'Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan em dengê xwe bilind bikin'

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari di kongreya partiya xwe ya Stenbolê de axivî û got:"Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin."

Stenbol-Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn û Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari têkildarî rojevên heyî peyamên girîng da. 

Tulayê bi silavkirina berxwedana Dayikên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn. Tulayê, qala êrişên li dijî Xezeyê kir û wiha got: “Em, êrişên Îsraîlê şermezar dikin. Ji bo têkoşîna aştiyê li vê erdnîgariyê mezintir bibe, em ê mîna duh îro jî têkoşîna xwe bidomînin. Li rexekê bombe li Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava dibarin. Îro jî îktîdara AKP’ê banga agirbestê li Îsraîlê dike. Em jî ji îktîdarê re dibêjin ku bi qasî tu bombeyan li gelê kurd ê mazlum bibarînî tu nikarî li cem xelkê Filistînê cih bigirî. Ma tiştên îro li Xezeyê tên kirin li Efrînê jî nehatin kirin? Ma Efrîn vala nekirin, ma bombe lê nebarandin? Ev îktîdara ku dijminê gelan e tu caran nikare ji bo gelan çareseriyê biafirîne. 

Ji bo Abdullah Ocalan bang

Pirsgirêka kurd tenê dikare bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Heke îro li naverasta Stenbolê pariyê nanê me biçûk bibe, sedema vê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Lewma heta ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane tê çareserkirin, dê têkoşîna me ya li Tirkiye û Kurdistanê bidome. Ji bo vê jî divê tecrîd tavilê ji holê bê rakirin. Em ê tenê bi rakirina tecrîdê bisînor nemînin, di heman demê de heta ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez li vê derê ji CPT, sazî û dezgehên mafên mirovan, ji gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn re dibêjim ‘werin em bi hev re tecrîdê têk bibin.’ Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê em dengê xwe bêhtir derxînin.

Êdî bêhn ji Dadgeha Bilind tê. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind dibêje; ‘Ez biryarên AYM’ê nas nakim.’ Her wiha giliyê endamên AYM’ê dike. Em jî biryara vê daîreyê nas nakink. Divê Can Atalay tavilê were berdan. 

Em ê şaredariyan paşve bistînin 

Gelo dê HEDEP di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de çi bike? Dê ji bo Stenbol û Enqereyê çi bike? Di cih û demên dawî de me bersiva van pirsan dabû. Partiya me hilbijartinên giştî bi berfirehî nirxand. Nirxandin û pêşniyarên gelê me bi hûr û kûr tên nirxandin. Me heta astekî biryarên xwe dane. Yek ji biryara me ew e ku hemû şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa bistînin. Rejîma qeyûm, rejîmeke dijdemokratîk e. Faşîzm e. Bi vê rejîmê re ji kurdan re dibêjin; ‘mafê te yê bijartin û hilbijartinê nîne.’ Lewma weke karê ewilî em ê wan şaredariyên xwe bistînin. Ji bo vê em seferberiyeke mezin a gel radigihînin. Ji îro ve em ê li her tax û kolanên Stenbolê bixebitin. 

 Em ê sindoqan deynin pêşiya gelê xwe û namzetên xwe ew ê diyar bikin. Yek ji pirsa her kes mereq dike jî ev e; gelo dê li Tirkiyeyê weke mînak li Stenbolê çi bikin? Em kirdeyên esil ên Stenbolê ne. Stenbol ne tenê Stenbol e. Çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê ye. Li vir çi were kirin dê bandora wê li herêmê bike. Em dizanin ku dê li vir jî bi ser kevin.

Em partiya partiya sêyemîn in

Yên ku HEDEP’ê jinedîtî ve tên, yên hewl didin ji hêla siyasî ve nedîtî tên, yên ji bo gelê kurd dibêjin ‘her çawa be jî’ bila baş zanin ku dê HEDEP di van hilbijartinan de bala xwe bide ser serkeftinê. Li vî welatî em mezintirîn partiya sêyemîn in. Me tu caran destûr neda ku tu kes me jinedîtî ve bê, li me qeyûman tayîn bikin û vîna me zincîr bikin. Em ê di vê hilbijartinê de jî destû nedin. Ji bo ku encama dixwazin bi dest bixin, rêxistinên me yên bajar û navçeyan seferber bûne. Em dixwazin Stenbol xwe bi xwe birêve bibe. 

Em ê bi têkoşîna xwe ya xurt a rêxistinkirî bersivê bidin kesên Doza Kompasê ya Kobanê li me vekirin. Evqas êş vala vala nehatine kişandin. Em ji bo serkeftinê tên. Em ê teqez bi ser kevin.”