Jin li Misirê dixwazin tabûyan hilweşînin

Li Misirê ku roj bi roj daneyên tundiya li ser jinan zêde dibin, jin dixwazin di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigrin, bi hêztir bibin û bi hebûna xwe tabûyan bişkînin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Li Misirê ku bi taybetî di 10 salên dawî de tundî, tacîz û destavêtina li ser jinan gihîştiye astek cidî, jin hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Daneyên ku diyar dikin li welat her sal zêdetirî 5 milyon jin rastî tundiyê tên. Daneyên fermî yên li welat rastiyek cuda didin ber çavan. Eşkere dike ku li Misirê ku hejmara zarokên di bin 18 salî de 39 milyon e, 117 hezar ji wan jî zewicî ne û hinekan jî hevjînê xwe winda kirine. Sinetkirina jinan tevî ku hatiye qedexekirin jî weke cureyek cuda ya tundiyê tê pêşiya me. Di dema ku jin ji ber zextên civakî hewl didin ji qada giştî bên îxrackirin, li Misirê hebûna jinan a di siyasetê de kêm e. Bi taybetî jin bi hilweşandina tabûyan dixwazin di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigrin.

‘Zextên civakî jinan asteng dikin’

Randa Abdel Selam, yek ji wan jinên ku di qada teng de ji bo jinan li welat hatiye afirandin siyasetê dike. Randa Abdel Selam, difikire ku hinek mêrên Misrî jinên ku karê siyasî dikin û beşdarî partiyan dibin asteng dikin, dibêje ku baweriyên nerast civakê dîzayn dikin. Randa Ebdulselam diyar dike ku gelek jin ji ber zextên civakî tevlî siyasetê nabin û dibêje: “Heta ku ez wateya çalakiya siyasî, demokrasî, hilbijartin, hejmara dengdêran û mafên jinan hîn bûm, ditirsiyam ku biçim qada siyasetê.”

‘Jin dikarin her tiştî bikin’

Siyasetmedar Meyar El-Amir jî diyar dike ku ew tu astengî û zehmetiyan di karê xwe de nabîne û dibêje: “Jin êdî dikarin her tiştî bikin, çi di asta siyasî de û çi di warên giştî yên xebatê de be. Ez di partiyê de namzed bûm û endama herî ciwan a meqamê me. Ez fikra ku jin ji mêran kêmtir xwedî kêrhatina siyasî ne red dikim.”

Pirsgirêkên jinan tên rojevê

Siyasetmedar Amal Seyed ku bi taybetî bi rewşa jinên herêmê re eleqedar e, diyar dike ku bi taybetî piştî gelek bûyerên tundûtûjiyê eleqeya bi pirsgirêkên jinan û ketina wan a siyasetê girîng e. Ji bo karê piraniya rêxistinên sivîl, karê pêşîn e. Amal Seyed balê dikşîne ku tevlibûna jinan a meclisan wê bibe alîkar ku deng û pirsgirêkên xwe bînin rojevê.