman demê de girîngiya rola navneteweyî wekî hêsankar û piştgiran destnîşan kir, ne wekî cîgirê îradeya gelê Sûdanê.

Jin di dilê pevçûnan de sekinîn

Tiştê ku welat dibîne, ne tenê xwezaya pevçûna siyasî guhertiye, di heman demê de rewşa jinan a di nava krîzê de jî guhertiye. Ji Îlonê heta Şoreşa Kanûnê, jin beşekî girîng ê tevgera gel bûn. Di dema şoreşê de jinên Sûdanî meş û çalakiyên rûniştinê bi rê ve birin, dirûşmeyên azadî, aştî û edaletê hilgirtin û di qonaxên têkoşîna aştiyane de bedelên giran dan.

Faktorên ku krîz ava kirine

Kesayetiya pêşeng a Sekreteriya Jinan a Tevgera Dad û Wekheviyê Hala Ebd El-Ezîz bawer dike ku bîranîna Îlon û Kanûnê ji bo têgihîştina pevçûna heyî girîng e. Hala, dibêje ku krîz bi agirbesta Nîsanê dest pê nekiriye, lê belê rêze faktorên siyasî, aborî û civakî beriya wê çêbûne ku bandor li jiyana welatiyan kirine, bûne sedema kêmbûna asta jiyanê, xizmetguzariyan û firehbûna çembera xizanî û koçberiyê.

'Çareseriyeke rastîn ku sedemên krîzê çareser bike'

Ji bo Hala Ebd El-Ezîz, divê her çareseriyeke rastîn ne tenê şer rawestîne, her wiha sedemên bingehîn ên krîzê jî çareser bike û dewletê ji nû ve ava bike. Berdewamiya şer senaryoyan vekirî dihêle; ji gihîştina çareseriyeke siyasî ya berfireh a ku ber bi aştî û aramiyê ve diçe bigire heya berdewamiya pevçûnekê ku krîza mirovî û aborî girantir dike û dabeşbûnên civakî kûrtir dike.

Hin pêşaniyên ji bo çareserkirina krîzê

Hala Ebd El-Ezîz komek pêşaniyan ji bo çareserkirina krîzê bi van gotinan destnîşan dike: “Îradeya siyasî ya neteweyî û diyalogeke berfireh a Sûdanî, ligel ji nû ve avakirina saziyên dewletê û çareserkirina sedemên bingehîn ên krîzê. Her wiha parastina sivîlan û vegera kesên koçber ên navxweyî û penaberan di rêza yekem de, dest pê dike.”