Ji Ronak Mecîd banga 'çekên kîmyewî'

Ronak Mecîd a daxwaz kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hiqûqa navneteweyî were bicihanîn, diyar kir ku divê rêxistinên navneteweyî bi taybetî OPCW li dijî Tirkiyeyê pêvajoyeke qanûnî û cezakirinê bidin destpêkirin.

Silêmanî – Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ji 17 Nîsanê ve daye destpêkirin û bikar anîna çekên kîmyewî bertek didomin. Piştî parvekirina dîmenên 2 gerîlayên ku di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane, gelek kes li dijî bikar anîna çekên kîmyewî bertek nîşan da. Li bajarên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê li ser mijarê çalakî tên lidarxistin.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ronak Mecîd ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bertek nîşan da, ji ajansa me re axivî.

'Dixwazin nasnameya Kurd tine bikin'

Ronak Mecîd diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên cuda êrîşî gelê Kurd û erdnîgariyê dike û got, “Dewleta Tirk bi salan e bi hebûna xwe ya leşkerî li herêmê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Dewleta Tirk dixwaze yekîtiya gelê Kurd têk bibe. Welatên ku dixwazin destdirêjiyê li Kurdistanê bikin jî dixwazin nasnameya Kurdî tune bikin. Li aliyê din yekitiya gelê Kurd tirsa herî mezin a welatên ku dixwazin dagir bikin e.” 

'Tirkiye li ser şopa Osmaniyan dimeşe'

Ronak Mecîd, da zanîn ku li Tirkiyeyê ku peyva Kurdistanê jî tê darizandin, hewl tê dayîn ku dagirkeriya Kurdistanê bi her awayî kûrtir bibe û ev yek ji paşxaneyeke dîrokî tê xwarin û wiha got: "Împeratoriya Osmanî beriya niha ev herêm dagir kiribû. Ji ber vê yekê dema ku dewleta Tirk vê rêyê dişopîne, plan dike ku siyaseta Împaratoriya Osmanî ya dagirkirina herêmên Kurdistanê bidomîne. Ji ber vê jî Tirkiye hewl dide gelê Kurd tine bike."

'Ji ber ku bi ser neket çekên kîmyewî bikar tîne'

Ronak Mecîd a xuyakirin ku armanca sereke ya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, gelê Kurd e destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di van êrîşan de her rêbazê bikar aniye û got, "Tirkiye ji ber ku di şerê li dijî gerîla de têk çû, serî li çekên kîmyewî da."

'Divê dadweriya navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê'

Ronak Mecîd diyar kir ku divê hêzên navneteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bikevin nava tevgerê û got, divê rêxistinên navneteweyî bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Laheyê (OPCW) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye, li dijî Tirkiyeyê pêvajoyeke qanûnî û cezayî bidin destpêkirin.