Ji penaberiyê ber bi berendamiya parlenteriyê ve

Jina Kurd Roza Salih weke berndam di Partiya SNP’ê ya Herêma Îskoçya ya Birîtanya yê de dikeve hilbijartinê.

 TERZE TAHA
Silêmanî - Roza Salih ya temenê wê 32 salî di sala 2001’an de ji herêma Kurdistanê weke penaber çûye welatê Birîtanya bicîh bûye. Hîna di 15 saliya xwe de li gel çend ciwanên dinê kampanya ji bo parastina mafê penaberan dan despêkirin ji bo zarokên penaber nekevîn girtîgehan. Ev jî bû sedem ku Roza û hevalên xwe bi navê keçên Glasgow bi nav û deng bibin. Glasgow yek ji bajarê girêdayî Herêma Îskoçya ya welatê Birîtanya ye. Di 6’ê Gulanê de dê hilbijartina Parlemena Herêma Îskoçya bê kirin. Roza weke berendama Partiya Niştimanî ya Îskoçya (SNP) a bajarê Glasgow yê dê bikeve hilbijartinan. Roza Salih di derbarê berendamtiya xwe ya ji bo parlemeteriyê di hevdîtinek tayebet de ji ajansa me re axîvî.
Roza Salih li ser xebatên wan ên hilbijartinê got: “Li parlemena herêma Îskoçya parlementer guh didin gotinên hevdû. Ew aloziyên li parlemenên Rojhilata Navîn de hene, di parlemena Îskoçya de nîne. Gotina parlemenan tên guhdarkirin û rêz li hevdû tên girtin, qet cudahiyek di nava pirensîban de nîne. Divê parlementer kar bikin. Nazdariyên xwe li ser muçeyan didin diyarkirin, muçe ne yê parlemena herêma Kurdistanê ne û hun ji ne personelên taybetin. Li vê herêmê ger parlementerek ji bo karekê biçe cihekî dinê tenê mûçeyê rê didinê. Pîştî wê tê lêkolîn kirin ku ka ew parlemenetere çûye kuderê û li ku maye. ”
“Yek ji pirojeyên min xebata li ser penaberane” 
Roza da zanîn ku li Îskoçya girngî tê dayîna karê kesanî û di xebatên hilbijartinê de pirsa karê tê kirin û ger ên tên hilbijartin karê xwe baş nekin negengaze carekdin bê hilbijartin. Roza bilêv kir ku li Parlemena Îskoçya yê ji parlementeran re rêz heye û guh didin nêrîna parlemenan û wiha behsa pirojeyên xwe yên dema bê kir: “Li bajarê Glasgow Kurd zêde nîne, yên ku li wêdê dijîn jî ji hev gelek durîn. Ji ber bi xwe penaberim, ez gelek dixwazim li ser pirojeyek a penaberan kar bikim.”
Roza ya berê bi xwe jî endama sendîkaya karkeranbû wiha behsa pirojeyên xwe yên ji bo partiyên siyasî yên karker kir: “Ez dixwazim kar ji bo jinan û penaberan bikim û li ser mafê wan ê zagonî bisekinim. Dixwazim jinan hîn zêdetir di warê kar de pêş bixim.”
Di roja 6’ê Gulanê dê hilbijartina Parlemena Herêma Îskoçya were li darxistin. Roza jî li benda wê rojê ye ku weke endama parlemenê were hilbijartin. Dixwaze bibe parlementer û malekê ji bo Kurdan ava bike, ku hemû Kurd bi hev re li wî bajarî kom bibin û hevdû nas bikin. Li ser van bernameyên xwe jî dibêje: “Ger ez bibim parlemen dikarim baştir xizmetê ji bo gelê Kurd bikim û dengê wan bigihinim hemû deveran.”