Ji bo pêşketina welat hewceye rêjeya jinan di siyasetê de zêde bibe

Xeza - Jinên Fîlîstînî di hemî dezgehên xwecihî û navneteweyî her wiha di xebat, xwendin û tekoşîna neteweyî de, serkeftinên girîng tomar dikin. Lê, tevî ked û jêhaitya wan dîsa ji dewlet derfetên guncew bo wan pêk nayîne. Çi di milê rêjeya gihîştina navdên biryar girtên yên li Xeza yê bin, çi jî rêjeya kota ya Meclîsa Zagonsaz a Filîstînê de be.

Jinên Fîlîstînî di hemî dezgehên xwecihî û navneteweyî her wiha di xebat, xwendin û tekoşîna neteweyî de, serkeftinên girîng tomar dikin. Lê, tevî ked û jêhaitya wan dîsa ji dewlet derfetên guncew bo wan pêk nayîne. Çi di milê rêjeya gihîştina navdên biryar girtên yên li Xeza yê bin, çi jî rêjeya kota ya Meclîsa Zagonsaz a Filîstînê de be.
REFÎF ISLÎM
Xeza - Li gorî hibijartinên sala 2006'an yên li Filîstînê hatine kirin, rêjeya dengdanê ya jinan ji sedî 51' bû, bê guman ev hejimarek bi bandor bû. Tevî ku jinan hêzek erênî jî da ava kirin, lê mixabin dîsan nehîştin jin di navdên biryargirtinê de bi bandor bibin. 
Di derbarê vê yekê de ajansa me bi endama rêvebera karsaziya jinan Zîvala Xeza Hîba EL-Hindî re hevdîtin kir.
Hîba EL-Hindî tine ziman ku jina Filîsstînî di hemû waran de pêşketiye, lê belê civaka bi hişmendiya mêran dijî, jinan weke rêveber napejirîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "ger em bixwazin civkê bi awayek sax bidest bixin, wê demê alîkariya jinan pêwîste, ji boyî wê jî divê jin tevlî pilanên geşepêdanê bikin da ku pêşketin werin pêkanîn."
Hîba EL-Hindî dest nîşan dike ku ji ber mêzekirina civaka Filîstînê ya neyînî, jin nikarin bi awayek têrker cihê xwe di navdên biryargirtinê de bigrin. Hişmendiya heyî hewildide ku rola jinê winda bikin û li bernaberî wê jî rola mêr derxin pêş. Yek ji van sedeman ew ku jin li beran berî rewşa heyî ne hişyarin û jin xwedî li mafê xwe dernakevin û bi rola xwe ranabin. Ji boyî jina Filîstînî bighîje navedên biryar girtinê divê xwdan çandeke dewlemdnd be û xwedî kesayek e aktîf be, ji boyî ramanên erênî hebêz bike û wan li civakê balav bike, civak jî jê sud werbiger."
Her wiha Hîba EL-Hindî wiha bal dikişîna ser rêjeya jinan ya di meclîsa Zagonsaz de: "Rêjeya jinên Fîlastînî di Meclisa Zagonsaz de jî ne têrker e, ji ber ku jin îro nîvê civakê ye, roleka jinê ya mezin di civakê de heye. Ew dayîk e, mamoste ye, û têkoşer e, ji ber wê pêwîst e ku rêjeya jin di Meclîsê de nîv bi nîvî be. Ez hinek caran ji namzetiyê re hatime pêşînyarkirin lê ji ber ku dem ji bo yî min ne guncew bû min red kir, ez bawerim ku ezê durî van tiştan baştir bikaribim xizmeta civaka xwe bikim.