Ji Ceylan Akça 100 pêşnûmepirs

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo ji bo kesên bi awayê ‘kiryar nediyar’ û bi zorê hatine windakirin ji bo bersivdayînê 100 peşnûmepirs da Wezarî Dadê Akin Gurlek.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo bi boneya Hefteya Windayan ji bo bersivdayînê 100 peşnûmepirs pêşkêşî Wezareta Dadê kir. Ceylan Akça di peşnûmepirsê de lîsteya kesên hatine windakirin û çîroka wan jî pêşkeşî wezaretê kir.

100 pêşnûmepirs

Ceylan Akça di peşnûmepirsê de diyar kir ku di navbera salên 1990’î û 2000’an de li gorî daneyên dewletê 17 hezar kes di binçavan de hatine windakirin û bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin û got ku di rastiyê de hejmara kesên winda zêdetir e.

Ceylan Akça di pêşnûmepirsê de yek bi yek qala kesên hatine windakirin û bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin kir, van pirsan ji Wezareta Dadê kir:

“* Aqubeta kesên hatine windakirin çi ye? Cenaze û gorên wan li ku ne?

* Der barê kesên di van bûyeran de cih girtine lêpirsîn hatiye destpêkirin an na, bersûcên van bûyeran kî ne derketine holê û tu ceza li wan hatiye birîn?

* Çima di dosyayên der barê binpêkirinên mafan û sûcê îşkenceyê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê mahkum kiriye de careke din nehatine vekirin û ji bo cezakirina bersûcan tu gaveke şênber nehatiye avêtin?

* Hûn ê bi Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar daîreyeke ji bo kesên di binçavan de bi zorê hatine windakirin û kiryarên wan nediyar jî ava bikin an na?”