Jinên berendamên hilbijartinên Îraqê li ser wekheviya zayendî dixebitin

Li herêma Kurdıstanê 49 jinan xwe berendamên hilbijartina encûmena nunerên Îraqê nîşandane. Jinên xwe berendam nîşandane li hemberî êrîşên piraliyên ser jinan tên meşandin xwe berpirs dibînin û her yek bi awayek di nava hewildanan dene ji bo bikarin di vê mijarê de dengê jinê bilind bikin.

TERZE TEHA
Silêmanî - Heta niha dû hezar û 560 berandamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nunerên Îraqê hatine diyarkirin. Li gora vê rêjeyê 963 berendamên jin in û eve jî dibe rêjeya ji sedan 27.33. Li gora yasaya hilbijartinên Îraqê divê rêjeya jinan di Encûmena Nunerên Îraqê de ji sedan 25 kêmtir nebe. Ji bo bi cihkirina vê yasayê berendamên partiyan hene. Li herêma Kurdistanê jî 49 jin berendamên hilbijartinê ji partiyên cûda hatine diyarkirin ku fikrê her jinek ji wan ê cûda heye û dixwazin bi awayek cûda kar ji bo pêşketina jinan bikin. Di derbarê hilbijartinên pêşwext ên Îraqê de jinên herêma Kurdistanê ku berandamên hilbijartinêne ji ajansa me re axivîn.
“Civaka Kurd qonaxa cudakariyê derbaz kiriye”
Nermîn Meruf berendama hevpeymana di navbera Tevgera Goran û Yekitiya Nîştîmana Kurdistanê ya herêma Silêmaniyê ye got: “Hevpeymaniya me li ser peywera berjewendiyên jinan hetiye diyarkirin. Di vê hevpeymanê de em di aliyê aborî û pisporî de me butçe diyar kiriye. Ji ber wê di mijara butçeya maf de divê em layiqî parastina daraya herêma Kurdistanê bin. Niha civaka Kurd qonaxa cudakariyê derbaz kiriye. Kes êdî dikare li ser bingehê hêza xwe bisekine. Derfet ji bo her dû rêgezan jî hatiye avakirin hêviya min ya serketina jinan heye.”
“Serkeftina malbat û civakê serkeftina jina ne”
Şîno Nûrî berendama hilbijartinê ya herêma başûrê Silêmaniyê ku beriya niha berpirsa yekitiya jinan di derbarê hilbijartinên pêşwext de kar ji bo jinan dikir û niha peyîwira wê zêdetir bûye jî wiha got: “Di demam diyarkirina berendaman de berbijêr hatibûn diyarkirin. Li gora wê divê berbijêrên ji malbatên Kurdan ku erkdar bin da ku raboriyek baş û paqij hebe divê zimanê Erebî bizane, li ser yasayê û mafê netewî xwedî tecrûbe be. Ger di hilbijartinan de bi serbikevim, ezê pîştgiriya hemû jinan bikim dixwazim jin bi xwe bibin xwedî aboriya serbixwe. Ger jin bi tendirust bin emê bi karin malbatek bi tendirust ava bikin. Serkeftina malbat û civakê serkeftina jinane.”
“Di vê demê de dû erk li ser milê jinê ye”
Sirwe Mehemed berendama herêma Germiyan çalakvana di aliyê jinê û enfalê de ye dide diyarkirin ku bejdarbûna jinan a di hilbijartinên pêşwext û di piroseya yasayê de dikare bejdarî biryarên yasayî û rêvebirina welat bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger jin bibe berendamê Encûmena Nuneran bi xwe dikare mafê xwe diyar bike. Sîstema kota alikariya jinan dike daku bikare bejdarî siyasetê bibe û destwerdana beşek ji mafê jinê bike. Lê belê di vê demê de dû erk li ser milê jinê heye, ji derveyî erka endamtiya encûmenê, divê kar li ser deng û rengê jinê jî were kirin.”