“Jinên Rojhilatê Kurdistanê ji hemû mafan bêpar in”

Endama rêxistina komelgeya jinên Rojhilat Mehîn Ehmed diyar kir ku azadiya jinan a ku li Başûrê Kurdistanê heye kêm e divê jin hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û bikaribin pêşî li tundîtûjiya li hemberî jinan bigrin.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Jinên Başûrê Kurdistanê heta astekê azad in, dikarin li hemberî tundîtûjiya li ser jinan derbikevin lê belê ev azadî têrê nake ku mafê xwe û azadiya jinan li navçeyên din jî bi dest bixin. Li Rojhilatê Kurdistanê jin wisa ji mafên xwe yên azadiyê bêpar mane ku nikarin di roja têkoşîna li dijî tundîtûjiya li hemberî jinan de daxwaza mafên xwe bikin. Endama rêxistina komelgeya jinên Rojhilat û gelê Rojhilat Mehîn Ehmed der barê rewşa jinên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û sedemên tundîtûjiya li hemberî jinan de ji ajansa me re axivî.
Tundîtûjî ji ber sedemên cuda û bi rengên din li hemberî jinên li navçeyan tê kirin
Endama rêxistina komelgeya jinên Rojhilat Mehîn Ehmed bi bîr xist ku rêxistina wan li ser siyaset û mafên jinan dixebite û got: “Tundîtûjiya li hemberî jinan bûye mijarek cîhanî, çandî û dîrokî ye. Yek ji sedemên bingehîn hebûna aqilê mersalarî ye ku niha serdest e her wiha zagon, hikumet û bawerî hemû sedem in ji bo zêdebûna tundîtûjiya li hemberî jinan.”
“Li Rojhilat jin ji azadiyê bêpar in”
Mehîn bi bîr xist ku tundîtûjiya li hemberî jinan li Rojhilatê Kurdistanê di astek bilind de ye û dibêje: “Li Rojhilatê Kurdistanê di bin navê namûsê de jin tên kuştin, yan ji wisa li jinan tê kirin ku xwe dikujin. Ji ber ku tu azadî nîn e, ew tundîtûjiya li hemberî jinan tê kirin, ji tundîtûjiya li Başûrê Kurdistanê cudatir e. Ew azadiya jinan a li Başûrê Kurdistanê heye bi têkoşînê bi dest xistine. Rê didin ku bi awayê azade semîner û kombûn çêbibin lê belê li Rojhilat ne wisa ye, rê nayê dayîn ku jin bi azadî xwe bi rêxistin bikin û çanda şiyariyê belav bikin.”
Azadiya jinan li Başûrê Kurdistanê hatiye sînordarkirin, li gelek aliyan jin nikarin azad bin. Ji ber aqilê mêrsalarî yê ku civakê û zagonan bi rê ve dibe û weke rêgezek duyem muamele bi jinan re tê kirin. Desthilatdar jî vê xeletiyê li hemberî jinan bi kar tînin û zemînek ava dikin, rê nadin jin beşdarî siyasetê bibin. Li gel vê yekê jî nikarin bi azadî behsa sedemên tundîtûjiyê bikin û daxwaza mafên xwe bikin her wiha heta astekê dikarin beşdarî siyasetê bibin.
“Azadiya jinan a li Başûr têrê nake”
Mehîn da zanîn ku li Rojhilat jin weke amûr tên bikaranîn, di bin navê namûsê de tên kuştin û wiha got: “Roj nîn e li Rojhilatê Kurdistanê jin di bin navê namûsê de neyên kuştin. Li Rojhilatê Kurdistanê di roja têkoşîna jinan a li beramberî tundîtûjiyê de, jin nikarin behsa tundîtûjiyê bikin û bêjin ku rojek heye ji bo pêşîlêgirtina ji tundîtûjiya ku rojane li hemberî jinan e. Sedemek din a tundîtûjiyê jî bawerî ye, li Rojhilatê Kurdistanê jin bi navê baweriyê tên çewisandin. Rast e li Başûrê Kurdistanê azadiya jinan heye lê belê ev azadî nebes e. Pêwîst e jin kar û çalakiyên zêdetir bikin û zêdetir li hemberî tundîtûjiyê bisekinin, bi riya siyasetê yan jî semîner û kombûnan zêdetir şiyariyan belav bikin da ku tundîtûjî ji holê rabe.”