Ji Partiya Çepên Kesk pêşniyarqanûn: Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ binasin

Partiya Çepên Kesk ji bo Fermana 74’an weke “qirkirin” bê qebûlkirin, pêşniyarqanûn da Meclisê.

Navenda Nûçeyan – Bi ser êrişên DAIŞ’ê yên li dijî êzidiyan ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin re 9 sal derbas bûn. Ji bo Fermana 74’an weke “qirkirin” bê qebûlkirin, Partiya Çepên Kesk pêşniyarqanûn da Meclisê.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pêşniyarqanûn pêşkeşî Meclisê kir û wiha got: “Bila êrişên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ’ê yên li dijî êzidiyan weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin.” Di pêşniyarqanûnê de hat gotin ku civaka êzidî ku parçeyeke Gelê Kurd e, ji dîrokê ve rastî gelek êrişan hatiye û wiha hat gotin: “Komkujiyên li pey hev hatine kirin, di hafizeya kurdên êzidî de weke ‘ferman’ tê pênasekirin. Bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin. Civaka êzidî ji serdema Osmaniyan heta serdema îktîdara Sedam Huseyîn, 73 caran rastî komkujî û fermanan hatin. Di qirkirina Enfalê de jî êzidî bûn hedefa êrişan, di êrişa bombeyî ya sala 2011’ê de li Şengalê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û bi hezaran jin, zarok, mêr û kalên kurdên êzidî hatin qetilkirin.”

‘Ev yek erkekî wijdanî û însanî ye’

Gulcan, di pêşniyarqanûnê de got ku bi ser fermanê re 9 sal derbas bûn lê hêj jî bandorên wê ji holê nehatine rakirin û wiha bi dawî kir: “Bi sedhezaran êzidî di wargehan de dimînin û aqûbeta bi hezaran jinên hatine revandin jî nayê zanîn. Qadên êzidiyan ên biewle jî îro rastî êrişan tên. Jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de li Enqere û Kirşehîrê derdikevin holê. Ev yek nîşaneya xemsariya îktîdara siyasî ye. 

Divê derdorên navneteweyî valakirina jîngehên êzidiyan, înfazkirina sivîlan û sûcên li dijî jinan weke qirkirin qebûl bike. Komkujiya li dijî civaka êzidî hatiye kirin, li gorî Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Statûya Romayê ya Dadageha Cezayên Navneteweyî ye. NY’yê jî di sala 2016’an de weke qirkirin qebûl kir. Di heman demê de weke ‘sûcên li dijî mirovahiyê’ hate qebûlkirin. Herî dawî jî Ingilistanê weke ‘Qirkirina Êzidiyan’ qebûl kir. 

Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn û îktîdarê di vê mijarê de tu gav neavêtine. Divê TBMM înîsiyatîfê li xwe bigire û komkujiya li dijî êzidiyan weke ‘Qirkirina Êzidiyan’ qebûl bike. Ev yek erkekî wijdanî û însanî ye.”