Jinên Lîbyayî destwerdana Tirkiyeyê ya li welatên Rojhilata Navîn şermezar kirin

Aktîvîstên jin ên Lîbyayê li dijî destwerdana Tirkiyeyê ya di nava karûbarên navxweyî yên welatên Ewropa û Ereban bi taybetî Lîbyayê bertek nîşan dan. Jinan destwerdana Tirkiyeyê weke kolonyalîzmê bi nav kirin.

HINDYA AL-ASHEPY

Binxazî - Tirkiyeya ku destwerdana karên navxweyî yên welatên Rojhilata Navîn û her wiha Iraq, Sûriye û Lîbyayê dike, li dijî qanûnên navneteweyî tevdigere. Her çend destwerdana Tirkiyeyê ya li Lîbyayê ji aliyê dewletên mezin ve bi taybetî Almanya, Fransa, Îngilistan, Îtalya, Amerîka û Rûsyayê ve gelek caran hat şermezarkirin jî van welatan nikaribûn vê destwerdanê rawestînin û sînordar bikin. Aktîvîstên jin ên Lîbyayî bertek nîşanî destwerdana Tirkiyeyê ya li Lîbyayê dan.

Destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê şermezar kir

Li ser asta wezaretên derve yên Ereban, Encûmena Komkara Dewletên Ereb destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê şermezar kir. Encûmenê di rûniştina xwe ya 153’emîn de bal kişand ser êrîşa Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê û bertek nîşanî binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya parastina yekitî û serxwebûna Sûriyeyê da. Encûmenê bang li aliyê Tirkiyeyê kir ku hemû hêzên xwe ji xaka welatên Ereb vekişîne û ji Tirkiyeyê jî xwest destên xwe karûbarên navxweyî yên welatên cîran vekişîne.

"Berê jî êrîşî Lîbyayê kir"

Aktîvîstê sivîl Şîm Boufaneh jî diyar kir ku Tirkiye destwerdana karên xwe yên navxweyî dike û diyar kir ku Tirkiyeyê serweriya welatê wan binpê kiriye. Şîm Boufaneh, diyar kir ku ew destwerdaneke ku welat parçe bike û bike nava şer û pevçûnan qebûl nakin û wiha got: “Berê Tirkiyeyê mudaxaleyî Lîbyayê kir. Di çarçoveya vê destwerdanê de, çekdar û çekdarên biyanî yên ku li dijî artêşa Lîbyayê şer dikin, şandin. Piştî wê jî krîz hîn kûrtir bû.”

"Ew dixwaze herêmê kontrol bike"

Şim Boufaneh got ku Tirkiye hewl dide bi riya baregehên xwe yên leşkerî li Deryaya Spî, Lîbya û herêma Ereban kontrol bike, her wiha bi kontrolkirina baregehên Misurata û El-Wattia yên li rojavayê Lîbyayê. Şîm Boufaneh da zanîn ku dewleta Tirk bi destwerdanên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û welatên cîhanê hewl dide hebûna xwe ya li Lîbyayê bidomîne.

"Armanca Tirkiyeyê dagirkeriya axa welatên din e"

Çalakvanê siyasî û endamê Partiya El-Kerame ya Lîbyayê Enas El-Ewamî diyar kir ku destwerdanên Tirkiyeyê yên li Lîbya û Rojhilata Navîn weke kiryarên dijminane yên li dijî welatên lawaz ên ku bi qeyranên siyasî û aborî re rû bi rû ne û di heman demê de bi krîzên siyasî û aborî re rû bi rû ne, tên binavkirin. Enas El-Ewanî behsa siyasetên kolonyalîzm û êrîşkariya Tirkiyeyê li dijî gelên Iraq û Sûriyeyê kir û got ku Tirkiye dixwaze qada xwe ya dagirkeriyê berfireh bike.

Tirkiye şert û mercan dide pêş

Çalakvana siyasî Ferîha El-Cilanî jî got; “Dewleta Tirk bi destwerdana di nava kar û barên dewletan de hewl dide desthilatdariya xwe li ser cîhanê berfireh bike. Herî dawî ji bo Swêd û Fînlandiyayê şert û merc danîbûn NATO’yê. Dewleta Tirk şert û mercên xwe dide welatên ku dixwazin tevlî NATO’yê bibin û di van şertan de jî zelalkirina helwesta Fînlandiya û Swêdê ya li ser pirsgirêka Kurd e." Ferîha El-Cilanî bal kişand ser êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hinceta “Herêma ewle” û got ku Tirkiye di vê wateyê de hewl dide piştevaniya navdewletî bibe. Ferîha El-Cilanî banga rawestandina destwerdana Tirkiyê di karûbarên navxweyî yên Lîbyayê de kir.