‘Jin li dijî rejîma faşîst serdest a mêr têkoşîna xwe didomînin’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe ya ku rojeva heyî nirxand de diyar kir ku ew ê beşdarî birêkûpêkirina makeqanûne ku wek veberhênana hilbijartinê û durûtî pênase dikin, cih negrin.

Enqere - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, der barê geşedanên têkildarî rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Têkoşîna me ya edaletê wê li her qadê bidome

Ayşe Acar Başaran di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê hat li dar xistin de, ewil rojnameger Hrant Dînk ku 16 sal berê hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Rastî di cînayeta Hrant Dînk de jî weke cînayetên siyasî yên din edalet pêk nehat. Hrant Dink di gotareke xwe de got, 'Jiyana bi hev re ne bi xêra kesan, jiyana bi hev re şaristaniyeke ku bi hev re divê bê hilberandin e'. Em dixwazin ji vir gotina xwe ji bo wî dubare bikin, em ê bi hev re vê şaristaniyê ava bikin û wê ev di demeke nêz de bê kirin. Ez sersaxiyê û sebrê ji hemû gelê me re û di serî de jî ji malbata Dînk re dixwazim. Ez careke din diyar dikim ku têkoşîna me ya edaletê wê li her qadê bidome. “

Jin li dijî rejîma faşîst serdest a mêr têkoşîna xwe didomînin

Ayşe Acar Başaran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got;

“Li cîhanê û li Tirkiyeyê têkoşîna li dijî zihniyeta mêr didome. Ji ber vê têkoşînê jî rejîm hedefgirina jinê didomînin. Di rojên borî de em hîn bûn ku li Efganîstanê jina parlamenter Mursel Nebizade ya berî Talîban peywira xwe dikir hat qetilkirin. Li Îranê jî piştî qetilkirina Jîna Emînî êrişên li dijî gel ên rejîmê didomin. Li Tirkiyeyê jî jin li dijî rejîma faşîst serdest a mêr a AKP-MHP'ê têkoşîna xwe didomînin.

334 jin bi tundiya mêr hatin qetilkirin

Îktidar tabloyeke ku qet tundî tune ye nîşan dide. Em dîsa li ser vê kursiyê tînin ziman ku ev dereweke mezin e. AKP polîtîkayên xwe yên dijminatiyê bê navbar didomînin. Jin, zarok li mal, cihê kar tundiyê dibînin. Tecawiz û destdirêjî li wan tên kirin. Li dijî vêya em daxwaz û têkoşîna xwe mezin dikin. Jin tînin ziman ku ew ê bi taybet di rojên mîna 8'ê Adarê 25'ê Mijdarê de li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.

Di birêkûpêkirina makeqanûne de em tune ne

Li Tirkiyeyî tabloyeke wiha heye lê belê îktidar ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve bi rêkûpêkirina makeqanûnan derdikeve pêşiya me. Me teklîfa AKP'ê ya ji bo makeqanûnê red kiribû û ev yek bi raya giştî re parve kiribû. Li Tirkiyeyê jin tên qetilkirin, tundiyê dibînin, di bin tecrîdê de ne û berpirsê vêya jî îktidara AKP-MHP'ê ye. Loma jî di birêkûpêkirina makeqanûneke AKP-MHP'ê de em tune ne. Em wekî HDP mafê hemû jinan diparêzin. 

Jin tundiyê dibînin lê îktidar qala makeqanûnê dike

Tundiya li ser jinê ne tenê fîzîkî ye, jin tenê li vî welatî nayên qetilkirin. Jin di nav xizaniyê de ne jî. Polîtîkayên şerê taybet ên îktidarê li jin û civakê tê birîn. Li gor raporên îstihdam û bêkariyê yên DÎSK-AR'ê di meha mijdarê de kategoriya herî bilind a bêkariyê bi ji sedî 27.5 bêkariya jinê ye. Yanî li vî welatî herî zêde jin tundiyê dibînin û xizan in. Jin tundiyê dibînin lê îktidar qala makeqanûnê dike.

Îktidar têkoşîna jinê dike hedef

Jin ji ber ku nikarin bisitirin loma jî ji perwerdeyê bi dûr ketin, hemû karê malê ma li ser milê wê. Îktidar dewsa ku vêya çareser bike nîvê şevekê ji Peymana Stenbolê vekişiya. Li her derê îktidar têkoşîna jinê ya rêxistinkirî û destkeftiyên jinê dike hedef. Ji aliyekî jî dibêje bi hewldanên makezagonê wê heq û azadiyê bîne. Jin ji gotinên îktidarê bawer nakin.

Jinên ku dibêjin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin tên darizandin

Di vê pêvajoyê de jî têkoşîna jinan bû hedef. Jinan di hefteya dawî de li korîdorên edliyeyê lêgerîna edaletê berdewam kirin. Ji ber ku di 12’yê tebaxa 2021’ê de gotin ‘Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin’ li Enqereyê hatin darizandin. Der barê 8 jinên beşdarî çalakiyê bûn de doz hat vekirin. Dozên wan hefteya borî li Edliyeya Enqereyê hatin dîtin. Tevî ku bi tundiya polîsan hatin binçavkirin jî, tundiya polîsan û wêneyên wan nehatin dîtin. Li vî welatî jinên ku dibêjin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin tên darizandin, lê hikûmet derketiye holê û soza azadiyê dide me.

Em hemû Ayşe Gokkan in

Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan 30 sal ceza lê hat birîn. Ayşe Gokkan yek ji pêşengên têkoşîna jinên vî welatî ye, yek ji pêşengên tevgera jinên kurd e. Yek ji rûmetên Tirkiyeyê ye. Cezayê wî hat betalkirin. Ayşe Gokkan her çendî bi israr xwest were salona dadgehê jî israra wê ya ji bo girêdana bi SEGBÎS'ê dewam kir. Daxwaza parastina bi kurdî pêk nehat. Yek ji rêbazên ku Ayşe Gokkan têkoşîn û helwesta xwe bi raya giştî re parve neke ev bû. Em hemû Ayşe Gokkan in. Dengê wê, têkoşîna wê dê li hemû Tirkiye û Kurdistanê deng bide. 

Doza Kemal Kurkut

Ji aliyek têkoşîna jinan tê darizandin û ji aliyek jî kurd û muxalîf tên darizandin çi dibe. Me mînakên vê yekê di hefteya borî de dît wek di doza Kemal Kurkut e. Wêneyên ku ji aliyê rojnamevan Abdurrahman Gok ve hatine kişandin bi zelalî çi qewimîye nîşan dide, li wir behsa îhtîmala êrişeke xwekujî tê kirin. Di wêneyên ku Abdurrahman kişandî de di raya giştî de hat parvekirin de ev derew derket holê. Dadgehê çi kir? Pêşî biryara bereatê hat dayîn, piştre Îstînasê bereat neda lê got 'Di vir de sûc heye û lê ne hewceyê cezayê nîne'. Yanî dema li vî welatî kurd, muxalif û jin bên kuştin, biryar tê dayîn ku cihê cezakirinê namîne. Dibêje sûc heye lê cezayê vî sûcî nîne. Bi van polîtîkayên bêcezakirinê re her roj jin û kurd dibin hedef. Ji ber ku ew ji siyaseta bêcezakirinê û kêmkirina cezayan bi hêzdibin. Ev nîşaneyên herî zelal ên polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî kurdan e. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ev pirsgirêk her ku diçe xwe ji nû ve hilberîne. Em careke din tînin ziman ku kesên difikirin ku ev pêvajo bi polîtîkayên bêcezakirinê dikare bê meşandin, şaş in. Pirsgirêka kurd ji van polîtîkayên bêcezakirinê nayê çareserkirin.

Çav û guhê bi milyonan kesî li Îmraliyê ye

 

Tecrîda li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e didome û hatiye girankirin. Tirkiyeyê pergala hiqûqê nayê pratîzekirin, li hemberî Îmraliyê hemû normên qanûnî yên netewî û navneteweyî hatin binpêkirin û pergalek li vir hat înşakirin. Ev polîtîka tecrîdê pêl bi pêl belavî hemû welat bû. Bi operasyonên siyasî ya dîlgirtinê civaka demokratîk bêbandor hatin hiştin. Tê bîra we Bekir Bozdag li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek dabû û gotibû dê parvekirinên li ber medyaya dijîtal tê bi sînor bikin. Ev tişt nîşaneya belavkirina tecrîdê ya hemû qadên jiyanê ye. Di sala 2015'an heta niha devjî hemû normên demokratîk hatiye berdan, devjî çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk hatiye berdan, tecrîd tê girankirin, îktîdara qesrê li tecrîda li Îmraliyê li hemû welat dide meşandin. Li hemberî Birêz Ocalan hiqûq hatiye binpêkirin. Agahî negirtin ji bo me dibe sedema fikaran. Tenduristî, deng û gotinên Birêz Ocalan di rojeva bi milyonan kesî de ye. Çav û guhê bi milyonan kesî li Îmraliyê ye. Li benda agahiyê ne. Ev agahî negirtin û binpêkirina qanûnan bêtir tirs û fikarên me mezin dike." 

Divê tecrîd bê bidawîkirin

Hefteyên borî 2 welatiyên kurd li dijî tecrîdê bedema xwe dan ber agir. Li Nisêbîna Mêrdînê Veysî Ateş ê 65 salî, li Amedê Mehmet Akar ê 25 salî agir berdan bedena xwe. Em dibêjîn serê malbatê û gelê me saxbe. Ev tişt bû sedema xemginiyeke mezin. Birêz Ocalan li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê diparêz e. Em carek din dibêjin çalakiyên bi vî rengî nayên qebûlirin. Ji ber vê jî em dibêjin divê tecrîd bê bidawîkirin. 

Divê demildest dev ji vê kiryara nemirovane berdin

Hevalên me yên rojnameger Dîren Yurtsever, Habîbe Eren, Berîvan Altan, Oznur Deger û Ceylan Şahînli yên birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, li ber deriyê girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatin. Dema em lêgerîna tazî tînin rojevê dibêjin pêkanîneke wisa nîne. Li Xarpêtê Kiymet Yeşîlgoz a 60 salî nameyek şand. Serokwekîla Koma partiya me li parlamentoyê ew name xwend. Dibêje ev mehek e kabûs dibîne. Ew îsyan dike ku divê tu mirovî nekeve bin tedbîrên weha rezîl. Pêwîste raya giştî ya demokratîk li dijî îşkenceyê, li dijî vê pêkanînên dijmirovî yên lêgerîna tazî ya li girtîgehan helwesteke zelal nîşan bide. Divê demildest dev ji vê kiryara nemirovane berdin.

Rewşa Muhlise Karaguzel giran dibe

Me gelek caran mijara Muhlîsa Karaguzel anî ziman, me got nikare di girtîgehê de bimîne. Duh carek din nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan bijîşk cudakarî kiriye û mudaxaleyeke baş pêk neaniye û ew carekdin şandine girtîgehê. Wezareda Dadê derbarê rewşa girtiyên nexweş de gotibû dê sererastkirina bikin, lê belê heta niha tu gav neavêtiye. Wek Muhlîse Karaguzel bi hezaran girtiyên nexweş hene û em ê ji bo wan her tim bang li îktîdarê bikin. Em bang li raya giştî yên demokratîk dikin ku li hemberî mijarê dengê xwe bilind bikin, di serî de li dijî tecrîdê û hemû hewldanên li dijî demokrasiyê tê kirin têkoşînê mezin bikin. 

Em dibin şahid ku siyaseta ku îro em dikin çawa di civakê de hêviyê çêdike

 

Herî dawî hûn dizanin ku HDP niha di rojeva raya giştî û Tirkiyeyê de ye. Di hemû televizyonan de behsa HDPê tê kirin, lê ti nûnerên partiya me di medyayê  de cih nagirin. Beyî me behsa me dikin. Em dizanin ku siyaseta ku em dimeşînin, îro li Tirkiyeyê îdiaya wê ya damezrîneriyê zêdetir kiriye û pêş xistiye. HDP ji bo gelê me yê ku di navbera du polîtîkayan de asê maye, rêya sêyemîn pêş dixe û HDP her roj xwe mezin dike û di nava vê civakê de cih digire. Hemû civaka Tirkiyeyê dizane ku em bi feraseta azadiya jinê di rêya sêyemîn de pêşengiyê dikin. Em vê yekê mezin bikin û berfireh bikin û bibin hêviya gelên Tirkiyeyê. Dibe ku di medyaya alîgir û televizyonê de me nîşan nedin, bêyî me nîqaşan li ser me bikin, lê em bi hev re dibin şahid ku siyaseta ku îro em dikin çawa di civakê de hêviyê çêdike.”