Jin li Lîbyayê li dijî cihêkariyê di siyasetê de têdikoşin

Jinan bal kişandin ser wê yekê ku rola jinan a aştîxwaz, navbeynkar, avaker û afirîner di civaka Lîbyayê de neguheriye, jinan destnîşan kirin ku ew rastî polîtîkayên cihêkariyê tên.

IBTÎSAM XEFÎR

Benxazî- Li Lîbyayê piştî qetilkirina Muamer Qezafî di sala 2011’an de hebûna komên çekdar zêde bû. Digel ku ev nakokî û bêîstîkrariya siyasî bi xwe re anî, hikûmet û komên paramîlîter her tim jin û destkeftiyên wan kirin hedef. Jin herî zêde ji biryargirtin û rêveberiyê tên dûrxistin. Lê jinên leheng ên Lîbyayê ji bo hebûna xwe di siyasetê de nîşan bidin, ji têkoşînê dûr neketin.

Jinên Lîbyayî di nirxandina cihê jinan di siyasetê de diyar dikin ku rola wan di civakê de neguheriye, lê rastî cudakariyê tên.

Jin dikarin rastiya heyî baştir derxînin holê’

Parêzvana mafên jinan Neîme El-Bernawî di destpêka axaftina xwe de got ku jin pêşeng in û dikarin xizmetan pêşkeş bikin û wiha got: “Jin dikarin rastiya heyî baştir derxînin holê lê ji ber jin di milê siyasî de tune ye metirsî li ser civaka Lîbî heye. Ji ber gelek caran jî axaftinên jinan tên rexnekirin jin gelek hesaban ji gotinên xwe jî dikin.”

‘Jin roleke sereke di aliyê derûnî û civakî de dilîzin’

Civaknas Hemîde El-Burisî jî got: "Rola jinan di siyasetê de heye lê divê hîn zêdetir di aliyên jiyanî, aştî, şer krîz û karesetan de were xuyakirin. Jin roleke sereke di aliyê derûnî û civakî de dilîzin. Hin jin hene dikarin bibin pêşengên giranbuha jî lê belê rola ragihandinê di vî alî de gelekî lawaz maye".

‘Jin ji bo ku bikevin siyasetê pêwîstiya zêdetir bi piştevaniyê heye’

Siyasetmedar Emîre El-Hasî jî diyar kir ku jin hîna jî li Lîbyayê xwedî roleke xurt in û got: “Rola jinê ji holê ranebû jin bi hêz bûn, lê me nekarî xebatên xwe yên mirovî yên piştî Bahoza Daniel û şert û mercên welat bi belge bikin. Vê yekê nîşan da ku rola jinan kêm dibe. Di hemû astan de ji aliyê jinan ve pêwîstî bi hişyarî û piştevaniya zêdetir heye. Di têgîna wekheviyê de tevlihevî heye, ev jî dibe sedem ku jin di siyasetê de paşde bimîne. Jin ji bo ku bikevin siyasetê pêwîstiya zêdetir bi piştevaniyê heye.”

herî dawî Şêwirmend Amîna Huseyîn Bin Silêman jî wiha nêrîna xwe anî ser ziman:“Gelek caran ji bo çalakiyên siyasî û ewlehiyê gazî min dikin. Min gelek caran serkêşiya tîmên piraniya wan mêr in kiriye. Gelek jinên di tîmên min serkêşiya wan dikir hebûn. Ji wan jî Dr Soma El-Tarqî ji ber wê jî jin ne paşguhkirî ne.”