Jinên Lîbyayî guhertinên qanûna hilbijartinê red dikin

Aktîvîstên mafên jinan siyasetmedaran bal kişandin ku bi guhertinên qanûna hilbijartinê ya Lîbyayê jin ji derve tên hiştin û bang li meclîsê kirin ku "guhertinan nepejirîn"

HINDIYA AL-ASHEPY

Lîbya- Li Lîbyayê di bin çavdêriya komîteya hevpar (6+6) ya di navbera Meclîsa Nûneran û dewletê de hin guhertin di qanûna hilbijartinê de hatin kirin. Di guhertinan de made û metnên qanûnî hene ku beşdarbûna jinan di pêwajoya hilbijartinan de (parleman û serokatî) çi wek namzed û çi hilbijêr sînordar dike.

Guhertinên qanûnî yên ku li Lîbyayê hatin kirin, bû sedema nîqaşan. Gelek partî û rêxistinên nehikûmî ragihandin ku ew guhertinên ku nîvê civaka Lîbyayê ji holê radikin red dikin. Daxuyaniyek bi îmzeya 144 siyasetmedar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ku ji jin û mêran pêk tê, hat weşandin. 144 navan daxwaz ji parlamentoyê kirin ku van guhertinan nepejirîne, ji ber ku rewşa giştî ya welat li ber çavan nayê girtin û hin xalên destûrî binpê dikin.

Sînorkirina jinan

Çalakvanê sivîl û lêkolîner Shem Bufana got ku komîteya (6+6) guhertin pêk anîn ku mafê Lîbyayê ji bo beşdarbûna hilbijartinan sînordar kir. Shem Bufana diyar kir ku guhertin di şert û mercên namzediya serokomariyê di hilbijartinên serokomariyê de hatine kirin. Hemwelatiya jin a 'biyanî' ku li welat wekî binpêkirina eşkere ya qanûnê tê dîtin, destûr nayê dayîn ku beşdarî hilbijartinên serokomariyê bibe.

'Guhertin zirarê dide her kesî'

Shem Bufana da xuyakirin, ku ev guhertin li dijî prensîba welatîbûnê ye ku ji bo bidestxistina mafên siyasî, civakî û aborî yên ku di hiqûq û peymanên navneteweyî de cih digirin e û got:"Ev metna sererastkirinê zirarê dide her du zayendan. Lê ew ê ji mêran bêtir beşdarbûna jinan di siyaseta Lîbyayê de sînordar bike. Parlamentoya Lîbyayê hîn guhertinên ku ji aliyê komîteyê ve di qanûna hilbijartinê de hatine kirin, nepejirandiye. Ev şansê ku ev metn bên guhertin ji bo ku jin dîsa mafên jinan bên misogerkirin zêde dike.”

Shem Bufana balkişand li ser pêwîstiya hişyarkirina giringiya beşdariya jinan di siyasetê de di hilbijartinên parlemanî û serokomariyê de, û amaje bi lidarxistina semîner û komxebatên hişyariyê li ser van zagonan û guhertinên pêwîst kir û tekez kir ku jin hevkarên giring in di pêwajoya biryardanê de.

Banga beşdariyê dikin

Ji aliyê din ve aktîvîstê siyasî Manar El-Cameî jî diyar kir ku sîstema hiqûqî ya Lîbyayê qels e û got ku sazî û rêxistin di pêkanînê de bi awayekî cidî kêm in. Manar El-Cameî destnîşan kir ku tê xwestin jin ji siyasetê bên dûrxistin. Manar El-Camî ji jinên Lîbyayê xwest ku bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinên parlemanî û serokomariyê bibin û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê li dijî zagonên ku beşdariya jinan sînordar dike.

Çalakvana mafên mirovan Ghada El-Kadiki jî rexne li guhertinên hatine kirin û diyar kir ku di van guhertinan de jin bêpar in û got ku divê di nirxandina xwe de girîngiya beşdarbûna jinan di karûbarên siyasî de û bihêzkirina wan di pêvajoyên biryardanê de were berçavgirtin.