“Ji duh êvarî ve dengê me du qat zêdebûn”

Di derbarê doza girtina HDP’ê ya hatî vekirin û xistina wekîliya Omer Faruk Gergerlioglu de MYK bi awayek lezgîn civiya. Piştî civînê Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan bi gotina “Ev tam darbeye” dest bi nirxandinê kir û da zanîn ku ji duh êvarî ve dengê wan ji 6 miliyonan bûye 12 miliyon.

Di derbarê doza girtina HDP’ê ya hatî vekirin û xistina wekîliya Omer Faruk Gergerlioglu de MYK bi awayek lezgîn civiya. Piştî civînê Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan bi gotina “Ev tam darbeye” dest bi nirxandinê kir û da zanîn ku ji duh êvarî ve dengê wan ji 6  miliyonan bûye 12 miliyon.

Enqere - Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Di derbarê doza girtina HDP’ê ya hatî vekirin û xistina wekîliya Parlementerê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu de bi rengekî awarte li hev civiya. Piştî civînê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

“Bi her awayî astengî danîn pêşiya partiya me”

Pervîn Bûldan destpêkê axivî û bal kişand ser tundî û astengiya 5 salên dawî ya li pêşiya HDP'ê û destnîşan kir ku gel vê polîtîkaya zordar jî wê ti carî dest ji siyaseta demokratîk bernedin, timî bi gel re bin û wiha domand: "Parlamenterên partiya me hatin girtin, hevşaredarên me ji wezîfeyê hatin dûrxistin, hatin girtin û qeyûm danîn şûna wan. Bi her awayî astengî danîn pêşiya partiya me. Tevî ku hilbijartin jî di nava şert û mercên demokratîk de nehate kirin, partiya me hem hevşaredarî qezenç kir, hem jî bi xurtî cihê xwe li parlamentê girt. Bi girtina wekîlên me dixwazin tola vê hilînin. Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek parlamenterên me û hevşaredarên me girtî ne. Mirovên ku silav dane me hatine girtin.

Êdî ne tenê HDP'î, her wiha nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, bi hezaran mirovên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin hatine girtin. Girtîgehên Tirikyeyê bi zarokên vî welatî, bi ciwanên vî welatî dagirtî ne."

“Ji duh êvarî ve dengê me ji 6 miliyonan bû 12 miliyon”

Pervîn Bûldan anî ziman ku doh 2 bûyerên weke deqa reş li eniya Tirkiyeyê bimîne rû dan û pêde çu: "Berê jî wekîltiya hevalên me hate betalkirin, mîna Mûsa Farisogûllari, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Leyla Zana. Heman rêbaz doh careke din li parlamentê bi kar anîn. Me dît ku ev feraset dewam dike. Feraseteke darbeyê ye. Êdî ti cudahî û ferqa desthilatdariya AKP'ê û şirîkê wê yê biçûk bi yên ku 15'ê Tîrmehê bombe li sîwana meclîsê barandin nîne. Ji ber ku navê vê darbe ye, darbeya desteserkirina îradeya gel e. Hûn dikarin ji vê bawer bikin; heta doh 6 milyon mirovî deng dida me, lê niha bûye 12 milyon mirov. Rêjeya dengê me ji sedî 11.5, ji sedî 12 bû, lê doh êvarê bûye ji sedî 20. Bila kes ji vê gumanan neke. Em partiyeke welê ne ku bi rojeva rastî ya civaka Tirkiyeyê re eleqedar in. Rojeva gel birçîbûn e, xizanî ye, zilma li jinan e, tecrîd e."

Pervîn Bûldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd ne tenê li Îmraliyê li dijî Ocalan, tecrîd li ser tevahiya Tirkiyeyê tê ferzkirin û  wiha dom kir: "Doza li dijî partiya me hatiye vekirin jî ji bo vê armancê ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, astengkirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, pirsgirêkên vî welatî kûrtir dike. Pêwîstiya welêt bi aştî, demokrasî û azadiyê heye. Lewma em dibêjin, ku hûn çi dikin bikin em ê di rêya xwe de bimeşin. Yanî em ê bi rojeva rasteqîn a gelê xwe re mijûl bibin. Ev mesele êdî ne tenê meseleya HDP'ê ye, meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye."

“Bila kes moralê xwe xera neke”

Pervîn Bûldan bang li hêzên demokrasiyê kir û got: "Ya ku îro li me hatiye kirin wê sibe teqez li we bê kirin. Ji ber vê yekê berpirsyariya me hemûyane ku li dijî vê neheqiyê û bêhiqûqiyê em bi hev re li ber xwe bidin. Bila kes moralê xwe xera neke, kes nekeve nava fikar û gumanan. Heta ku HDP hebe wê bi gel re be, wê siyaseta demokratîk bimeşîne.

Pervîn Bûldan bal kişand ser pîrobahiyên Newrozê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em amadekariyê dikin ku li gelek deverên Tirkiyeyê bi coş û moraleke mezin cejna xwe Newrozê pîroz bikin. Di serî de gelê Kurd bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikim ku bi hev re têkoşîna demokrasiyê bimeşînin û tevlî pîrozbahiyan bibin. Newroz pîroz be."