Jinên Cezayîrî di lîsteyên hilbijartinê de ji bo guhertinên berfireh bidest bixin

Namzedên jin ên Cezayîrî armanc, motîvasyonên xwe yên ji bo namzediyê û vîzyonên xwe yên ji bo xebata qanûndanînê eşkere kirin û gotin ku ji bo guhertinên berfireh di civakê de bidest bixin bûne namzed.

RABÎA XARÎS

Cezayîr – Hilbijartinên parlamentoye yên ji bo Tîrmeha li pêş hatine plankirin dikevin qonaxên xwe yên girîng. Bi vê yekê re hejmara zêde ya namzediya berbiçav a jinan bi taybetî li bajaran, derdikeve pêş. Ew hewl didin demokrasiya temsîlî bi dest bixin û mijarên sereke yên têkildarî jinan, jîngehê û kesên astengdar biparêzin.

Ajansa me, bi rıya hevpeyvînên cuda bi çend namzedên jin re, çavdêrî kir ku ew çawa pêvajoya berhevkirina îmzeyan li her navçeya hilbijartinê dimeşînin. Jinan her wiha li ser motîvasyonên xwe yên ji bo namzediyê, armancên xwe û vîzyonên xwe yên ji bo xebata qanûndanînê nîqaş kirin.

Li bajarê Qasnatînê, Wîdad Lîşanî cara duyemîn di pêşbirka Meclîsa Gel a Neteweyî (mala jêrîn a parlamentoyê) de li Kolana Zighoud Youcef li navenda Cezayîrê dibe namzed. Ew namzedek di navnîşana partiyeke siyasî de ye.

Ne ji bo berjiwendiyên kesane dikeve lîsteya hilbijartinê

Wîdad Lîşanî tekez dike ku ew ji bo berjewendiya kesane nebûye namzed û got: "Biryara min ji têgihîştineke kûr a mijarên ku ez parêzvaniyê dikim, bi curbecuriya biyolojîk, parastina lawiran, ekosîsteman û sînordarkirina çalakiyên mirovan ên zirardar ve girêdayî ne, tê. Pirsgirêkên jîngehê yên wiha îro hewceyê temsîliyeteke xurt û bi bandor in di nava holên desthilatdariyê yên li Cezayîrê de ji bo ku guhertinek di rastiya lawirên li welat de, bi taybetî yên ku ji îşkence, kuştin û paşguhkirinê dikişînin, misoger bikin."

Ji bo vê armancê, Wîdad Lîşanî destpêşxeriyeke siyasî ya girîng da destpêkirin da ku kesên bi parastina jîngehê re eleqedar dibin ber bi parlamentoyê ve bikşîne, bi dirûşma "Destpêşxeriya Nûnertiya Siyasî ji bo Parastina Jîngehê, Heywanan û Bêdengan" ku armanc dike dengê pirsgirêkên jîngehparêzî û mirovî, bi taybetî parastina heywanan û jîngehê ku pir caran di nava saziyên hilbijartî de temsîliyeta têr nabînin, bigihîjîne.

Zehmetî û astengî

Der barê cewhera astengiyên ku di dema pêvajoya berhevkirina îmzeyan de rastî wan hat, Wîdad Lîşanî wiha dibêje: "Jinên ku dixwazin bikevin qada hilbijartinê, hawîrdora siyasî, çandî û civakî guncav nabînin, bêyî ku behsa zehmetiyên girîng ên ku em di razîkirina hilbijêran de ji nirxa dengdanê ku di her hilbijartinê de gava girîng e dikin. Divê stratejiyên taybetî werin pejirandin da ku bi hestên bêhêvîtiyê yan jî baweriya ku dengdan dê di rastiyê de tiştek neguherîne re şer bikin."

Hêjayî gotinê ye ku rêjeya devjêberdanê di hilbijartinên parlamentoyê yên ku di 12’ê Hezîrana 2021’ê de hatin lidarxistin, gihîştiye nêzî ji sedî 69.81, rêjeya beşdariya dawî jî tenê gihîştiye ji sedî 30.19.

Însiyatîfek ji bo ciwanan li dar xist

Widad Lîşanî destnîşan dike ku ew bi gelek ciwanan re rûbirû maye ji bo dengdanê qeyd nebûne û neçar maye însiyatîfeke din bide destpêkirin da ku wan razî bike di bin dirûşma “Paşeroja me di destên me de ye” de qeyd bibin. Wîdad got: "Tiştê ku pêvajoyê dijwartir kir pêşbirka dijwar a di navbera partiyan de ji bo berhevkirina îmzeyan bû, ji ber ku qanûna organîk a pergala hilbijartinê li Cezayîrê û temînatên Desteya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Serbixwe nahêlin ku tu hilbijêr ji lîsteyek zêdetir îmze bike."

Bidestxistina çend pêşiyan

Li dilê Cezayîrê, Nabîla Ouadhî weke namzedek ji bo parlamentoya Cezayîrê di lîsteya Partiya Karkeran de ku ji hêla Louisa Hanoune ve tê birêvebirin, derdikeve pêş. Namzediya wê li ser bingeha paşxaneya wê ya weke parêzer û parêzvana mafên mirovan e.

Nabîla Quadhî qala armanca namzediya xwe kir û wiha axivî: "Armanca min ew e ku ez çend pêşîniyan bi dest bixim, di nav de pêşxistina pergala qanûnî û baştirkirina kalîteya qanûnan bi çareserkirina kêmasiyên qanûnî. Ji pratîka min a rojane, min fêm kir ku hinek nivîsên qanûnî êdî bi guhertinên civakî û aborî re nagihîjin hev. Ji ber vê armanc dikim ku beşdarî nivîsandina qanûnên rast bibim ku pêşî li şîrovekirinên xelet bigre û xebata bê kêmasî ya prosedurên îdarî û dadwerî misoger bike."

Zagon ji bo welatiyan e

Armanca duyemîn a ku Nabîla Ouadhî biryar da ji bo wê bikeve hilbijartinê parastina maf û azadiyan, serdestiya hiqûqê û danîna prensîba wekheviyê ye. Nabîla vê armancê bi gotina "Têkoşîna min weke parêzerek fêrî min kir ku zagon ji bo welatiyan e. Ji ber vê ez ê bixebitim da ku bicîhanîna qanûnê misoger bikim, komên lawaz û paşguhkirî li hemberî yên bihêz destek bikim û rûmeta Cezayîriyan li her derê biparêzim.”

Nabîla Quadhî wiha li gotinên xwe zêde kir: "Pêşîniyên din xurtkirina serxwebûna saziyan, hêzdarkirina jêhatîbûna neteweyî û zêdekirina rola jinan bi pêşxistina qanûndanînê  ye ku piştgirî dide jinên karker, jinên afirîner û dayîkên li malê dimînin. Misogerkirina parastina wan a qanûnî û civakî li gorî nirxên neteweyî ye."

Hewcedarî bi zagoneke piştevaniya malbatên Cezayîrê dike heye

Ji bo Nabîla Ouadhî ya herî girîng wê hewcedariya qanûndanînê ku piştgirî dide malbatên Cezayîrî û ji hilweşînê diparêze tekez kir ku ji ber zêdebûna rêjeyên hevberdanê li Cezayîrê ku di sala 2024’an de zêdetirî 87 hezar hevberdan hatine tomarkirin, bi qasî ji sedî 33 zewaca mirovan temsîl dike.

Bicîhanîna qanûnan bi gelek zehmetiyan re rûbirû ye

Namzeda Meclîsa Gel a Neteweyî ya bajarokê El Khroub, Nasîma Yasaad ku bi qasî 16.5 km. li başûrê rojhilatê Qasnatînê ye cara yekem e ji bo hilbijartinê dibe namzed, kampanyaya xwe li ser vîzyoneke zelal a guhertinê ava dike û ji bo kesên astengdar parêzvaniyê dike. Armanca wê ew e ku wekhevî, tevlîbûna tevahî û parastina ji cudakariyê misoger bike.

Nasîma Yasaad ku çalakvaneke mafên kesên astengdar e xwe ji bo parastina vê komê û xebata ji bo entegrasyona wan a civakî û aborî dike, dibêje ku ev hewldana wê ya duyemîn a li pey hev a namzediyê ye. Dide zanîn ku berê beşdarî hilbijartinên şaredariyê yên di Mijdara 2021’ê de pêk hatine bûye. Her wiha diyar dike ku bi biryardariyek bêdawî ji bo parêzvaniya kesên astengdar ketiye pêşbirkê.

Ketina qada hilbijartinê ne hêsan bû

Nasîma Yasaad li gotinên xwe wiha zêde kir: "Her çendî gelek ferman û çarçoveyeke qanûnî hebin jî bicîhanîna van qanûnan bi zehmetiyên girîng re rûbirû ye ku parastina mafên wan û entegrasyona wan di civakê de dike pêvajoyeke tevlihev. Ketina qada hilbijartinê ne hêsan bû, ji ber ku razîkirina malbatê bi fikra ku ez ji bo cara duyemîn li pey hev bibim namzed, ji min xwest ku ji bilî zehmetiya dîtina partiyeke siyasî ku di bin ala wê de beşdar bibe, hewldanek bidim dûrî her cure sedemên siyasî yan madî bim."